Avesta: Divê gelê me bi ruhê Cenga Heftanînê tevlî pêngavê bibe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' gelekî girîng e û got, "Divê gelê me bi ruhê Cenga Heftanînê tevlî vê pêngavê bibe."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê, her wiha dek û dolabên dema dawî li ser Şengalê tên gerandin ji ANF'ê re nirxand. Sozdar Avesta ev nirxandin kir:

"Gelê me li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bi kelecaneke mezin pêngava ku di 12'ê Îlonê dest pê kir, pêşwazî kir. Ez di serî de vê helwesta gelê Kurdistan, dostê Kurdan, jinan û ciwanan silav dikim, ji niha ve wan pîroz dikim.

Tevgera Azadiyê di demeke pir bi wate de pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' ragihand. Bê guman ev pêngav pêngaveke gelekî bi wate ye. Ev pêvajoya ku em tê de ne, bi taybet jî li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê faşîzm, dagirkerî û qirkirin di asta herî bilind de li ser gelê Kurdistan û gelên herêmê dewam dike. Faşîzma dewleta Tirk bi pêşengiya rejîma faşîst, dîktator Erdogan û Bahçelî li tevahiya herêmê êdî pir xetere bûye. Divê rojek berî rojekê li hemberî vê bê rawestandin, pêwîste mirov li ber rabin. Ev dagirkerî, faşîzm, ev tecrîd divê teqez bê şikandin. Tevgera Azadiyê pêcî sal in bi vê hişmendiyê têdikoşe. 21 sal in ku Rêber Apo di bin tecrîdê de dîl hatiye girtin. Êdî bi vê pêngavê re wê têkoşîn hê zêdetir bê bilindkirin. Rejîma faşîst a Erdogan-Bahçelî êdî dema xwe temam kiriye. Ew dixwazin careke din desthilatdairya xwe dewam bikin, emrê xwe dirêj bikin. Vê jî bi çi çêbikin, bi qirkirin, bi dagirkerî û bi faşîzmê dikin.

Yên ku li dijî vê yekê bi rengekî watedar li ber xwe didin, yên ku têdikoşin, têkoşînê li her qad, dem û mercî dimeşîne, Tevgera Azadiyê û afirînerê wê Rêber Apo ye. Yê ku herî zêde têkoşîna bi wate li dijî vê faşîzm, dagirkerî û tecrîdê dike, Rêber Apo ye. Rêber Apo li pêşiya wê weke artêşekê li ber xwe dide. Eger heta niha ev faşîzm negihiştibe armancên xwe sekna Rêber Apo tê de gelekî girîng e. Ji bo vê êdî dema azadiya Rêber Apo ye.

'BERXWEDANA LI ZINDANA AMEDÊ PERGALA 12'Ê ÎLONÊ JI HEV XIST'

Ev pêngav di demeke wisa de hate destpêkirin, bi taybet roja 12’ê Îlonê ku berî 40 salan ji bo ku Tevgera Azadî tine bike, ji bo ku tevahî çepgeriyê ji holê rake, demokrasî, sosyalîszmê û mafê mirovan, xeta azadiya jin ji holê rake, bi ti awayî nehêle bi navê azadî û demokrasî tiştek bê gotin, darbeyek hatibû kirin. Têkoşîna ku li Zindana Amedê hate destpêkirin, bi pêşengtiya hevrê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku berxwedana mezin destpê kir, bi sekna Sakîne Cansizan destpê kir, faşîzim bi vîna xwe bi dil û mejiyê xwe û bi ruhê xwe yê azadîger û azadîxwaz û têkoşîna xwe, têk birin. Pergala 12'ê Îlonê têk bir. Pergala 12'ê Îlonê, ku AKP-MHP weke projeyeke wê ji hêla hêzên komploger ve hatiye amadekirin, bi taybetî di sala 1999'an de hîn aktîf xistine dewreyê. AKP a ku projeyeke hêzên komploger e, îro berdewamiya 12’ê Îlonê tiştên mayî hîn bi rengekî faşîzan, tiştên Kenan Evren nikaribû bike, niha dîktator Erdogan û Bahçelî bi hemû hêza xwe dixwazin bikin. Dixwazin qirkirina jinê, çand, gel û neteweyan bike. Destpêkirina pêngavê ya 12’ê Îlonê ji bo wê pir bi wate ye, naverok û sirûda wê pir girîng e.

Ji hemû kiryarên ku têne kirin, ji hemûyan re êdî NA; dema azadî, dema demokrasiyê ye, dema azadî û wekheviyê ye. Ew dem e ku hemû maf bên bidestxistin. Em vê gelek girîng dibînin. Ev pêngav piştî hate destpêkirin, gelek nîqaş hate kirin û li ser vê bingehan pêngav 12'ê Îlonê hate destpêkirin. Demeke li ser pêngavê re derbas dibe. Bi rastî jî gelan bi coşeke mezin pêngav hembêz kirin, lê xwedî derketin, piştgiriya wê kirin. Ev pir bi wate û girîng e. Ne tenê Kurdan û Kurdistanê, her wiha li derveyî welat jî Kurd û Kurdistanî û dostê wan û li tevahî cîhanê hêzên demokratîk, hêzên azadîxwaz, çepgir, ekolojîst, tevgera jinê, dîsa bi baweriyên ku hebûna wan di xeteriyê de ne, dîtin ku divê ev faşîzm bê têkbirin. Ev faşîzim têk neçe, ev gel nikarin careke din bi nirxên xwe re bijîn. Ev pêngav jî pêngaveke wiha ye. Her kes dikare xwe tê de bibîne. Her hêzeke li dijî faşîzmê be, ev pêngava wan e. Pêngava jinan e.

'DIVÊ ÇALAKIYÊN BI RÊBAZÊN CUDA Û DEWLEMEND WERIN KIRIN'

Îro di Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi taybet jî li Kurdistanê hişmendiya faşîst Erdogan li dijî jinan êrîşên pir bêexlaq dike. Dest dirêjî jinan dikin. Ev êriş li dijî zarokan, li dijî jinan, li dijî ciwanan, li dijî çanda gelan hene. Jin li kolanan nikarin tenê derkevin, karekî xwe bikin. Bi vî awayî ku em zanin dema derbasbûyî çiqasî pêş bir û niha jî dewam dike. Divê ew jin bi her awayî xwedî li vê pêngavê derkevin. Divê ne tenê jinên Kurdistan, jinên li dijî vê hişmendiyê ne divê hemû tevlî vê pêngavê bibin. Bêjin ji qirkirina jinê re na, ji faşîzmê re na, dem dama azadiyê ye. Ew ciwanên ku bi her awayî tên bêvînkirin, êrîş li ser wan tên kirin, mejiyê wan tên helandin, bi her awayî dixwazin wan bêvîn û wate bikin, bê zanist bikin; wan tine bikin. Divê ew ciwan hê zêdetir li ber vê faşîzmê rabe. Pêşengtiya vê pêngavê bike.

Xeteriyên mezin li ser civakên Elewî, Êzidî, gelên li herêmê heye. Divê vê bibînin û bi vê têgihiştinê tevlî pêngavê bibin. Daxuyanî, piştgirîkirina pêngavê girîng e, bi çalakî û aktivîteyên cihê xurt bikin. Divê çalakiyên xurt bên kirin ku faşîzim têk biçe. Dema tê gotin dem dema azadiyê ye, tiştên heta niha tê kirin girîng e û ji niha şûnde jî bê kirin. Divê ev çalakî li Kurdistanê bên xurtkirin. Ev pêngav wê bi xwe re guhertinên nû bîne û bide çêkirin. Wê bihêle armancên ku vê faşîzmê danî pêşiya xwe bi cih neyên. Em vê pêngavê gelekî girîng dibînin. Divê bi zanabûn tevlî vê pêngavê bibin. Bi qirkirinê re dixwazin hemû nirxên mirovahiyê ji holê rakin. Qirkirina siyasî, civakî, çandî, aborî heye, kedxwarî û dagirkerî heye. Divê li hemberî vê her kes hê xurtir bi çalakiyên cûr be cûr ên dewlemend tevlî bibin. Divê bi milyonan kes dakevin qadan û çalakiyan bikin. Ev girîng e. Tevahî gelên herêmê û Kurdistanê û taybetî jî gelê Bakurê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriye, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat bang li hemûyan dikim; divê bi ruhê 14'ê Tîrmehê, bi ruhê Berxwedana Cenga Heftanînê û bi ruhê kesê ku gotin 'kes nikare roja me tarî bike' şehîdên fedayî yên li dijî komployê, bi vê baweriyê û ruhî her kes ji 7 salî heta 70 salî tevlî pêngavê bibe. Dîsa zarokên di bin gefê û êrîşan de jî dikarin tevlî bibin û cihê xwe bigirin û rol bilîzin. Dost, rewşenbîr, çepgir, nivîskar, hunermend hemû yên ku hawirdorparêz in, sosyalîst in, demokrat in, divê li dora pêngavê bibin yek. Ev pêngav pêngava wan e û di vê pêngavê de dikarin rol bilîzin û tevlîbûna xwe xurtir bikin.

LI SER ŞENGALÊ LÎSTIKÊN MEZIN TÊN LÎSTIN

Niha, rast e li ser Şengalê di van rojên dawî de pir êrîş yan jî lîstokên pir mezin tên lîstin. Komplo tên kirin. Berî vê bi demekê wezareta derve ya Emerîka daxuyanî da, li ser pirsekê axivî û diyar kir ku Iraq, PDK û Tirk bi wan re tevbigerin, ku hêzên asayî û rewa ji Şengalê derxînin. Ev hewldana destpêkê ya bicihanîna komployê ye. Dixwazin ku bi vî awayî li Şengalê, tiştên ku DAÎŞ'ê li 2014'an bi ser nexistî, bi ser bixin. Bi vî awayî êrîşên li ser Şengalê dewam dikin. Êrîşên wan cûr bi cûr in, hem êrîşên esmanî, hem êrîşên ku rê nadin gel vegerin, wan di kampan de esîr digirin, hem jî dixwazin niha jî pêşangên wê şehîd bixin. Ji Mam Zekî Şengalî bigire heta hevrê Zerdeşt Şengalî, pêşengên Êzidî kirin hedefa xwe û êrîş kirin, ew şehîd kirin.

Di van rojên dawî de, em li ser çapmeniyê dişopînin; leyîstokên pir bêrêz û bêexlaq, bêwijdanî û faşîzan li ser civaka Êzidî tên kirin. Bi fermana Erdogan û çeteyên wî li ser Şengalê lîstokan dikin. Qetilkirina du kesên me yên Ereb ên ji Eşîra rêzdar Şemer ku Şemer eşîreke girîng e. Bi qasî ku em dişopînin 4 kesên ji eşîreke din a me ya Hebabiyan ku cilên asayîşa Êzidxanê lê kirin girtine. Ev lîstokeke pir li ber çav e. Li ser xeftê hatin girtin. Hema piştî vê daxuyaniyê bi vî rengî ev lîstok kirin, xwe bi xwe vala derxistin. Civaka me ya Êzidî baş zane, civaka Ereb û gelê me ya Ereb û taybet eşîra rêzdar a Şemera ti ziyanên wan û civak Êzidî negihiştine hev, dostên hev in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev eşîr xwedî seknek e. Li Iraqê jî xwedî seknekê ye. Di van fermanan de jî li hemberî DAÎŞ’ê mil bi mil li gel şervanê azadiyê şer kirin. Çima ji vê eşîrê kirin, ji ber ku dixwazin cihê civaka Êzidî li Şengalê nehêlin. Şengaliyan ji Şengalê bidin revandin. Ev nêzîkbûnekesiyasî ye, komployeke siyasî, îdeolojî û rêxistinkiriye. Bi zanabûn hatiye kirin. Bila kesek cuda nêzîkî vê nebe. Yên ku weke sûcdar nîşan dan, ew jî eşîrekî pir rêzdar e, di fermanê de Çiyayê Şengalê berneda. Yek mirovekî wan derneket ji welat, ne derveyî Şengalê. Li Şengalê man û dîsa mil bi mil bi Tevgera Azadî û şervanên azadiyê re, di şert û mercên herî giran de li pêşiya fermanê bûn asteng. Di sazî û dezgehên li Şengalê hatine avakirin, cihê xwe girtin. Keç û xortên wan di YBŞ û YJŞ'ê de di Asayîşa Êzidxanê de cihê xwe girtine.

'DIXWAZIN EŞÎRAN BI HEV BIDIN ŞERKIRIN Û WAN LAWAZ BIKIN'

Hemû eşîrên li Şengalê, bavikên li wê derê ne xwedî nirxên mezin in. Dilsozên axa xwe ne. Ev divê hemû vê lîstikê bibînin. Çima herdu eşîran tîne beramberî hev? Dixwazin wan beramberî hev rakin, zeîf bikin û li şûna wan hinek din bînin bi cih bikin. Berî vê jî çend caran hişyarî hatin kirin. Divê civaka Êzidî di nava xwe de sîxûr û xiyanetê qebûl neke, li beramberî van derkevin û neyên lîstikan. Helwesta herdu aliyan jî, di serî de helwesta Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, ev meclîsa Êzidiyan tenê nîne, ya tevahî gel û pêkhateyên herêmê ye. Ya kesên li Deşata Nînovayê dijîn, meclîsa û vîna wan e. Daxuyaniya wan pir rêzdar û di cih de bûn. Bersiva eşîra Şemer, eşîra Hebabiyan û rûspiyan helwesteke erênî dan û diyarkirin ku dixwazin me berdin hev, em yek in; em bi hev re têdikoşin. Em bi hev re li hember neheqî û faşîzim û komployê ne. Helwesta wan jî girîng bû. Bi vê munasebetê helwesta aliyan silav dikim. Divê civaka me li hember van lîstokan şiyar bin. Divê bi her awayî bizanibin, dewleta faşîst a Tirk û hevalbendên xwe biryarên li ser wan pir xirab digirin û girtine. Ev biryar jî ne îro girtine. Em baş dizanin ku ji 2007'an ji êrîşa li ser Til Izêr û Sîba Şêx Xidir bi destê wan hatiye kirin. Divê bi zanabûn li vê bê nêrîn. Divê em dîroka xwe binasin. Berî vê jî sedemê ku niha hemû civaka Êzidî ji Kurdistanê, ji cih û warê xwe hatine koçberkirin û belavî cîhanê bûne destê wan di nav de hene, bi zanabûn, dixwazin bi çandî vê civakê tine bike.

'CIVAKA ME YA ÊZIDÎ WÊ XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVE'

Cara yekemîn ji 2014'an û şûnde bi fikir û ramanê azadî û ramanê Rêber Apo civaka Êzidî xwe pêşxistin û xwe guhertin û nûbûn çêkirin. Berdêla wê giran da, lê hatin wê astê ku dikarin xwe bi rê ve bibin. Ji bo vê Êzidî û tevahî gelê me yên li Şengalê û Êzidxanê dijîn, ev pêngav jî pêngava wan e. Divê gelê me yê wir jî bi dirûşma 'Ji fermanana re, ji komployan re na, dem dema azadiyê ye', tevbigerin û zanibe azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurdistanê ye, azadiya civaka Êzidî ye, azadiya jinê azadiya civaka Êzidî ye. Bi vî awayî bang li tevahî civaka me ya Êzidî dikim, li tevahî Kurdistan û derveyî welat bi giştî divê li nirxên xwe xwedî derkevin, van lîstokan baş bibînin, kes dudilî nêzîk nebe. Em di wê baweriyê de ne ku wê hîn zêdetir li nirxên xwe xwedî derkevin. Ev jî bi çi çêdibe. Bi yekîteke navxweyî çêdibe. Eger ku yekîtiyeke ku bi tevlîbûna hemû gel û pêkhatiyan, jin û ciwanan bê çêkirin, dikare bi xwe re serketinên mezin çêbike. Li ser vî esasî leyîstokên ku tevahî li Şengal û Kurdistanê têne kirin, bi tekoşîneke mezin dikare were pûçkirin. Dema dema rabûna li ber faşîzm, dagirkerî, tecrîd û fermanê ye, dem dema azadiyê ye. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurdistan û civakê ye."