Şervanê YPG'ê Farîd Medjahed li Marsîlyayê hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê yê bi eslê xwe ji Fransayê Farid Medjahed (Şahin Qereçox) û li Dêra Zorê 6’ê Cotmehê di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bibû, li Marsîlyayê hate bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê hat lidarxistin û ligel malbata Medjahed, hevalên wî û gelek welatî tevlî bûn.

Lokal bi wêneyên Medjahed, alên YPG’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan hat xemilandin

Merasîm bi xulekek rêzgirtina ji bo Medjahed û şehîdên li Rojava şehîd bûne destpê kir û berdevkê komîsyona têkiliyên derve yê NCD’ê Salih Azad axivî û got, “Medjahed ji bo cîhaneke dadwer şer kir û şehîd ket. Lewre êdî ew şehîdê Kurdistanê ye.”

Di merasîma bîranînê de di serî de bavê Medjahed, beşdarvan û hevalên wî axivîn û soza xwedîderketina têkoşîna wî dan.

Dîsa siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî tevlî bîranînê bû ji malbatê re sersaxî xwest û anî ziman ku divê her kes xwedî li mîrateya wî û şehîdan derkeve.

Piştî bîranînê bira, xweherzî û hevalên wî yên zaroktiyê ji ANF’ê re axivîn û qala wî kirin.

Younes Medjahed (birayê wî) : Farîd, kesayetiyeke xwedî ramanekî mezin bû. nirxeke mezin dida dadweriyê. Ji cîhaneke dadwer bawer dikir. Ji tundiyê hez nedikir. Hêj zarok bû jî hezkirina wî ya şoreşê hebû. Ji Che Guevara û Gandî bandor bibû. xwedî xeteke humanîst bû.

Suad Boukasem (xweherziya wî) : Farîd her tim xwedî sekneke mirovî bû. Hêj di zaroktiya xwe de xwedî vê seknê bû. Hez dikir ku alîkarî bide kesên pêdiviya wan pê heyî. Hewl dida ku aliyê baş ê her kesî bibîne.

Asia Ouahrani (hevala wî ya zaroktiyê): Farîd, ji bo her kesî mirovekî hêja bû. bi zanebûna xwe ve her tim gavekî li pêşiya me bû. Her tim aliyê wî yê mirovane derdiket pêş.