'Tanriça Zîlan bi qasî navê xwe xwedî nirxeke dîrokî ye'

Di 14. salvegera damezrandina kovara Tanriça Zîlan de gerîlayan nêrînên xwe anîn ziman

Kovara Tanriça Zîlan di sala 2000’an, li Herêmên Parastinê yên Medyayê cara yekemîn dest bi weşan û çapkirina xwe kir. Ev kovar berê bi sê zimanan dihate çapkirin, hem bi zimanê Kurdî, hem yê Tirkî û hem jî yê Erebî bû. Lê bi demê re û li gorî derfetan zimanê Erebî jê hate derxistin û êdî weşana xwe bi zimanê Kurdî û Tirkî domand. Ev kovar îlham ji têkoşera Kurd Zîlan (ZEYNEP KINACI) ya ku çalakiya fedayî di sala 1996’an de li Dêrsimê pêk anî û gihîşt şehadetê, digire. Bi naverokeke siyasi, wêjeyî, felsefî, tevî ku zanista jin(Jineolojî) û dahûrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdeke mezin werdigire, her meh weşana xwe didomîne.  Û ji ber ku projeya zilam guhertinê yek ji berpirsyartiya jin a herî destpêkê ye, ev kovar cih dide veguhestina vê projeyê jî. Her wiha Kovara Xwedawend Zîlan bi vê keda bê hempa ji gerîlayekê derbasî ya din dibe û heya îro jî li ser wê esasî li çiyayên kurdistanê waşana xwe didomîne. Ji ber ku 30’ê Hezîranê salvegera çapkirina Kovara Xwedawend Zîlan e, bi wê boneyê hinek xebatkar, nivîskar û şopdarên vê kovarê  ji Ajansa me re axivîn. 

'KOVARA TANRIÇA ZÎLAN BERHEMEKE KOLEKTÎF A JINAN E'

Pelşîn Tolhildan yek ji wan kesan e ku di dema damezirandina kovara Tanriça Zîlan, cihê xwe di rêveberiya tevgera jin de digirt, di der barê damezirandina kovara Tanriça Zîlan de, girîngî û wateya navê wê, di heman demê de li ser naveroka wê vegot; "Kovara Tanriça Zîlan di Hezîrana sala 2000’ê de, di çiyayên azad, li herêmên parastinê yên medyayê  dest bi weşana xwe kir. Hejmara yekem jî wê demê derket. Ji xwe dema ku cara yekemîn me nîqaş ji bo derketina wê da meşandin pêvajoyeke awarte bû.  Weke tê zanîn salek li ser komploya ku li dijî Rêbertî pêk hat, derbas bûbû. Û ji ber ku ev komplo bi destê hêzên navneteweyî hatibû pêk anîn, di her milekî de êrîş li ser tevgera me hebûn. Çi di milê siyasî de be, çi jî di milê îdeolojî de. Bi taybet di milê jin de, piştî esareta li ser serokatî, tevgera jin sanciyên gelek mezin jiya û di pêvajoyekî gelek zehmet de derbas bû. 

Bê guman dema ku me nîqaş ji bo pêwîstiyekî bi vî awayî da meşandin, çavkaniya me ya herî mezin xwedewanda me rêheval Zîlan bû. Ev nav jî piştî ku heval Zîlan di sala 1996’an de çalakiya xwe ya fedayî pêk anî, Rêbertî lêkir. Lê ev nayê wê wateyê ku tenê li ser navê heval Zîlan e, heval Sema ku di 8’ê Adarê de çalakî pêk tîne û di 17’ê Hezîranê de dighîje şehadetê, ew jî weke xwedewandekê cihê xwe bi pareke mezin di çavkaniya vê kovarê de digre. Ji ber ku van hevalan di mercên herî zor de, di demên ku partî xetimandin dijiya, bi derketineke gelek mezin, bi rûmet û bi lehengî bersiva demê bi fedakirina canê xwe dan. Ew ne tenê di milê siyasî de bûn xwedî ristekî pîroz, lê belê hem di milê îdeolojî de, hem jî di milê asoya fikrî de veguhertinên gelek bi nirx avakirin."

'ARMANC DOMANDINA LÊGERÎNA JIYANA BI WATE YE'

Tolhildan bal kişand li ser pêşengiya Zîlan û ji bo gerîlayên jin xeteke çawa ava kiriye. Di dewama axaftina xwe de Tohildan ev xal bibîr xist; "Me her got ji bona ku em di her kêliyekê de bibin şopdarê wan lehengan, ji bona ku em her dem ber bi wan asoyên azad ve  biçin, bijîn, hîs bikin û her dem bidin axaftin, weke rêhevalên rêwîtiya wan ya azadiyê divê em kovarekî bi vê awayî derxin. Tevî ku armanca me ya din ew bû ku em weke gerîlayên jin û xort di milê bîrdozî û ramanî de jî bibin bersiva herî mezin û di cih de ji bo komploya ku li dijî Rêbertî pêkhat. Ev biryara me jî li ser wan esasan bû. Li ser wê bingehê jî hejmara yekemîn di 1’ê hezîrana sala 2000’an de derket.  Navê wê bi serê xwe moralek û heyecanekî gelek mezin di tevahî hevalan de avakir. Weke tê zanîn dirûşmeya heval zîlan ya herî mezin ew bû kû digot: ‘Ez dixwezim bibim xwedî jiyaneke bi wate’.  Bi rastî jî ev lêgerîna wê ya jiyaneke bi wate û biryara wê ya xurt ji bo gihîştina wê armanca xwe, xala herî zêde ku moral da me, em motîve kirin û em teşwîqî biryara her dem jiyandin û jiyankirina wê îradê, kirin. Di sala 1996’an de çalakiya rêheval Zîlan, di sala 1998’an de jî çalakiya rêheval Sema bûn bersiva herî xurt ji bo demê. Ji xwe tê zanîn armanca hêzên navnetewî ew bû ku bikaribin bi rêya pêk anîna wê komployê, wateya jiyanê bixin û tekoşîna azadiyê bidin rawestandin. Em  jî bi rêya wê kovarê hevpeymanekî bi rêheval Zîlan û Sema re didin avakirin. Heya ku em li ser xeta wan û lêgerîna wan, jiyaneke azad avanekin, em vê dozê bernadin. Di heman demê de ev kovar dide xuya kirin ku gerîlayên jin di çîyan de tenê bi karên qaba re û şer ve mijûl nabin, berovajî doza me ya herî sereke doza lêgerîna jiyaneke azade, doza hezkirinê ye, doza evîn û  bîrdoziyê ye. bi kurtasî armanc ew bû ku em li pey  ew jiyana ku wan hevalan di oxira gihîştina wê de canê xwe kirin sîper û biryar dan ku  xwe bikin mertalên parastina wê vînê. 

'TANRIÇA ZÎLAN BÛ ÎLHAM'

Bê guman her gerîlayekî jin bi coşeke mezin xwedî li kovara xwe derdikeve. Dema ku kovar dest pêkir hem di milê hevalên jin de hem jî di milê hevalên xort de, bû xwedî derketineke pir mezin. Ew jî dîyar kir ku bi rastî jî her kes, di her milî de dixweze wateyekî mîna armanca heval Zîlan û heval Sema li jiyanana xwe barkin û li pey doza wan tekoşîna xwe bidomînin."

Tolhildan wiha dirêjî da gotinên xwe; "Ji ber wê jî hemû nivîsên hevalan û hem  pêşniyarên wan li ser vê esasî bûn. Bi taybet piştî ku parêznameya Rêbertî derket, arşîvekî gelek xurt û bi nirx hate kûmkirin. Ji destpêka derketina kovarê heya niha gelek hevalên hêja ku di şert û mercên gelek zehmet de  cihê xwe di amede kirina wê de girtin. Hinek ji wan niha li qadên cûda dixebitin, hinek ji wan jî bi lehengî şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Di heman demê de gelek nivîskarên wê yên hemdemî hebûn ku ew jî gelek ji wan şehîd ketine, hinek ji wan jî heya îro jî rista xwe didomînin. Heya îro jî xebatkarên wê di amede kirina kovarê de keda wan hevalan didomînin. Ew jî mirov dikare jêre bêje kovara Tavnriça Zîlan berhemekî kolektif ya jinane. Ji bo wê jî heyecana wê ya destpêkê hîn jî di dilên hevalan dide deng vedide. Piştî derketina Kovara Tanriça Zîlan bi demekê, kovara YJA-STAR jî derket. Ev kovara Tanriça Zîlan destpêkê gîştî bû, lê piştre bû îlham ji bo derketina kovaran li qadên cûda. Weke nimûne kovara ku li qada Rojhilat derdikeve. Ew hemû jî li çiyan dihatin çapkirin. Ji ber ku wê demê hîn kovarên me yên qadên civakî tinebûn. Jina Serbilind jî di sala 1994’an de ceribandina me ya yekemîn bû ku hêzeke mezin da me. Dîsa li qadên Başûr û Rojava jî kovarên jin hebûn. Ev jî ceribandinên me yên qada civakî bûn. Lê ya yekemîn di çiyan de ku îlham ji kovarên din re da avakirin kovara Tanriça Zîlan bû. Ew kovar bû sedema pêşketina jiyana bi wate hem di milê fikrî de, hem jî di meilê bîrdozî de. Her wiha ev kovar bû 14 salin ku di bin xizmeta dirûşmeya rêheval Zîlan de dixebite. Weke heval Sema digot:’ jina kurd wê ji nûde ji xweliya xwe avabibe’. Kovara me jî bi wê armancê hişt ku hêza xwe veguhezin jiyaneke bi wate. Tevî ku risteke mezin di avakirina bingeke bîrdozî ya xurt de lîst."

'BÛ NAVBÊNKARA HESTAN'

Yek ji xebatkarên Tanriça Zîlan a kevn Rûmet Qoser bal kişand ser şert û mercên derketina Tanriça Zîlan; "Ez di serî de hemû hevalên ku kedekî bê hempa di amedekirina kovara Tanriça Zîlan de  dan û bîranînên wê li her deverekî ku çûnê gerandin, jiyan û dan jiyankirin ku ez jî yek ji wan im, bi rêzdarî silav dikim û bibîr tînim. Dema ku min dest bi vî xebatî kir, kovara Tanriça Zîlan ji min re bû rêberê jîna min. Ji ber wê jî ez hevalên ku bi hemû zanebûna xwe ez tevlî nava vî karî kirim, di serî bi rêzdarî silav dikim û bejna xwe li ber ked û tekoşîna wan ditewînim û soza xwe ya şoreşgerî û hevaltî di şexsê wan de dûbare dikim. 

Kovara Tanriça Zîlan  bi naveroka xwe berhemekî bîrdozî, siyasî, leşgerî û rêxistinî ye. Bê em ji bîr bikin ku hemû milên çand û huner jî digre nava xwe. Tê zanîn ku di gelek deman de xebatên ji nûde avakirin û sazkiriê  rastî gelek zehmetiyan tê, lê kovara Tanriça Zîlan bi pêşwazîkirina hevalan ya germ û bi heyecan dagirtî, di demeke kurt de pêş ket û bû deng û rengê her hevalekî di her mijarekê de. ji ber ku her hevalek xwedeî jiyaneke dagirtî bîranîne, her weha xwedî bîranînên tijî jiyane. Bîranîn jî dema tê gotin ew in ku kêliyên bi nirx yên ku her jineke şoreşger  li serê van çiyan dijî û wan bîranînan jî dixe xizmeta jiyaneke azad û xwedîderketina li civaka xwe.  Kovara Tanriça Zîlan bi rista xwe bû rêyek ku van bîranînan bi her kesekî re parvebike. Di heman demê de ji bo hemû hevalan bû navbênkara hestan. Navbênkara parvekirina paşeroj û pêşeroja xwe. Ruxmî hemû zor û zehmetiyên ku kovara Tanriça Zîlan rastê hat, lê dîsa jî bingehek kûr da avakirin û  giha her derekê. Her nivîskarekî vê kovarê rastiya ku dijî bi her kesî re par vekir. Dibe me rêheval Zîlan nedîtibe lê mîrasa ku ji me re hişt mirov dikare bi vî awayî par vebike û xwedî lê derkeve. 

Rojeva  kovarê û sîstema wê  her dem bi guhertina pêvajoyê re hat guhertin, bêhtir hat dewlemend kirin û bi demê re pêwîstiyên wê di her milî de hatin dagirtin. Ji ber wê jî heya roja me ya îro jî bi awayekî xurt û dewlemend didome. Weke tê zanîn xêbatên ku lewazî dijîn hêdî hêdî xwe ber bi xetimandinê de dibin. Lê kovara Tanriça Zîlan bi guherîna demê re, bi rastiya Rêbertî re û bi vîna şehîdên me yên nemir ku heya nefesa xwe ya dawî bê navber têdikoşin, her dem ji ya din zêdetir xwe nû dike û pêş ve dibe. Em jî îro van gavê girîng di rojevê de dibînin û bi hemû rêhevalan re par vedikin."

'EV KOVAR ME DIGIHÎNE PERSPEKTÎFÊN TEVGERA JINÊ'

Qoser da xuyakirin ku kovara Tanriça Zîlan dibe navbênkarek ku gerîla ramanên hevdu bişopînin û wiha domand: "Mebesta kovarê ya bingehîn hem ji milê rêxistinî nûbûnên ku tên çêkirin rave dike, hem jî di qada bîrdozî de felsefeya Rêber APO bi zimanekî sade, zelal û vekirî diweşîne. Û weke gotinên ku ji hingivîn didarivin, weke wan hestên paqij ku di dilê her kesekî de diherike digre nava xwe, şirove dike û bi zimanekî herî hesan ku her kes karibe têbigihîje, rave dike. Tevgera azadiyê her ku roj derbaz dibe di nava nûbûnekê de xwe vediguhere, bi taybe di qadên çiyan de, nû bûnên ku weke dilopên vîn û paqijiyê diherikin ser rûyê dilê me, di heman demê de dibin navbênkar ji bo fêm kirina vê jiyanê, têgihîştina dîroka wê û parvekirina wê.   Ev jî ji bo her kesî derbzdare, ji berku nû û kevin nas nake û xîtabî her kesekî dike. Ji bona ku her kes karibe bi heman hestê ber bi hedef û armancên rast ve biçe. Ev jî dibe ronahiyek, di bingeha vê ronahiyê de îro gelek heval hene me nedîtine lê îro bi parvekirina wan ya jiyan û fikra xwe em ji hevdu xerîb nayên, berovajî em her hevdu dişopînin.  Milê wê ya din jî ew e ku gelek caran bi navbênkariya kovara Tanriça Zîlan  em dighîjin perspektîfên Tevgera Azadiya Jinê û bi rastiya rêxistinî re dibin yek. Ev parvekirina rêxistina jin mirov dikare weke şanaziyekê bibîne. 

Ez jî weke hevalekê ku ev xebat da meşandin û bîranîna wê bi xwe re bir her derekî ku ez çû mê, ez dîsa her hevalekî ku cihê xwe di nava vê xebatê de girt silav dikim,  hemû şehîdên nemir bi rêzdarî bi bîr tînim, li hember rêheval Zîlan û Sema bejna xwe ditewînim û bi vê navbênkariyê ez Rêber APO jî silav dikim."

'BI RÊYA TANRIÇA ZÎLAN ME XWE NAS KIR'

Nûpelda Engîn jî yek ji nivîskarên Tanriça Zîlan e. Di der barê hêz û morala ku ji Tanriça Zîlan werdigire parve kir; "Ev demeke dirêje ku kovara Tanriça Zîlan di çiyan de derkikeve. Ji ber ku herdem hêzeke ku em jê bigrin heye, ji ber wê jî em her dem dişopînin. Hêzeke di her alî de bi par, diafirîne û derbaSî şopdarên xwe dike. Bi riya vê kovarê em çerçeveya fikirandin û jiyandina hevdu fêm dikin û hîs dikin. Ji ber kovara Tanriça Zîlan kovarekî gelek jiyanî ye. Bêyî ku em milê wê yê teorîk ku zihniyet û nêrîna me ji tiştan re dide diyarkirin, ji bîr bikin. Ji ber wê jî ev kovar ji bo me meteryalekî û navbênkarekî esasî û bigehîne."
 
'EM RÛPELÊN WÊ BI JÎNA XWE DIXEMILÎNIN'

Engîn, hestên xwe yên ku nivîsên xwe pê dixemilîne bi vî rengî bilêv dike: "Bi şopandina wê re em jî weke kes mohra xwe lê didin. Ew jî bi nivîsandinê pêk tê. Dema heval nivîs ji me dixwezin em jî bê dudilî, bi heyecaneke mezin dinivîsînin. Çerçeveya ku ez her dem nivîsên xwe li ser esasê wê dinivîsînim, têkîliya jin û Rêbertî ye. tê bîra min carekê hevalan pirsekî weha ji min kirin ‘ tu çawa li vê dunyayê dinihêrî?’, wê pirsê gelek bandor li ser min kir, ji berku wê demê ez baş têgihiştim ku heval dixwazin bi riya kovara Tanriça Zîlan meyzandina her hevalekî bi her kesekî re pavebike, bide fêmkirim û bihêle ew kes bi xwe jî xwe nas bike. Tevî ku nivîsandin bi xwe jî dihêle ku fikrên me bêhtir bikevin sîstemekê û mirov bi wê re careke din xwe nû dike. Ji ber wê jî ez dibêjim ku nivîs nivîsandin ji bo kovara Tanriça Zîlan coş, moral û heyecaneke pir mezin dide mirovan.  Bi nivîsandinê re jî mirov dibîne ku çiqas hafîzeyek jin a xûrt  û dewlemend heye, tevî ku  têkiliya pîroz ya jin û gerdûnê berçav dibe. min di vê tecrûbeya xwe de dît ku  heke jinek li heqîqetê bigere divê vegere paşeroja xwe, ev jî tê wateya ku divê mirov vegere jiyana derbasbûyî ya her zindiyekî, li dîroka wî lêkolîn bike û xwe di nava wê hebûnê de peyda bike. Ji ber wê jî bi nivîsandina min ji bo kovara Tanriça Zîlan re min careke din xwe fêm kir, nû kir û  ketim ferqa jîn û dîroka xwe. Ji ber wê jî her ku min dinivîsand min bi zewqekî pir mezin rûpelên kovarê bi jîna xwe xemiland."

'EW RISTA MATERYALEKE PERWERDEYÊ JÎ DILÎZE'

Zeyneb Nêrgiz jî yek ji şopdar û nivîskarên Tanriça Zîlan e.  Mîsyona Kovara Tanriça Zîlan a ji bo materyalê perwerdeyê nirxand û ev diyar kir:  "Bi şopandina kovara Tanriça Zîlan re mirov dikare ji perspektîfên rêxistinê bi taybet ya jin, bibe xwedî agahî, pêvajoya mehane jî pişoşîne fêm bike û hestên xwe bi her kesî re parve bike. Weke jinekê mirov dikare girîngiya vê kovarê bide berçavan.  Rista me ya sereke jî em wê bi nivîsên xwe têr bikin. 

Di heman demê de kovara Tanriça Zîlan rista materyalekî sereke yê perwerdê radigre ser milên xwe. îro li her derê perwerde li ser esasê vê kovarê tê dayîn û gelek cihên ku derfetên wan yên lêkolînê çênabin, dikarin bi riya kovara Tanriça Zîlan xwe bighînin armanca xwe. Ez bi xwe jî her dem li ser vê temelî nêz bûm û nêzdibim.  Ruxmî ku di bin derfetên kêm de jî tê çapkirin dîsa jî weke çavkaniyeke xûrt ku her dem di nava herikandinekê de ye,ji ber wê jî Mirov dikare bêje min bi xwe gelek sûd jê wergirt. Li ser wê esasî jî ez dibêjim emê her dem li ser wê xetê û rastiyê, tekoşîn û berxwedana xwe bênaver bidomînin."

'EM WEKE ZILAM DIVÊ BIGIHÊJIN WÊ RASTIYÊ'

Yek ji xwendevanên Tanriça Zîlan jî Xebat Med e ku sûdwergirtina xwe ji projeya veguhertina zilam ku Tanriça Zîlan cihekî mezin didêyê şîrove kir û wiha axivî: "Erka ku dikeve ser milê kovara Tanriça Zîlan bi qasî navê wê girînge û ewqasî jî xwedî berpisyariyeke bingehîne. Misyona xwe jî ya yekemîn ji xeta azadiya jinê digre, ev xeta azadiya jin jî di şexsê rêheval zîlan de,  di asta pêşengtiyê de, xwe dide nîşandan. Ji ber wê jî ev kovar xwedî risteke pir girînge.  Lê ev nayê wateya ku kovara Tanriça Zîlan tenê têkildarî jine, ger em weha bifikirin em wê bikevin kêmasiyên gelek mezin. Ji ber ku azadiya civakê jî di azadiya jin de derbas dibe.  Em jî weke zilam divê bighîjin wê rastiyê ku heke em bixwezin azad bibin divê em di xeta azadiya jin de bimeşin, felsefa wê fêm bike, xwe tê de kûr bikin û li ser wê esasê avabikin. Ji berku xeta azadiya jinê xeta azadiya jiyanê ye. Ev jî misyona yekemîn ya kovara Tanriça Zîlane. 

Ji ber naveroka vê kovarê ya dagirtî û bingehîn, ev kovar gelek xwendevan û şopdar li dora xwe komkirî û vê berhema xwe dike malê her kesekî, ji berku kovara Tanriça Zîlan ji pêwîstiyên mere dibe bersivekî herî sereke, xûrt û dagirtî. Ji ber wê jî ev kovar her hevalekî bi her milî wî / wê temsil dike. 

Tiştê din ku kovara Tanriça Zîlan ji me re mamostetiya wê dike mijara xweşikbûne. Ji berku xweşik bûn û azadî bi hevdu ve girêdayî ne. Tiştê xweşik bê azadî nabe, tiştê azad jî kirêt nabe. Xweşikbûn jî em ji jinê fêr dibin. Ji ber wê jî mirov dikare bêje ku kovara Tanriça Zîlan ji mer hem dibe azadiya jiyanê û hem jî xweşik bûna jiyanê.

'EV MÎRATE WÊ HER BIDOME'

Binevş Sarya jî  cihê xwe di vê xebatê de digire, di der barê çawaniya amedekirina kovarê bi awayekî hevkar de, peyivî û got: "30’ê Hezîranê hem weke salvegera şehadeta rêheval Zîlan e, hem jî salvegera weşandin û çapkirina kovara Tanriça Zîlane. Kovara me dikeve sala xwe ya 14’mîn. Ev kovar girîngiya xwe hem ji naveroka xwe ya dagirtî digre, hem jî ji wateya navê xwe digre. Hermeh ku em kovara xwe amede dikin em giranî didin rojevên jin di her milekî de weke siyaset, çand û huner û HWD. Lê em tenê siyasetê nagrin dest, her weha em bi pareke mezin cih didn wêje, felsefe û zanista jin(Jineolojî)jî. Di heman demê de ev kovar bi rengê her kesekî xwe dixemilîne û naveroka xwe dadigre. 

Tenê em weke xebatkar ji kovara Tanriça Zîlan re nanivîsin, ji hemû qadan ji me re nivîs tên. Lê ji bo ku nivîs werin em destpêkê not ji hevalan re dinivîsin, heval jî bi rista xwe di demek guncav de nivîsa xwe dinivîsin û ji me re rêdikin. Em weke gruba kovarê her meh kom dibin, rojeva xwe diyar dikin, nivîskarên hemdemî ji xwe her meh berhem rêdikin, lê em li gorî rojevê jî hevalên ku wê mehê ji me re binivîsin diyar dikin û wan bi vî revgî agahdardikin. Ez jî weke xebatkareke ku min nû cihê xwe di vê xebatê de girtiye, beriya min bi sedan heval tê de derbaz bûn. Hinek ji wan şehîd ketin, hinek li qadên cûda ne û hinek jî heya îro xebata xwe didomînin. Mîna rêheval Sarya Onur û Denîz Firat. Lê bê goman di wan deman de şert û mercên ku kovar tê de dihate amedekirin hîn zortirbûn, bi demê re jî ev rewş hate guhertin, lê ev ked her dem xwe berdewam kirî û dîrokek daye avakirin. Wan hevalan jî di demeke pir zehmet de ev berhem dane dest pêkirin û domandin. Ji berku carina hatina nivîsan ji dûr ve, carina çapkirina wê, carina jî teknîk dibûn pirsgirêk. Ji ber wê jî hevalan kedeke gelek mezin dan heya ku gihandin vê astê. 

Ez bi xwe jî weke hevalekê ku cihê xwe di nava vê xebatê de digirim, em îro keda van hevalan berdewan dikin, tevî ku em dixwezin ji mîrateya wan re bibin bersiva herî mezin û bibin şopdarê rê û tekoşîna wan. Li ser wê esasê jî ez bawerim ku şopdarên kovara Tanriça Zîlan ji kovarê hezdikin û dixwînin. Ez bi xwe jî beriya ku ez werim vê xebatê min dişopand û gelek jê hezdikir, ji berku nivîsên wê mirovan di her milî de gelek zanist dikin û pêşdixin. Em jî weke xebatkarên kovara Tanriça Zîlan, li ser wê esasê û bi wê riştê nêzî vê xebatî dibin û hêvîdarim ku her kes xwe tê de bibîne."

...