Îsraîlê li dibistanê xist: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Artêşa Îsraîlê bombe li dibistaneke ku Fîlîstîniyan xwe spartibûyê, barand û di encamê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê bombe li dibistaneke ku Fîlîstîniyan xwe spartibûyê, barand û di encamê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa nûçeyan a Fîlîstînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê êrîşî Dibistana Et-Tabin kir. Ku bi kesên ji cihên xwe bûne, xwe spartibûn vê dibistanê. Di êrîşê de herî kêm 100 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku Hêzên Hewayî bombe li Dibistana Tabin a ku Hamas weke biryargeh bi kar tîne, barand.