Îran bi 'şert' ji hevdîtinên bi DYE re amade ye

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku eger DYE pêkanînan bi dawî bike ew amade ne hevdîtinan bikin.

Daxuyaniya Serokkomarê Îranê di televîzyona dewletê de hate weşandin. Rûhanî got, "Komara Îslamê ya Îranê her tim alîgirê hevdîtinan e û eger DYE bi rastî jî dixwaze nîqaş bike, beriya her tiştî divê pêkanînan bi dawî bike."

Rûhanî eşkere ne kir ku hevdîtin dikare der barê kîjan mijaran de bê kirin.

Rêveberiya DYE'yê piştî ku di sala 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişand dest bi pêkanînên giran li dijî Îranê kir. Rêveberiya Washingtonê Îranê bi bêaramkirina herêmê sûcdar dike.

Ji destpêka ambargoyê û vir ve di navbera her du welatan de rewşeke aloz heye.