Agirbesta navbera Kolombiya û ELN kete meriyetê

Hikumeta Kolombiya û ELN'ê mohra xwe danîn binê peymana agirbestê. Agirbesta ku îro kete meriyetê, wê heta 9'ê Çileyê dewam bike. Piştî 9'ê Çileyê jî dikare dema wê bê dirêjkirin.

Di danûstandinên navbera hikumeta Kolombiya û gerîlayên ELN de, ku li bajarê Qûîto yê Ekvatorê tê kirin, roja 4'ê Îlonê peyman hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê, agirbest îro kete meriyetê û wê heta 9'ê Çileyê bidome. Agirbest dibe piştî 9'ê Çileyê jî bê dirêjkirin.

Hevdîtinên navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN'ê, di heman dema ku bi FARC'ê re hevdîtin dihate kirin de, pêk dihat.

Di dema hevdîtinên navbera hikumetê û ELN'ê de, gerîlayên ELN'ê li dijî artêş û polîsên Kolombiyayê hin çalakî li dar xistibûn.

Piştî ku agirbest hate îmzekirin, lîderê ELN'ê Nîcolas Rodrîgûez (Gabîno) bang li gerîlayan kir ku li gorî agirbestê tevbigerin.

Di daxuyaniya Gabîno de, ku li ser hesabê YoûTûbe yê ELN'ê hate weşandin, wiha hate gotin, "Ez bang li hemû hêzên leşkerî dikim, ku hemû çalakiyên li axa neteweyî bisekinînin û li gorî agirbestê tevbigerin."

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos jî diyar kir, ku di dema agirbestê de divê hêzên ELN'ê mirovan nerevînin, zarokên kêmî 18 salî tevlî nava refên xwe nekin û êrîşî binesaziyê nekin. Santos anî ziman ku divê çalakiyên li dijî leşker û polîsan di dema agirbestê de bên sekinandin û diyar kir, ku artêşê jî ferman girtiye û operasyonên li dijî hêzên ELN'ê sekinandine.

Santos dixwaze, heta Tebaxa 2018'an ku wê wezîfeya wî biqede, bi her du hêzên gerîla re aştiyê pêk bîne.