Şerê ku ev 50 sal in nade: Şerê 6 Rojan -DOSYA

Şerê ku di Hezîrana 1967'an de dest pê kir û tenê 6 rojan dewam kir, bi serketina Îsraîlê qediya. Lê belê pirsgirêkên ji ber vî şerî rû dan, hê li benda çareseriyê ne.

Êvara 5’ê Hezîranê Îsraîlê 16 balafirgehên Misrê tine kiribû. 280 balafirên Misrê, 52 balafirên Sûriyeyê, 20 balafirên Urdunê û gelek balafirên Iraqê hê li erdê hatibûn tinekirin. Îsraîlê bi vê êrîşa xwe hema hema hemû hêzên hewayî yên welatên Ereb tine kiribû.

Şerê ku di Hezîrana 1967'an de dest pê kir û tenê 6 rojan dewam kir, bi serketina Îsraîlê qediya. Lê belê pirsgirêkên ji ber vî şerî rû dan, hê li benda çareseriyê ne.

Şerê 6 Rojan ê 5’ê Hezîrana 1967’an dest pê kirî, li gel dagirkeriya ku li ber çareseriya pirsa Filîstînê de asteng in, ji ber têkçûna giran a welatên Ereb weke cihê fetlonekê têne dîtin. Ji ber serketina Îsraîlê ku gel welatên Ereb jî destek dabû Misr, Sûriye û Urdunê bi sed hezaran Filistînî ji welatê xwe bûbûn û dagirkirina Xeza û Şerîa ya Rojava ku wê bi dehan salan dom bikira dest pê kiribû.

Piştî têkçûna welatên Ereb ku gelê Filîstînê heta wê demê ji wan bawer dikir, rêxistinên Filîstînê ji bo azadiyê ketin rêyên nû.

DAXWAZA TOLA ŞERÊ BERÊ

Tişta herî girîng ku şer rê li ber vekir ew bû ku miletparêziya Ereb a ku ji 1950’î ve lîderê Misrê Cemal Abdulnasir (Nasir) pêşengiya wê dikir, derb xwaribû.

14’ê Gulanê 1948’an piştî damezirîna Îsraîlê di şerê 1. ê Îsraîl-Ereba de welatên Ereb têk çûbûn û Îsraîlê jî sînorên serweriya xwe berfireh kiribû. 1956’an di Şerê Suweyşê de ku Îsraîlê li dijî Misrê ketibû şer û weke Şerê Duyemîn ê Ereb-Îsraîlê tê zanîn, bi alîkariya Ingiltere û Fransayê ji hêla leşkerî ve bi ser ketibû.

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Sowyetan (YS) Nîvgirava Sînayê kete jêr kontrola Îsraîlê helwest nîşan dan, her çendî kontrola Nîvgirava Sînayê ketibe destê Îsraîlê jî ji hêla polîtîk ve Misr bi ser ketibû. Yekîneyên Îsraîl ên li Nîvgiravê 1957’an bi paş ve vekişiyabûn.

Di wê pêvajoyê de ku di navbera 5-10’ê Hezîrana 1967’an de, di Şerê 6 Rojan de ku şerê herî demkurt ê serdema modern bû, bandora miletparêziya Ereb a geş dibû pir zêde bû. Serokkomarê Misrê Cemal Abdulnasir dixwest tola Ereban a têkçûna 1948-1956’an bistîne û heke li dijî Îsraîlê di vî şerî de bi ser biketa li Rojhilata Navîn wê rola lîdertiyê bi dest Misrê ve bianiya.

WELATÊN EREB TEQEZ DIKIRIN KU WÊ BI SER BIKEVIN

Misir, Sûrî û Urdun bawerî bi avantajên bi hevkariya leşkerî ya Misrê ya bi Yekîtiya Sowyetan danîn. Misrê ji 1950’î ve bi Sowyetê re têkilî danîbû bû, artêşa Misrê ji Sowyetan desteka leşkerî digirt û artêş dihate modernîzekirin. Welatên Ereb jî ev ji xwe re weke avantaj didîtin. Her wiha DYA ya ku ferz dikir ku Şerê Suweyşê yê 1956’an biqede, ji ber ku di Şerê Vîetnamê de teqinî mabû dihate ferzkirin ku desteka DYA wê li Îsraîlê bişike.

Di vê demê de li Sûriyê sala 1963’an bi darbeyê baskê sivîl ê Partiya Bees dihate tasfiyekirin û Selah Cedîd ê nêzî Sowyetan 1966’an bi tasfîyekirina baskê rastgir geşedanên nû çêdibûn. Beesiyên Sûriyê rexne li Misrê dianîn bi sedema ku li dijî Îsraîlê ne hişk in û  çavê xwe ji  êrîşên bi ser sînorên Îsraîlê de yên El Fetîh re digirtin.

Payiza 1966’an li dijî van êrîşan Îsraîl li Neteweyê Yekbûyî ketibû nav hewldanan lê mafdar nehatibû dîtin. Lê di vê de, ji bo ku Endamê Domdar ê Konseya Ewlekariyê yê Neteweyên Yekbûyî Rûsya dengê veto dabû, bandor li vê kiribû.

Îsraîlê jî ji ber ku digot Sûriye ji şervanên Filîstînî re nabe asteng bersiveke tund dida. Ev rageşî ya ku di destpêka sala 1967’an de jî dom kirî, piştî 7’ê Nîsana 1967’an balafirên Îsraîlê di ser paytexta Sûriyê Şamê re firîn û di vê demê de gelek balafirên Sûriyê anîn xwarê zêde mezin bûbû.

Piştî ku Gulana 1967’an di ser Sûriyê re êrîş li dijî Îsraîlê hatin kirin êdî dihate zanîn ku şer teqez e. Serokwezîrê wê demê yê Îsraîlê Levî Eshkol di axaftineke xwe de gotibû Sûriye malxweyitiyê li milîtanên Filîstînî dike û li dijî êrîşan, 'ji bo ku derbê li wan bixin, cih û amûra wê ew ê diyar bikin'.

3 HEFTEYÊN DAWÎ YÊN BER BI ŞER VE 

Beriya Şerê 6 Rojan bi hefteyan daxuyanî û tevgerên aliyan nîşan dida ku şer wê bi derengî nekeve.

14’ê Gulana 1967’an yekîneyên artêşa Misrê ketibûne Nîvgirava Sînayê ku ji Şerê Suweyşê ve di bin kontrola Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bû. Piştî bi du rojan jî hemû artêş ketibû alarmê. Vê rewşê nîşan dida ku lîderê Misrê Nasir êdî ji şer re amade ye û gava ku wê Îsraîl bikişanda şer jî 22’ê Gulanê hatibû avêtin.

22’ê Gulana 1967’an ragihand ku Tengava Tîranê ku tekane girêdan bû ku Îsraîl ji vir dadikete Okyanûsa Hîndê, piştî bi du rojan jî ragihand ku zerya hemû ji trafîkê re hatiye girtin.

Nasir 26’ê Gulanê şer ragihandibû û gotibû hedefa wan tinekirina Îsraîlê ye. Nasir têkçûna têkçûna di  Şerê Suweyşê de bi desteka Ingîltere û Brîtanya ya ji bo Îsraîlê ve girêdabû û bawer kiribû ku di şerekî nû de wê bi Îsraîlê bikaribin.

30’ê Gulanê di navbera Misrê û Urdunê de peyamana berevaniyê hatibû danîn, 4’ê Hezîranê Iraqê jî ev peyman îmze kiribû. Nasir wê demê axaftineke kiribû û gotibû, ‘’Ji bo ku em tola 1956’an bistînin, em pir dixwazin ku şer dest pê bike. Ev şer wê nîşanî hemû dinyayê bide bê ka Ereb çi ne û Îsraîlî çi ne’ û bi van gotinên xwe jî amaje pê kiribû ku ew ê bi teqezî bi ser bikevin.

KÎ PÊŞÎ ÊRÎŞ BIKE EW Ê BI SER BIKEVE

Aliyan ji hêla leşkerî ve xwe hazir kiribûn, li bendê bûn bê ka kî wê pêşî wê gavê bavêje ku şer bi ser bixîne.

Wê demê Serokwezîrê Îsraîlê  Levî Eshol her çend li dij derdiket jî artêşa Îsraîlê digot divê pêşî ew êrîş bikin. Eshkol jî ji ber helwesta DYA û NY ya ‘’kî pêşî êrîş bike wê encamên wê ragire’ xwe dida paş.

Lê li gel generalên payebilind Meclîsa Îsraîlê (Knesset) jî li ser vê ramanê bû. Serekerkanê Îsraîl yê di dema 1953-1958’an de Moşe Dayan jî dixwest ku pêşî Îsraîl êrîş bike.

Dayan digot, ‘’tenê ku pêşî em êrîş bikin ew siûda me çêdibe ku em bi ser bikevin’’

Bi gaveke ji nişka ve ya Serekerkanê wê demê Îzak Rabîn tê zanîn ku dixwest pêşî Îsraîl êrîşê bîne.

BERIYA ŞER HÊZÊN LEŞKERÎ

Ber bi şer ve hêza leşkerî ya Misir, Urdun û Sûriyê ji ya Îsraîlê zêdetir bû. Welatên Ereb 215 hezar leşker xistibûn tevgerê her wiha 940 balafirên wan ên şer, nêzî 2500 tangên wan hebûn. Ên Îsraîlê jî 125 hezar leşker, 320 balafirên şer û 1300 tangê wan hebûn.

PÊŞÎ ÎSRAÎL ÊRÎŞ DIKE Û HÊZA HEWAYÎ YA EREB TINE DIKE

Şerê 6 Rojan bi daxwaza artêşê jî Îsraîlê da dest pê kirin. 5’ê Hezîranê saet 07.45’an balafirên şer ên Îsraîl firiyan. Balafirên şer balafirxaneyên Misir, Urdun û Sûriyê dane ber bombeyan, ji bo ku nekeve ber radarên Misrê jî balafir ji Akdenîzê bi nizmî firiyabûn.

Di roja pêşî ya şer de balafirên şer ên Îsraîlê 300 balafirên Misrê, 52 balafirên Sûriyê û 20 balafirên Urdunê û gelek balafirên Iraqê ku beriya bi rojekê tevlî nav tifaqê bûbûn hatin tinekirin. Artêşa Îsraîlê bi 500 sortî êrîş anîbû û ragihandibû ku windahiya wan tenê 19 balafir in.

Heman rojê Cezayîr, Iraq, Sûriye, Yemen, Sûdan, Siûdî û Kuweyt jî li dijî Îsraîlê şer ragihandin lê êdî dereng mabûn.

Weke ku dihate payin DYA bêalîgiriya xwe ragihandibû û bi hevdîtina 6’ê Hezîranê ya DYA û Sowyetan ji hêla Konseya Ewlekariyê ya YE’yê ve pêşnûmeyeke bi daxwaza agirbesta lezgîn hatibû qebûlkirin. Tê zanîn ku  lîderê Sowyetan Leonîd Brejnev helwesta xwe ku digot ew ê ji hêla leşkerî ve midahele bike li ser DYA’yê ferz dikir.

PIŞTÎ ŞIKESTINA HÊZA HEWAYÎ ARTÊŞ  BÊ BANDOR KIRIN

Di roja duyemîn a şer de artêşa Îsraîlê Xeza ku wê demê bi ser Misrê ve dorpêç kir û ji eniya rojhilat Urdunê kete nav bajêr.

Di roja duyemîn a şer de Îsraîlê Ramallah bi dest xistibû.

Artêşa Îsraîlê di roja sêyan de serwerî Şerîa ya Rojava û Qudsa Rojhilat bûbû. Di roja sêyan de Urdunê ji Îsraîlê daxwaza agirbestê kir.

Heman rojê artêşa Îsraîlê peravên Qenela Suweyşê û Nîvgirava Sînayê bi dest xist, keştiyên wê jî bajarê Şarm El Şêx dorpêç kir û bû serwerê Kendava Akabeyê.

MISRÊ Û HERÎ DAWÎ SÛRIYÊ AGIRBEST XWEST

Di roja 4’an a şer de Misir agirbest qebûl kir. Di rojan 5’an de Îsraîl ber bi Girên Golanê ve çûn, roja şeşan piştî ku bajarê Kuneîtra a ku 40 kîlomtre nêzî Şamê bû ket, Sûriyê jî neçar ma ku agirbestê qebûl bike.

Di dawiya Şerê 6 Rojan de Îsraîl beşek ji xaka Urdun, Sûriye û Misrê dagir kir û xaka xwe 4 caran li ya berê berfirehtir kir. Şerîa ya Rojava, Qurd, Xezze û qadên ku Filîstînî lê dijîn ketin destê Îsraîlê, di qada navneteweyî de her çendî neyê nasîn jî Quds paytexta Îsraîlê hate ragihandin.