Çeteyan li Nîjeryayê komkujî kirin

Li Nîjeryayê, komek ser bi çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke çekdarî kir û herî kêm 11 karker qetil kir.

Li gundê Wajîrko yê li eyaleta Borno ya li bakur rojhilatê Nîjeryayê, koma çete Dewleta Îslamê ya Rojavayê Efrîkayê (ISWAP) êrîş kir. Êrîş li dijî wan karkeran hate kirin ku xeta înternetê li herêmê amade dikirin.

Ji ber êrîşê 11 karkeran jiyana xwe ji dest dan ku li şîrketeke telekomunîkasyonê dixebitîn û piraniya wan ji wê herêmê bûn. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir e.

Koma ISWAP ku ser bi çeteyên DAÎŞ'ê ye, tê texmînkirin ku 3 hezar 500 heta 5 hezar hêzeke xwe heye. Di navbera çeteyên ISWAP û Boko Haram de li herêmê şer diqewime. Çeteya ISWAP ji aliyê çeteyên ji Boko Haram ve qut bûn sala 2016'an ava bû.

Li Nîjeryayê ku Boko Haram bi taybetî êrîşî sivîlan dike, ji sala 2009'an ve 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Çete tevî Nîjeryayê li Nîjer, Çad û Kamerûnê jî komkujiyan dikin.