Îran berpirsên êrîşa Ahvazê tesbît kiriye!

Rejîma Îranê ragihand ku berpirsên êrîşa li dijî merasîma leşkerî ya li Ahvazê tesbît kirine. Li gorî rejîmê êrîş ji aliyê ‘Tekfîrcî’ ên hinek welatên Ereb piştgirî dikin ve hatiye kirin.

Di êrîşa li dijî merasîma leşkerî ya roja Înê ku li paytexta eyaleta Hûzistan a Ahwazê pêk hat de, 12 jê muhafizên şoreşê bi zêdahî 25 kes mirin.

Piştî vê êrîşê gelek kes hatibûn destgîrkirin. Wezîrê Karê Hundir ê Îrranê got: “Di operasyonên sîxûrî de yên ji kêliyên destpêk ve 5 kesên ji koma tekfîrîcî yên cudaker ku desteka wan hinek welatên Erban dikin ve hatine tesbîtkirin.”

Li gorî rayedarên Îranê têgeha ‘tekfîrcî’ îslamiyên Sunî yên redîlal in. Ev têgeha ji peyva Erebî ya ‘takfîr’ pêk hatî, li dijî kesên weke bê ‘dîn’ ku bi taybet ji aliyê rastgiran ve tê bikaranî, weke hincet şidetê tê bikaranîn.

Wezîrê Karê Hundir anî ziman ku senaqek veşartî dîtine, 22 kesên ku peywendiya wan bi êrîşê re hene destgîrkirine. Li gorî daxuyaniyê dest hatiye danîna ser amûrên leşerî yên teqemenî û amûrên din.

Li gorî wezaretê, kesên ferman û piştgirên wan ên derve jî hatine tesbît kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Dema pêwîst bû wê agahiyên hê zêdetir bê parvekirin.”

Êrîş sibeha Înê dema merasîmê pêk hat. Li gorî rayedarên Îranê 4 kesan êrîş kiriye. Agahiya her çar jî hatine kuştin hate parvekirin. Êrîşê du koman li xwe girtin. A yekem Eniya Berxwedana Netewî ya Ahvaz a duyem jî çeteyên DAÎŞ’ê.

Paytext eyaleta Hûzistan Ahvaz a piranî welatiyên wê Ereb in, 560 kêlometreyan dikeve başûrê Tehranê.