Îsraîlê êrîş bire ser baregeha Îranê ya li Şamê

Diyar bû ku balafirên şer ên Îsraîlê li baregeha Îranê xistine, ku li nêzî Şamê dihate avakirin.

Li gorî rojnameya Haaretzê ya ku li Îsraîlê weşanê dike, êrîş ji qada hewayî ya Lubnanê pêk hatiye û li el kîsvayê hatiye xistin ku 13 kîlometre dûrî Şamê ye.

Li gorî nûçeya rojnameyê pergala parastina hewayî ya Sûriyê jî fûze avête jetên Îsraîlê.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê ya ku navenda wê li Londrayê ye diyar kir, piştî êrîşê li hin deverên Şamê elektrîk qut bûye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gotibû Îran dixwaze li Sûriyê ji hêla leşkerî ve ji xwe re cih çêbike û ew ê destûra vî tiştî nedin.

Lê derbarê van îdîayan hê daxuyaniyeke fermî tine.

Nûçeya Haaretzê: