Îsraîlê li wesayitekê xist, Hamasê jî roket avêt

Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê li wesayita endamekî Hamasê xist. Tevgera Îslamî ya Fîlîstînê jî roket avêt Îsraîlê.

Li gorî şêniyên kampa penaberan  a Nûseyratê ya li navena Şerîda Xezayê, artêşa Îsraîlê li wesayitekê xist. Hate gotin, ji ber teqînê tiştek bi kesî nehatiye.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, wesayit a aktîvîstekî ye ku tevlî bûyerên balona şewatê û teqemeniyê bûye. Hate ragihandin, di êrîşê de li du nuqteyên çavdêriyê yên Hamasê jî hatiye xistin.

TAKTÎKA BALON

Ev çend hefte ne ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve bafirok û balonên bi helyûmê tên şandin. Hin paçikên şewatê û carna jî teqemeniyên biçûk bi balonan ve tên girêdan. Bi rêya vê taktîkê hewl tê dayin ku zevî û daristanên li aliyê Îsraîlê werin şewitandin.

ROKET HATIN AVÊTIN

Piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî wesayitê, Hamasê jî roket avêt Îsraîlê. Berdevkê Hamasê Fevzî Barhûm diyar kir ku heq bû bi lez û bez bersiv ji êrîşa Îsraîlê re bê dayin. Berdevkê Hamasê da xuyakirin ku ew amade ne gelê Fîlîstînê û berjewendiyên wan biparêzin. Hate ragihandin, ji ber êrîşa bi roketan li aliyê Îsraîlê xisar nebûye.