Balafira rêwiyan a ji Lîbyayê hat revandin daket Maltayê
Balafira rêwiyan a bi tîpa Aîrbûs A320 a şîrketa Afrîqiyah, ku ji Lîbyayê hate revandin, daket Maltayê. Tê gotin, yên balafir revandine alîgirê lîderê têkbirî Mûammer Kaddafî ne.
Balafira rêwiyan a bi tîpa Aîrbûs A320 a şîrketa Afrîqiyah, ku ji Lîbyayê hate revandin, daket Maltayê. Tê gotin, yên balafir revandine alîgirê lîderê têkbirî Mûammer Kaddafî ne.
Balafira Aîrbûs 320 a şîrketa Afrîqiyah, ku 111 rêwî û 7 personel tê de bûn û ji Lîbyayê hate revandin, daket Maltayê. Li gorî agahiyan, korsanek an jî korsanên balafir revandine, bi teqandina balafirê gef xwarine. Tê gotin ev kesên balafir revandine alîgirê lîderê têkbirî yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî ne.
Serokwezîrê Maltayê Joseph Mûscat bi rêya Twîtterê ragihand, balafira tevî rêwiyan ji balafirgeha Sabha ya li başûrrojavayê Trablûsê bi hewa ket, daketiye Balafirgeha Navneteweyî ya Maltayê. Serokwezîr diyar kir, hêzên ewlekariyê ber bi herêmê ve hatine şandin.
Rojnameya Times of Malta di malpera xwe ya înternetê de ragihand, balafir ji aliyê alîgirê Kaddafî ve hatiye revandin. Rojnameyê diyar kir, balafir ji aliyê kesekî ve hatiye revandin û ev kes dibêje, eger daxwazên wî bên qebûlkirin ew ê rêwiyan serbest berde.
Rêveberiya balafirgehê jî da xuyakirin, ku saet di 11:32'an de balafirek bi şêweyekî ne qanûnî xwe li balafirgehê daniye û tîmên destwerdana lezgîn yekser çûne herêmê.