Bahoza Tramî gihişt Japonyayê: 17 kes birîndar bûn

Bahoza Tramî gihişt girava Okînawa ya li başûr rojhiatê Japonyayê. Li gorî daneyên destpêkê herî kêm 17 kes birîndar bûn.

Bahoza Tramî bi leza seatê de 216 kîlometre gihişt girava Okînawa. Tê payîn ku bahoz roja Yekşemê bigihêje girava Honshû û bibe sedama barana zêde ya li gelek herêman.

Dîmenên di çapemeniya Japonyayê de tê nîşandan xuya dike ku bahoz bûye sedana gelek zirarên giran ên madî. Pêl bi şdet xwe li peravan die, ba û baran bandoriyekî xirab li jiyanê dikin.

Li girava Okînawa ji ber bahozê herî kêm 17 kes birîndar bûn û nêzî 700 kes hatine veguhestina herêmên bi ewle, ceyrana zêdetirî 2 hezar malan jî qût bû.

Serî de li rojhilatê welat jî di nav de herî kêm 316 seferên hewayî betal bûn. Seferên rêya trenê ya li herêma Osaka ji bo roja Yekşemê heta danê nîvro weke tebdîr hatin rawestandin.

Berpirsê buroya rêveberiya karesatan diyar kir ku heta niha tu kes nemirine û wiha got; “Dibe ku bîlanço giran bibe. hejmar didome.”

Miyazato ji AFP’ê re axivî û wiha got; “Mirovên Okînawa fêrî bahozê bûne lê em hişyarî li wan dikin ku baldar bin.”

Tê payîn ku bahoz destpêkê beriya ku berê xwe bide başûrê rojava û bakurê rojhilatê welat wê destpê Kyûshû û piştre ber bi Honshû yê ve bikeve tevgerê.

Bahoza Tramî li Asyayê ji serê salvê ve bahoza 24’emîn e.

Beriya wê bahoza Jebî serê Îlonê destpê kir û li rojhilatê Japonyayê bû sedama mirina zêdetirî 30 kesî û zirarekî madî.

Beriya du mehan jî li başûrê rojhilat ê welat ji ber lehêiyê nêzê 220 kes mirîbûn. Beriya wê jî germahiyekî zêde hebû.