Îsraîlê bombe li Xezayê barand

Balafirên şer ên Îsraîlê bombe li hin deverên Xezayê barandin. Nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Îsraîlê roketa ku sibeha Çarşemê ji Xezayê ber bi Ber Şebayê ve hate avêtin ji xwe re kir hincet û êrîş bir ser sê deverên Xezayê.

Artêşa Îsraîlê li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, "Jetên Îsraîlê ji bo bersivê bide êrîşa bi roketan, êrîş birin ser hedefên terorê yên li Xezayê."

Şêniyên Xezayê jî ragihandin ku êrîş li sê deverên bajêr hatiye kirin, lê nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Wekî din, tê gotin ku Îsraîlê piştî êrîşê deriyên sînor ên Erez û Kerem Ebû Salemê girtiye.