Yekîtî xwe ferz dike

Hem ji bo parastina destkeftiyên li Başûr, hem jî ji bo parastina beşên din ên Kurdistanê yekîtiya neteweyî şert e. Parastina destkeftiyên li Başûr berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gel hemûyan e.

Dewleta Tirk êrişî her devera Başûrê Kurdistanê dike. Li Başûrê Kurdistanê hem kûr bi navê de çû, hem jî berfireh belav bû. Êrişî her deverê kir û ketiyê. Ji Hewlêrê jî bihurî û ev rewşek ciddî ye. Heke dewleta Tirk êrişî her devera Başûr dike, bi dehan baregehên wê li Başûr hene, MÎT li Başûrê Kurdistanê serbest digere, ma mirov dikare bêje Başûrê Kurdistanê azad e? Erê, destkeftiyên Kurdan hene; lê Başûrê Kurdistanê ne azad e. Li Kurdistana ne azad her tim tahlûke ye ku destketiyên heyî jî ji dest biçin. Mejiyek heye ku Lozana sînorên Tirkiyeya niha xêz kirî binkeftî dibîne û ev jî eşkere delîlê vê ye. Dema dibêjin Lozan têkçû ye, esas dixwazin bêjin Rojava û Başûr ji derveyî sînorên Tirkiya niha maye. Dixwazin van beşan jî mîna Bakur dagir bikin û bi ser Tirkiyê ve bikin. Erdogan berî sê çar rojan got di nava demeke kurt de em ê 'zeferên nû' bi bidest bixin. Ev tê wê maneyê ku difikirin li Iraq û Sûrî herêmên nû dagir bikin. Xuya ye ku ti kes nikare çavên xwe li vê rewşê bigire.

Ji ber nebûna yekîtiya Kurdan Erdogan wisa çavsor û êrişkar diaxive. Eger li Başûr hêzên siyasî yek bin; li dijî dagirkirina Tirkiyê rawestin, ma Erdogan dikare wisa baxive? Ma heta niha kengî we dîtiye hikûmeta Başûr û hevkarê mezin yê hikûmetê PDK li ber dagirkeriya Tirkiyê rabûye? Ma we bihîstiye ku gotine bila Tirkiye êrişan rawestîne, leşkerên xwe vekêşîne? Berevajî vê, baregehên Tirkiyê yên leşkerî li hemberî nerazîbûna gel diparêzin. Niha PDK jî lawaz bûye. Ji ber ku yekîtiya neteweyî tineye. Bêyî hebûna yekîtiya neteweyî liberrabûna dagirkeriya Tirk ne hêsan e. Ji ber ku bêyî hebûna yekîtiya neteweyî, bêyî helwesta hevbeş kes nikare pêşiya êrişên Tirkiyê bigire.

Hem ji bo parastina destkeftiyên li Başûr, hem jî ji bo parastina beşên din ên Kurdistanê yekîtiya neteweyî şert e. Parastina destkeftiyên li Başûr berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gel hemûyan e. Ji bo qezenckirin û parastina azadî û demokrasiyê li beşên din ên Kurdistanê jî yekîtiya neteweyî şert e. Polîtîkaya demokratîk a neteweyî jî wisa dibe. An jî filan û bêvan hêza herêmî dê ji rewşa parçeyî ya Kurdan feyde bibîne û her cure êrişê pêk bîne. Heta ji bo bi her rengî êriş bike, ji bo yekîtiya Kurdan asteng bike, dê her rê û rêbazê biceribîne. Herî zêde jî dê polîtîkaya şekir û qamçî bi kar bîne.

Dewleta Tirk êrişên li her deverê çawa pêk tîne? Dibêje ez ne li dijî Kurdan, li dijî filan terorîstî me. Vê jî dispêre peywendiya xwe ya baş ya bi filan û bêvan partiya Kurd re. Dewleta Tirk ku pêşengê dijminahiya Kurdan e ji ber çi vê dibêje? Ji ber ku yekîtiya neteweyî tineye. Eger Kurd yekîtiya navxweyî pêk bînin, dewleta Tirk nikare bahaneyek wisa bide pêş. Jixwe dewletên li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê pêk tînin her dem têkoşerên dijberî xwe wekî eşqiya, anarşîst, cihêkar û terorîst binav dikin. Mirov tenê bi yekîtiya neteweyî dikare pêşî li van gotinên şerê taybet yê dagirker û qirkeran bigire.

Başûrê Kurdistanê jî di navê de Kurd hemû yekîtiya neteweyî dixwazin. Kurdên li Başûr jî bawer dikin ku ji bo parastina destkeftiyan yekîtiya neteweyî şert e. Dîsa bawer dikin ku li beşên din yên Kurdistanê eger têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt be, dê qezencên Başûr jî bên parastin. Ji ber vê jî tekoşîna gelê Bakur û têkoşîna gerîla ya berfireh girîng dibîne û destek dike. Berxwedana li Heftenîn û herêmên parastina Medyayê wekî berxwedan û têkoşîna parastina Başûr dibîne û xwedî lê derdikeve. Kurdên li Başûr û Bakur pir baş xwedî li berxwedana Rojava derketin. Ji ber ku ew berxwedana Rojava wekî berxwedana Kurdan hemûyan dibînin. Gel wisa difikire ku dê destkeftiyên Başûr jî wiha werin parastin.

Êrişa dewleta Tirk li dijî Heftenînê gaveke ji tevgera dagirkirina Başûr e. Ev jî yekîtiya neteweyî bi lez ferz dike. Heke yekîtiya neteweyî pêk neyê, dewleta Tirk dê vê rewşê bi kar bîne. Bi hêcetên cuda, di konjonktur û demeke guncav de wê Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Jixwe wan ti carî ev rastî înkar nekirin. Dijberiya wan a di referanduma 2017'an de nayê jibîrkirin. Gotin Kerkûk bajarê Tirka ye, ev jî nehat jibîrkirin. Di her firsendê de qeydên mal û milkê Kurdan li Kerkûkê dişewitînin û dibêjin Kurd li wir kêm in. Ya rastî bi vî rengî bahaneyên dagirkirina Başûr tînin ziman.

Heke Kurd yekîtiya neteweyî çênekin, di demek ne dûr nêz de, wê poşman bibin. Lê dibêjin ti feydeya poşmaniya kêliyên dawî tineye. Bi vê têgehiştinê hunermend û rewşenbîrên Kurd xebateke girîng dabûn destpêkirin. Ev xebat gelek girîng e, divê were berfirehkirin û dewam bike. Dîsa lazim e ku her beşa civakê destekê bide xebatên wiha. Em weke welatparêzên Kurd li ser vî bingehî divê banga pêkanîna yekîtiyê bikin. Bang ji bo me tevan ev e; li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê divê sekna me bi helwesta yekîtiya netewî be. Ev bang banga gelê Kurd e, banga rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û dostên Kurdan tevan e.

Bi hêviya demildest yekîtiya neteweyî pêk were û bibe bend li pêşiya êrişên qirkirin û dagirkeriyê...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA