Averêbûna otorîteyê ya Macron hêrsê zêde dike

Serokkomar Emmanuel Macron, ji bo ku pêşî li çalakiyên Êlekzeran bigire li gelek deveran qedexe danî û artêş tevgerand.

Êlekzer ji bo çalakiyên bi asta netewî ya 19'an vê Şemiyê dîsa derdikevin kuçeyan.

Macron ji bo ku Êlakzeran rawestîne her ku diçe dibe xwedî meyleke otorîter.  Ji grevên mezin ên 1947 û 1948'an û vir ve artêş bi navê parastina cihên girîng tê tevgerandin.

Hikûmet bi vî rengî hem hewl dide ku tevgera sosyal zêdetir krîmînalîze bike û azadiyan binpê bike lê li dijî van tevdîran helwest geştir dibin.

Rojnameya înternetê ya Fransiz Medîapart ji bo Macron got, ''bêsînor û bêbîr'' û li dijî ''gêjelaniya otorîter'' helwest nîşan da.

Macron ji bo ku li dijî çalakgeran barê polîsan sivik bike û bi îdîaya ku li deverên hesas bi cih bike 7-10 hezar leşker tevgerand.

Hewldana ku gel û artêşê bîne pêşberî hev ji hêla medyayê, saziyên mafê mirovan û rewşenbîran ve bi tundî hate rexnekirin.

Hikûmetê kolana Champs-Elysêesê ya ku heftiya bihurî rûdanên şewatê lê çêbûnûn li çalakiyan girt.

Gelek akademîsyen bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin li dijî averêbûna otorîter a desthilatê ew 'hevkarê sûc' ê Êlekzeran in.