Îranê li kendavê tetbîqat pêk anî

Rejîma Îranê, beriya pêkanînên DYA'yê yên li ser Îranê, li kendavê tetbîqat kir. 

Rejîma Îranê, piranî tetbîqatên wiha ber bi demsala payîzê pêk dianîn. Lê wê vê tetbîqata roja pênşemê ango 6 Tebaxê ku beriya dîroka pêkanînên DYA’yê yên li hemberî Îranê, pêk tîne. 

Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku nêzikî 12 keştiyên Îranê tevlî vê tetbîqatê dibin. Rayedarê DYA’yê derbirand ku ev keştî, keştiyên biçûk ên êrîşê ne û nêzî keştiyên DYA’yê yên li herêmê nebebûne. 

Berdevkê fermandariya navendî yê CENTCOM ê DYA’yê Bill Ûrban, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku di derbarê operasyonên Îranê ku li kendava Îranê û neqeba Hurmizê zêde kirine, DYA agahdar kiriye. 

Ûrban got, “Em ji nêz ve dişopînin û ji bo ku keştî bikaribin serbest derbas bibin û serbest bazirganiyê bikin wê xebata me ya ligel şirîkên me bidome.” Tetbîqata dawî, di heyameke ku aloziya di navbera Îran û DYA zêde bûyî de pêk hat. Serokê DYA’yê Donald Trûmp, meha Gulanê eşkere kiribû ku ji peymana nukleerî vedikişin.