NÛ BÛ

Balafira Rûsyayê ya 92 kes tê de bûn, kete xwarê

Balafira bi tîpa Tûpolev Tû-154 a Rûsyayê, piştî ku ji balafirgeha bajarê Soçî bi hewa ket, têkiliya pê re qut bû. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Înterfaxê, balafir li herêmeke çiyayî ketiye xwarê.

Hat ragihandin, balafira bi tîpa Tûpolev Tû-154 a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, piştî ku ji bajarê Soçî yê li perava Derya Reş bi hewa ket, têkiliya pê re qut bû. Hat gotin, rêgeha dawî ya vê balafirê bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê bû.

Li gorî nûçeyên medya Rûs, muzîsyenên Koroya Artêşa Sor, rojnamevan û personelên leşkerî jî di nav de 92 kes di balafirê de hebûn.

Çavkaniyekî herêmî ji LifeNews a Rûs re ragihand, ku balafira ji Baregha Hewayî ya Chkalovsky a li Moskowayê rabû, ji bo sotemeniyê dagire daket Soçî û rêgeha wê ya dawî bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê bû.

Li gorî agahiyan, balafir saet di 05.20 de rabûye û 20 deqe piştî rabûnê ji radarê winda bû.

Ajansa nûçeyan AFP'ê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî wergirt ragihand, enqaza balafirê li Derya Reş hatiye dîtin. Di nûçeyê de hate gotin, li cihekî 1.5 kîlometreyî dûrî peravên Derya Reş, parçeyên balafirê hatine dîtin.