Îsraîlê berpirsyariya êrişên hewayî yên li Sûriyeyê da ser milê xwe

Artêşa Îsraîlê berpirsyariya hin êrişên 'mezin' ên li dijî navendên leşkerî yên li Sûriyeyê da ser milê xwe û diyar kir ku êriş ji bo 'bersiva' li êrişa bi roketane.

Sîstema parastina hewayî ya Îsraîlê Sêşemê çar roketên ji Sûriyeyê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kir. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê heman rojê êrişên hewayî birin ser Sûriyeyê.

Artêşa Îsraîlê Çarşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê û hêzên El Quds ên Îranê wan êrişên hewayî yên 'berfireh' pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li 10 hedefên hêzên El Qûdsê yên Îranî û artêşa Sûriyeyê xistin." Hate ragihandin ku di nava hedefan de fuzeyên ji bejahî ber bi hewayê ve tên avêtin, biryargehên giştî, depo û baregehên leşker jî hene.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê jî diyar kir ku bersiv ji 'êrişa giran' a  Îsraîlê re hatiye dayin û di encamê de gelek fuze hatine xistin.

Nehate gotin ku di êrişan de tiştek bi kesî hatiye yan na. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê ji êrişên bi roketan ên ji Sûriyeyê bên kirin hikumeta Şamê berpirsyar bibînin.