Îsraîlê li Refahê komkujî kir

Parastina Sivîl a Fîlîstîne ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser kampeke li Refahê de 40 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Parastina Sivîl a Fîlîstînê diyar kir ku li Refahê di êrîşê de herî kêm 40 kes hatine kuştin.

Heyva Sor a Fîlîstînê roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê de ya li nêzî bajarê Refahê yê li Şerîda Xezeyê, bombe li herêmeke alîkariya mirovî hatiye barandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş li ser konên mirovên ji cih û warê xwe bûn û li nêzî navendeke Neteweyên Yekbûyî bi cih bûn, hate kirin.

Misrê êrîşa Îsraîlê ya 'Bombardûmana bi zanebûn a li hemberî mirovên ji cih û warê xwe bûne' şermezar kir.

Wezareta Karên Derve ya Misrê daxuyaniyek weşand û bang kir ku tedbîrên ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên ji aliyê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ve hatin wergirtin, bi cih bêne anîn.