4'ê Nîsanê li Ris Orangisê hate pîrozkirin
Bi wesîleya rojbûnan 76'an a Rêber Apo li qada Ris Orangisê şahiyek hate lidarxistin.
Bi wesîleya rojbûnan 76'an a Rêber Apo li qada Ris Orangisê şahiyek hate lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de ku Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Ris Organisê li gel Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan lidar xist, li ser paradîgmaya Rêber Apo axaftin hatin kirin.
Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Guneş Ardiç axivî, bal kişand ser girîngiya rojbûna Rêber APo ji bo mirovahiyê û destnîşan kir ku ev yek ji bo tevgerên çep û sosyalîst mîladek e. Guneş Ardiç diyar kir ku tezên şaristaniya demokratîk ên Rêber Apo bêhn aniye ber mirovahiyê û dînamîzmeke nû ya şoreşgerî afirandiye.
Fesih Varto bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivî û got, "Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê me mîlada dîroka rizgarî û azadiyê ye." Varto destnîşan kir ku Rêber Apo navendeke hêzê ya îdeolojîk afirandiye, havênê yekîtiya demokratÎk a neteweyî ava kiriye û sîstemeke alternatîf a azadiyê aniye ziman.
Çalakiya ku bi taybetî jin û zarok tevlî bûn, bi stran, govend, tilîlî û dirûşman dewam kir.