Şer û wijdan: Av û Ar

Lîstika Emîn Yalçinkaya ya ku di jêrzemînekê de qala çar kesan dike yên ku di navbera kabûs û wijdan de diçin û tên, promiyera xwe kir.

Jineke ciwan a ku dibe şahida kuştina mamosteyê xwe, Helîma ya ku mêrê wê bi kuştinên kiryarên wan ne diyar tê kuştin, Bedran ê ku bi dewletê re dixebite û dibe sedema kuştina merivên xwe û bijîşkekî ku ji bo tolhildana birayê xwe yê di leşkeriyê de dimire dev ji bijîşkiyê berdide û dibe leşker. Di lîstika Emîn Yalçinkaya ya bi navê ‘Ar û Av’ de çîroka van çar kesan di jêrzemînekê de digihêjin hev.


Lîstîka Şanoya Bajêr a Amedê ya ku tê de Mehmet Mûsaoglû, Dîcle Guneş Yavûz, Ozcan Ateş û Gulê Ozalp Ûlûsoy dilîzin promiyera xwe kir.


Derhênerê lîstîkê Emîn Yalçinkaya diyar kir ku di salên 90’î de di dema şewitandina Licê de bûyereke wisa qewimiye û ji ber bandora vê bûyerê, lîstîkeke wisa nivîsandiye.