'Zanebûna civakê bi perwerdehiyê ye'

Endamên Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Êzîdiyên Şengalê (SZPÊŞ) gotin, ji nan û avê bêhtir pêwîstiya zarokên wan bi perwerdeyê heye. Hîndekaran gotin, civak bi perwerdehiyê bi pêş ve diçin.

Endamên Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Êzidîyên Şengalê li ser vekirina dibistanan a li navenda bajarê Şengalê ji ANF’ê re axivîn.

Mamoste Diham Reşo, endamê Saziya Ziman û Perwerdehiyê ya Êzidiyên Şengalê got, "Em  mamoste li ser daxwaza zarokên Şengalê  dixwazin  dibistanan ji zarokên navendê yên Şengalê re vekin."

'LI ŞENGALÊ 400 ZAROK DIXWAZIN BI ZIMANÊ XWE PERWERDE BIBIN'

Reşo got, "Li gor hejmara mamosteyan em ê çar dibistanan li gor derfetên xwe vekin. Her wiha di demên pêş de li gor zêdebûna hijmara mamosteyan û zêdebûna zarokên li navenda  Şengalê em ê ji çar dibistanan zêdedir vekin. Ji  Şengalê nêzîkî 400  zarok me dixwazin xwe bi zimanê dayikê perwerde bibin. Ji ber ku gelê me bi temamî venegeriya e ser axa xwe, heke bi temamî vegeriyan hijmara zarokan ji 900’î dibe ku derbas bibe.

Em  mamosteyên Şengalê daxwaz ji keç û  xortên xwe dikin ku zêdetir tevlî nav mamosteyan bibin; ji ber ku zarokên me pêwîstiya wan bi perwerdeyê  heye û hewce ye  ku bi zimanê dayika xwe werin perwede kirin.

Di demên pêş de wê beşek ji Peymangeha Ş.Rêzan were navenda bajarê Şengalê. Daxwaza me ji her kesî ew e ku bikaribe were tevlî vê peymangehê bibe, li ser asasê ku bikaribin bêhtir zimanê xwe hîn bibin û civaka xwe xurt bikin. Tevlîbûna  niha pir baş e lê em dixwazin bêhtir werin tevlê bibin, çiqas werin ew qas wê civak zane bibe."

'LI KU DERÊ HEWCEYÎ PÊ HEBE, EM Ê PERWERDEHIYA ZIMAN BIDIN'

Rîham Hesen, ku ew jî endama SZPÊŞ’ê ye, got, "Ez mamosteya zimanê Kurdî me, li navenda Şengalê li ser esasê ku zimanê me neye winda kirin hewl didim. Piştî  ku gel koçber bû niha dîsa gel vedigere ser axa xwe, zarok jî daxwaza dibistanan dikin ,ji ber ku heya niha dibistan ji wan re nehatine vekirin.

Em  mamosteyên Şengalê jî li gor derfet û delîveyên xwe li her cihê ku zarokên Şengalê lê bin em wir bê perwerde nehêlin. Li gor daxwaza milet, ku dixwazin zarokên wan zimanê dayikê hîn bibin û werin perwerdekirin,  em jî li gor hijmara zarokan em ê dibistanan ji zarokên Şengalê re vekin.

Em bang li miletê xwe dikin ku rê li ber zarokên xwe negirin, bila zarokên wan werin perwedekirin; ji ber ku zarokên me niha pêwistiya wan bi zimanê dayika wan heye. Lewre beriya fermana 74’an me zarokên xwe bi zimanê Erebî perwerde dikir."