Albanya û Makedonya wê dest bi danûstandinên endametiya YE bikin

Biryar hate dayin ku danûstandinên ji bo endametiya Makedonya û Albanya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) 'bi şert' dest pê bikin.

Piştî civîna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li Luksembûrgê, hate ragihandin ku eger her du ewlat şertên hatine destnîşanikrin bi cih bînin, wê danûstandin dest pê bikin.

Ji bo endametiya Albanya û Makedonyayê wê li ser 35 mijaran danûstandin bên kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, danûstandin wê beriya hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên sala 2019'an dest pê nekin. Ji ber îhtimala 'rastgirên tund dikarin polîtîkaya berfirhbûnê di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de bi kar bînin', tê plankirin ku pêvajoya danûstandinan di dawiya sala 2019'an de dest pê bike.

Tê gotin, bi taybetî Fransa û Hollandayê zext kirine ku pêvajo zû dest pê neke.

WÊ BI ŞERT DEST PÊ BIKE

Ji bo danûstandinên endametiyê ji Albanya û Makedonyayê dest pê bikin, hin şert htine destnîşankirin. Weke şert hate diyarkirin ku eger her du welat li dijî sûcên krîmînal û karên ne li rê tevdîrên tund bigirin, wê danûstandin dest pê bikin.

Hejmara endamên Yekîtiya Ewropayê, piştî ku Brîtanya Mezin sala bê ji nava yekîtiyê derkeve wê ji 28'an dakeve 27'an. Nifûsa Yekîtiya Ewropayê sala 2017'an 511 milyon bû. Tê gotin ku tevlîbûna Albanya û Makedonyayê wê ji yekîtiyê re nebe 'barekî gelekî giran'. Nifûsa Albanyayê 3 milyon, a Makedonyayê jî tenê 2.1 milyon e.