130 DAÎŞ'iyên ku li Rojava girtî wê bibin Fransayê

Hate diyarkirin 130 DAÎŞ'iyên li Rojava girtî çend heftiyên pêş bi balafiran wê bibin Fransayê.

Li gorî BFM TV'yê 130 çeteyên li kampên bin konrola Kurdan girtî wê li Fransayê werin darizandin.
Hate diyarkirin ku endamên çeteyan wê bi balafiran bibin. Hemû jî çawa ku birin Fransayê wê werin girtin û darizandin.

Wezîrê Karê Navxwe Chrîstophe Castaner Sêşemê têkilî mijarê axivî û got, ''Hemûyên ku wê bînin Fransayê wê radestî dadmendiyê werin kirin. Heke daraza biryar li ser wan bide ku divê werin girtin, wê werin girtin.''

Castaner got, ''Hin jê beriya niha hatin û hatin girtin, em wan nas dikin. Ên ku wê werin jî wê werin girtin.''


DI DEST YPG'Ê DE BI SEDAN DAÎŞ'IYÊN BIYANÎ HENE

Yekîneyên bi ser YPG'ê ve heta niha di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de yên li Bakurê Sûriyê nêzî 3 hezar DAÎŞ'î hatin girtin û niha li girtîgehên Rojava têne hiştin. Her ku operasyon didomin ev hijmar zêdetir dibe. Di nav girtiyan de 800 jê piranî ji welatên Rojava, ji 46 welatan in. Rêveberiya Rojava ev demeke bang li DYE, Fransa û Elmanya dikir ku darizandina DAÎŞ'iyên biyanî bigirin ser xwe. Heta niha Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê bi fermî ji rêveberiya Rojava welatiyên xwe yên ku YPG'ê ew bi saxî girtine, xwestine.