Balafiran li medreseyê dan: 59 kes mirin, gelek jê zarok in

Balafirên hêzên hewayî yên Afgan, di dema merasîma dîplomayê de bombe li medreseyeke Talîbanê barandin. Herî kêm 59 kes mirin ku gelek jê zarok in.

Li gorî rayedarên nexweşxaneyê, 59 kes ji ber bomberdûmanê mirine ku piraniya wan zarokên 8-17 salî ne û 57 kes jî birîndar bûn.

Êrîş, dema ku dîploma bi merasîmekê dihatin dayin hate kirin. Herêma ku êrîş lê hate kirin di kontrola Talîbanê de ye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Wahid Majroh got, 57 kesên birîndar bûn û 5 ji cenazeyan rakirin nexweşxaneya herêma Kunduzê. Gelek ji birîndaran jî zarok û extiyar in.

Abdul Halîl ku piştî êrîşê çû cihê bûyerê ji AFP'ê re got, 35 cenaze dîtiye ku piraniya wan parçe bûne. Halîl got, "Tenê ji eşîra min 15 kes hatin kuştin. Yek jê pismamê min ê 15 salî bû."

Berdevkê yekîneyên artêşê ya li Kunduzê Gulam Hazrat Kerimi qala sivîlan nekir û got, 20 endamên Talîbanê hatine kuştin û ewqas jî birîndar bûne.