Şewba Ebola: Li Komara Kongoyê ya Demokratîk 443 kes mirin

Li du eyaletên Komara Kongoyê ya Demokratîk (KKD), li du eyaltan ji Tebaxê û vir ve diyar bû ku 443 kes bi şewba ebolaya mirine.

Li gorî bîlançoaya ku Wezareta Tenduristiyê ya  KKD'yê, ji destpêka şewbê û vir be, li herêma Nord-Kîvû û Îturiyê 715 rûdanên Ebolayê hatine tespîtkirin ku ji van 666 jê hatine piştrastkirin û 49 jê bi îhtîmalê ne.

Wezaretê her wiha diyar kir, lêkolîn li ser 236 rûdanên biguman didomin, 248 kesên ku bi şewba Eboloyê ketin, hatin tedawîkirin.

Ebolaya ku 1'ê Tebaxa 2018'an li eyaleta Nord-Kîvuyê rûdayî, zûka li eyaleta Îturiyê berbelav bû. Ev şewba Ebloayê ev bû cara 10'an ku  li KKD'yê rû dide.