Xwediyê malê, dizê malê!

Rayedarê PDK’î Hoşyar Zêbarî yê bi diz û gendeliyê demek dirêje di rojeva Iraq û Başûrê Kurdistanê de ye, êdî bi dijminahiya xwe ya li ser Şengalê jî dema dawî bûye rojev.

Dema dawî dizî û gendeliya PDK’ê û Malbata Barzanî tim bûye rojev; ne tenê rojeva Kurdan heman demê bûye rojeva cîhanê. Rayedarên PDK’î û bi taybetî malbata Barzanî bi dizî û gendeliyê mal û milkên derveyî welat tê nasîn.

Ji xwe mal û milkên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û dîsa pismamê wî yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li derveyî welat ciheke taybet girtiye û rê li ber nerazîbûnên mezin a nava Başûrê Kurdistanê çêkir. 

Rayedarê PDK’î heman demê salên dirêj Wezîrê Karê Derve ya Iraqê ku xalê Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDK’ê Mesûd Barzanî, Hoşyar Zêbarî bi dizî û gendeliya xwe ya dema li ser erkê bû, bûye rojevek mezin û heta ji ber vê ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve dema namzetiya xwe ya ji bo Serokkomariya Iraq ya nû danibû jî red kiribû. 

DIZÎ Û GENDELΠ

Hoşyar Zêbarî piştî mudaxeleya Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) a 20’ê Adara 2003’an a li ser Iraqê û hilweşandina rejîma Baas a Sedam Huseyîn şûnde ji bo aramiya herêmê, pêvajoya avakirina hikûmetek nû li Iraqê ku li ser hevsengiyên zehmet hate avakirin kete nava hewldanan. 

Di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de Hoşyar Zêbarî yê PDK’î ji bo erka Wezîrê Karê Derve yê Iraqê hate wezîfedarkirin. Zêbarî di navbera salên 2004-2014’an peywira wezîrê karê derve pêk anî. Zêbarî çi kiribe di vê pêvajoyê de hem bû xwediyê malê, hem jî bû dizê malê. 

Li gorî îdîayên keça siyasetemdarê navdar ê Iraqî Ehmed Çelebî, Tamara Çelebî Hoşyar Zêberî dema wezîr bû, 119 milyon dolar ji dahata Iraqê li ser hesabê xwe yê taybet li banka HSBC ya Bîrîtanî razandiye. 

Her wiha dema Zêbarî wezîr bû 527 parêzvan hebû. Dîsa xwedî balafireke taybet ku nirxê wê nîv milyon dolar, xwedî qesrek li Swîsre ku nirxê wê 27 milyon dolar e hebû.

Dîsa Zêbarî ji bo geşt û seyrana parêzvanên xwe 1 milyon 800 hezar dolar ji bo bilêdan her mehê mezaxtiye. Kirêya xaniyên van parêzvanan jî bihayê 188 milyon dînar e mehane.

Li aliyê din tê îdîakirin ku 3 milyon û 500 hezar dînar tenê ji bo paqijiya hewza avê ya mala wî mehane hatiye mezêxtin. 

Dîsa 2 mal ji bo rêveberên ofîsa wî û sekreterên wî yên jin hatiye veqetandin. Kirêya wan xaniyan jî bi qasî 100 milyon dînarê Iraqî her mehê bûye. 

Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê nabe ku wezîrek ji 36 milyon dînar zêdetir bimezêxe. Dema mirov li jor dinêre dibîne tora gendelî û diziyê çiqasî kûr e, çiqasî pere hatiye dizîn û mezaxtin. 

Serokwezîrê demê Haydar El Ebadî biryar dabû, her wezîrek divê xwedî 8 parêzeran be. Tevî biryara Serokwezîr jî Zêbarî zêdetirî 500 parêzer li Bexda û Hewlêrê hebû. Heqê wan jî hemû ji xizîneya dewletê dida.

Li aliyê din mezêxa wesayîtên Zêbarî 100 milyon dînar e, her wiha heqê parêzvanên wî di nava salekê de 20 milyar dînar bû.

Zêbarî piştî bi jina bi navê Hine Ebdulstar Dilêmî dizewice û şûnde, piştî perwerdeya seretayî dişîne sefaretxaneya Iraqê ya li Ewropayê. Bavê jina pêre zewicî ye, navê wî di nava 200 kesên ku Emerîka weke behsî li wan digeriya ku dadgeh bike de hebû.

Her wiha Zêbarî 4 xwişkên xwe li sefaretxaneyên Iraqî yên cuda yên li Ewropayê bi cih kiriye. 

Gelek îdîayên din jî hê nehatine kifşkirin.

JI BER DIZÎ Û GENDELIYÊ JI KAR HATE GIRTIN

Di pêvajoya Hikûmeta Heyder El Ebadî 21’ê Îlona 2016’an Meclîsa Parlamenteran a Iraqê bi pêşengtiya Serokê Parlamentê Selîm Cibûrî Hoşyar Zêbarî ku erka Wezîrê Darayî û Alîkarê Serokwezîr bû vexwend Parlamentê û bi piraniya dengan ji ber dizî û gendeliyê ji erkê girt.

LI XWE MIKUR HAT KU NE TENÊ EW DIZE

Hoşyar Zêbarî ji aliyê dadgehê ve li ser van îdîaya hate vexwendin. Zêbarî li vir diziya xwe neveşart û li xwe mikûr hat. Heta ne tenê xwe da dest, diyar kir ku gelek kesên din jî dizî kiriye. 

PDK JI BO DIZÎ KIFŞ NEBE, BI ZEXTAN XWEST SERÎ BINIXÛMÎNE

Zêbarî piştî ji erkê hate girtin, Desteya Destpakî ya Serbixwe, ji bo lêkolînê dosyaya wî ya dizî û gendeliyê şand ber destê Desteya Destpakî ya Iraqê. Lê li ser zextên PDK’ê dosya Hoşyar Zêbarî girtî ma. 

BEHSÎ ERKDAR KIRIYE

Diziya ewqas mezin çawa bê nixûmandin. Zêbarî bi navên cuda û rewşên cuda ji dahata Iraqê bi milyonan dolar pere dizî û mezaxtiye. Sibata 2018’an Desteya Destpakî ya Iraqê careke din dosyaya gendelî ya Zêbarî xwest veke. Tê îdîakirin ku dema li kabîneya Nûrî El Malikî wezîr bû, hinek behsî li sefaretxaneyên Iraqê yên welatên derveyî welat bi cih kirine.

JI BO GENDELIYÊ PAK BIKE, KIRIN NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ

Di demekê de ku ewqasî bi mijarên qirêj bûyî rojev, careke din Hoşyar Zêbarî di krîza avakirina hikûmeta nû û namzetiya Serokkomariya Iraqê de derdikeve pêşiya mirov. Di vê demê de ku lihevkirine li ser hikûmetê pêk nayê. PDK israr dike bara Serokkomariyê ya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ji destê bigire. Bi aliyên Iraqê re kete nava lêgerîn û lihevkirinê de ku vê parê bike ya xwe. Di vê çarçoveyê de Hoşyar Zêbarî ji bo namzetiyê li beramberî Dr. Berhem Salih nîşan da. 

GENDEL Û DIZ NIKARIN BIBIN SEROKKOMAR

Dadgehaya Bilind a Iraqê 13’ê Sibata 2022’an li ser namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokkomariyê civiya. Dadgehê ji ber îdîa û dosyayên dizî û gendeliyê namzetiya Zêberî ya ji bo serokkomariyê red kir. 

JI BER ZEXTÊN PDK’Ê DOSYA NAYÊ LÊKOLÎN KIRIN

Piştî ku Mistefa El Kazimî bû serokwezîr desteyek hate amadekirin ji bo gendeliya Hoşyar Zêbarî lêkolîn bike. Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed ji Polîtîk Pressê re axivî destnîşan kir, ku li gorî agahiyên hatine girtin ji ber zextên PDK’ê Kazimî li ser dosya Zêbarî ya gendelî û diziyê kar nekir. 

Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Avaşîn û Metînayê artêşa Iraqê bi hevkariya PDK’ê û zextên Tirkiye êrişî Şengalê kir. 

DIZ PIŞTGIRÎ DIDE ÊRIŞA MALA DIZÎ LÊ KIRÎ

Di demek wiha de Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twîterê bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo êrişa hêzên hikumeta Kazimî ya li ser Şengalê nîşan dabû: "Em bi xurtî piştgirî didin operasyonên artêşa Iraqê yên ji bo berfirehkirina kontrola dewletê ya li ser navçeya Şengalê li dijî komên 'terorîst' ên Partiya Karkerên Kurdistan a Tirkiyetê ku ew navçe û niştecihên wê yên Êzdî dîl girtine. Ji bo asayîkirina rewş û rêveberiya xwecihî û vegera koçberan, pêwîst e Peymana Şengalê were bicihanîn."