Êrîş birin ser mizgefta Kurdan

Li Elmanya, li bajarê Pforzheîmê şevê dî hin kesan êrîş bi ser mizgefeta Kurdan de anîn, li mizgeftê Qur’an jî di nav de gelek pirtûkan û malzemeyan ziyan dîtin.

Şevê dî saet li Pforzheîmê 21.00- 22.00’an  êrîş birin ser Mizgefata Selahaddîn-î Eyyûbî ku bi Komeleya Çanda Kurd re di heman avahiyê de ye.

Kesên ku êrîş birin ser mizgeftê ku qata wê ya jor Komeleya Çandêbû, gele pirtûk û Qur’an belawela kirin û ziyan dane wan.

Piştî ku bi bûyerê hisiyan gelek Kurdistanî li mizgeftê li hev kom bûn, helwesta xwe nîşan dan. Balkêş e ku êrîş roja pêşî ya cejnê pêk hat, gumanê ji wan dibin ku êrîş ji hêla faşîstên dijminê Kurdan ve pêk hatibe.

Polîsên Elman hate cihê bûyerê, ti agahî nîn e bê ka êrîş kê aniye. Hate gotin pisporên krîmînal îro bi roj wê werin mizgeftê û lêkolînê bikin.