Tev Çanda Jinên Kevana Zêrîn Gurbet Aydin bi bîr anî

Tev Çanda Jinên Kevana Zêrîn fermandara gerîla û hurmend Gurbet Aydin bi bîr anî û got, "Bi helwesta Mizgînan divê mirov pêşengiya şoreşa hunerê bike û li ser vê zemînê divê em mîrateya ku şehîdan ji me re hiştin bi azadiyê tacîdar bikin."

Komîteya Tev Çanda Jinên Kevana Zêrînê di salvegera 25’an a şehîdbûna Gurbet Aydin (Ozan Mizgîn) de, bi daxuyaniyekê Şehîd Mizgîn bi bîr anî.

Tev Çandê di daxuyaniyê de got, "Em fermandara mezin a jin û hunermana gerîla hevrê Ozan Mizgîn (Gubet Aydin bi salvegera 25’an a şehîdbûnê de bi hurmet û minet bi bîr tînin."

'HEM HUNERMEND Û HEM ŞERVAN..'

Bi berdewamî li ser Ozan Mizgîn hate gotin ku ew ne tenê hunermend e, xwedî kesayeteke dewlemend e, ji şer bigire ta bi qada siyasetê, berpirsyariya herî bilind û fermandarî kiriye û her demê di têkoşîna azadiyê de li eniya pêş bûye û di şerê dijî dijmin de, bi berxwedana fedaî heta bi guleya xwe ya dawî şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

‘JIN Û CIWAN BER BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ VE KIŞANDINE’

Bi domdarî Tev Çandê bal kişande ser bandora Ozan Mizgîn û hate gotin: "Heval Mizgîn bi xebatên xwe yên çand û hunerê, hê jî ji kûr ve efsûnekê bi me re çêdike û bandoreke pir mezin li me dike. Di têkoşîna me ya azadiyê de û di xeta me ya hunerê de keseke wiha ye ku qet nayê jibîrkirin û pêşengbûna xwe ya jina ku têkoşîna azadiyê dide, bi her hêlê ve pêk aniye. Heval Mizgîn di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de bi stranên xwe, ji jinan re û ji gelê xwe re bûye deng, bûye qêrîna azadiyê. Bi huner û têkoşîna xwe her demê, di demên herî dijwar de li cem gelê xwe bûye û ev jî ji xwe re kiriye rêgeza exlaqî û ûcdanî. Li dijî qirkirina çandî û fizîkî ya li ser jinê û gelê xwe têkoşîna aktîf daye û jin û ciwan bîrewer kirine ber bi eniya têkoşînê ve kişandiye."

‘DIVÊ EM PÊŞENGIYA ŞOREŞA ÇAND Û HUNERÊ BIKIN’

Tev Çanda Jinên Kevana Zêrîn got ew jî bi rengê jinê bi peywireke wiha re hevrû ne ku divê şoreşê, xeta berxwedanê, hezkirina xwe ya li azadiyê, bawerî û fedakariya ku hatî jiyîn, lengiyan derbasî hunerê bikin û herî dawî wiha got: "Di maweya dîroka me ya têkoşînê azadiyê de Mizgînan tim bi bihîstyariya hunerî ev kirine. Em jî divê hay ji şaşîtî û helwesta xwe ya têrneker çêbibin û li ser vê zemînê bi helwesta Mizgînan divê em pêşengiya şoreşa çand û hunerê bikin û li ser vê zemînê em mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine bi azadiyê tacîdar bikin."