ÎLO: Hêla koronayê wê bêkariyê zêde bike

Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ÎLO) diyar kir tevdîrên îstîsnayî ku hikûmet ji bo pêşî li hêla vîrûsa koronayê bigirin standine, wê li ser ciwanên ku dikevin nav bazaran kar, bandoreke negatîf bike.

Midûrê departmana polîtîkayên kar ê ÎLO'yê Sangheon Lee  derbarê bêkariya ciwanan a meyla global raporek par ve kir û diyay rkir, tevdîrên derbarê hêlê wê bandora xwe li ser hilberandin û mezantinê bike, her wiha rîskeke mezin heye ku bandoreke xurt li ser ciwanan jî bike, ji ber ku herî pir ciwan ji krîzên aborî karîger dibin.

Lee got ciwan bêhtir meyla wan li ser karên demkurt, nerm û bêîstîkrar e û diyar kir,''Heke mezaxtina têkilî Covîd-19'ê van mehên pêşiya me jî bidome, bi maneya fersendên kar, divê mirov bê ku li ser ciwanan wê encamên xwe yên giran hebe.''

Li gorî ÎLO'yê li nav ciwanan ku temenê wan di navbeyna 15-24'an de ye, 2020 û 2021'ê, bi asta global wê hinekî zêde bibe. Bêkariya li nav ciwanan 2019'an xwe gihandibû sedî 13,6'an, ev rewş li gorî herêman diguhere.  Bêkariya ciwanan ku li Emerîkaya Bakur û Efrîkaya Biniya Sehrayê nêzî 9 ji 100'î, li Efrîkaya Bakur digiheta heta 30 ji 100'î.

Li gorî raporê ciwan, li gorî kesên ku temenê wan di ser 25'an re, sê caran li wan bêhtir rîska wan heye ku bêkar bimînin. Di nav ciwanan de yên xwedî kar, bi vegotine dî ji 429 milyon ciwanî 13 ji 100'ê wan bi hejarî dijîn. Ev rojê kêmî 1,90 dolarî distînin. 17 ji 100'ê  van kêmî 3,20 dolarî distînin. Her wiha ji 5 ciwanan yek jê bêperwerde dimîne, ne dibe xwedî kar û formasyonekê. Tê gotin ev rewş herî pir bandorê li jinên  ciwan dike.