Îranê nerazîbûn nîşanî Erebîstana Siûdî da!

Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Hoşrû nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erebîstana Siûdî da ku Siûdiyan gotibûn, di nava 15 salan de dikarin bi Îranê re şer bikin.

Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY re şand. Di nameyê de îdîayên Erebîstana Siûdî yên li dijî Îranê hatin şermezarkirin û hate gotin ku gefa tê xwarin li dijî danezanên global in.

Hoşrû bal kişand ser dorpêçiya Yemenê ji aliyê Sûdiyan ve û îdîayên li ser qaçaxçitiya fuzeya balîstîk a Îranê li Yemenê red kir. Hoşrû da xuyakirin ku ev sûcdarê ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê ji aliyê rejîma Siûdî ve tê kirin.

Di nameyê de wiha hate gotin, "Sê endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî destekê didin îdîayên Siûdiyan ên li dijî Îranê. Her sê welat çekên kujer difiroşin Siûdî ku ev yek karesaeteke mezin e. Ji ber ku ev çek bi rengekî rêk û pêk li dijî sivîlan têne bikaranîn."

SALMAN ÇI GOTIBÛ?

Prensê Welîaht ê Erebîstana Siûdî Mûhammed bîn Selman ji medya DYA re gotibû, "Ji bo em xwe ji şerekî leşkerî vegirin divê em serketî bin. Eger em tişta ku dixwazin bikin bi ser nexin, dibe ku di nava 10-15 salan de em bi Îranê re şer bikin."