Şewba Ebola didome: Bi hezaran kes mirin

Şewba Ebolayê ya ku 9 meh in li Kongoyê dewam dike, bû sedema mirina bi hezaran kesî.

Şewba Ebolayê ya mehên borî li Komara Kongo ya Demokratîk belav bûbû, her roja diçe dibe sedema mirina hê zêdetir kesan.

Li gorî daxuyaniyên ji aliy Wezareta Tenduristiyê ve hatî dayîn, ji 2’yê Gulanê û vir ve hejmara kesên ku mirine gihiştiya Hezar û 8 kesî. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêmên Nord Kîvû û Itûrî ji sedî 66 şewba belav bûyî bi mirinê encam bûye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) ya li Cenevreyê ve hate dayîn, bal kişand ku şewba Ebolayê ‘bi zêdahî’ belav dibe. Yek ji sedemê wê ew e ku propagandaya ji aliyê rêveberên herêmî ku ti bandora aşiya li gelemperiya welat ku ji aliyê WHO’yê ve hatiye kirin nîne ye.

Vîrûsa Ebola ya sala 1970'ê cara yekem li Efrîqayê derket, şewba herî mezin jî di sala 2014-2016’an li Efrîqaya Rojava bandor kir. Wê demê bi kêmanî 11 hezar kes miribûn. Piştî wê ev bûyera niha mirinên herî zêde bi xwe re aniye.