Azerbaycan bombe li Ermenistanê barand, şer giran dibe

Azerbaycan ku pişta xwe dispêre Tirkiyeyê ragihand ku wan li navendeke fuzeyan a li Ermenistanê xistine. Metirsî heye ku ev rewşa nû şer girantir bike.

Agirbesta ku bi hewldana Rûsyayê roja Şemiyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kete meriyetê, tenê pênc deqeyan dewam kir. Rojên piştî ku agirbest hate ragihandin, şer dewam kir. Lê belê artêşa Azerbaycanê yekemcar ragihand ku wan bombe li "sîstemeke fuzeyê" ya li xaka Ermenistanê xistine.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê êrişa li ser xaka xwe piştrast kir, lê belê îdîaya ku dibêje fuzeyan li qada sivîl a Azerbaycanê dane derew e. Wezaretê diyar kir ku "îdîa bêbingehe". Wezaretê diyar kir ku piştî vê êrişê, mafê Ermenistanê heye ku li hemû hedefên leşkerî û liv û tevgera leşkerî ya li Azerbaycanê bixe.

Di daxuyaniyeke cuda de hate ragihandin ku Azerbaycan bi êrişa li ser xaka Ermenistanê dixwaze qada şer berfireh bike.

Li gorî daneyên fermî di şerê Qerebaxê de heta niha zêdeyî 600 kesî jiyana xwe ji dest dane, lê belê bîlançoya rastî girantire. Her du alî îdîa dikin ku bi hezaran leşker hatine kuştin. Azerbaycan hejmara kuştiyên xwe yên leşkerî bi temamî vedişêre û tenê sivîlên tên kuştin eşkere dike.