'Xwe li têkoşîna wî digirim'

Agahiyan têkildarî birayê xwe, hevrêyê xwe Cûma werdigirim, "Serhildêr bû, bi coş bû, dev li ken bû. Bêtirs bû, bi hêvî bû, pêşeng bû. Ji çaya li ser êgir, ji gerandina govendê hez dikir." Xwe li wêneyekî wî û têkoşîna wî digirim.

Carna gotin têrê nake ku bedewî pê bê vegotin. Gotin di ber min de dimînin. Em dixwazin hîn bêhtir bedew bibin û cîhanê hîn bêhtir bedew bikin. Em têdikoşin, carna dikevin carna jî radibin, lê timî têdikoşin. Lê em naxwazin ên ku ji wan hez dikin bikevin û biêşin. Lewma em hîn bêhtir û hîn mezintir bi biryardarî têdikoşin. Em paşerojê bi hêviyê, bi eşqê, bi kedê ava dikin. Baş e, ewqas êş ji bo kê ye?

Her carê em ji nû ve ji dayik dibin û naxwazin zerar bigihêje paşerojê. Em destê xwe didi paşerojê; ji bo xwişk û birayên xwe, ji bo zarokên xwe û ji bo mirovahiyê. Piştre jî em agahiyên werdigirin ku yê herî biçûk ji me tê dibe şervanekî heqîqetê. Û gotinên 'Min xwişka xwe ji xwe re kir mînak, lewma hatim' tê ber guhê me. Hatiye ji bo bibêje 'Doza te doza min e'.

Li gotinên te difikirim, tu biçûk bû, gava li malê bûm tu hîn deh salî bû. Zimanê min nagere ku bibêje tu çi zû mezin bû. Ji ber ku ew êdî ne zarokek bû, ew pêşengek bû. Lehengek bû ku li eniyên herî pêş şer kir. Ew birayê min û hevrêyê min Cûma Gever bû.

Dil dixwest ku li wan çavên te yên bedew binihêre û bibêje, 'Tu bi xê hatiye hevalê min ê dozê, hevrêyê min'. Ya jî bibêje 'tovê bedew ê doza min'. Dikevim nava xewn û xeyalan ku em bi hev re strana azadiyê dibêjin, ya jî çaya li ser êgir vedixwin û xeyalên berxwedanê dikin.

Bêyî ku zanibe ku wê bibe qismet ji bo wî bibînim yan na, lê agahiyê jê werdigirim: Dibêjin, "Serhildêr bû, bi coş bû, dev li ken bû. Bêtirs bû, bi hêvî bû, pêşeng bû." Piştre dikevm nava xeyalan; ji çaya li ser êgir, ji gerandina govendê hez dikir. Radigihêjim kovara ku min agahiya şehadeta wî jê wergirt, xwe li wêneyê wî, li têkoşîna wî digirim. Radibim ser xwe û berxwedan û têkoşîna wî hildidim. Jiyanê jinûve bi eşq û kedê ava dikim.

Timî di dilê min de ma, ku rojekê wî bibînim, lê nebû. Ji ber ku ew ji bo min tevlî nava refên azadiyê bûbû. Carna gotin têrê nake ku mirov pê bê vegotin. Eger ji bo te ketibe ser vê rê û tu wî nebîne, hingî hesteke cuda bi te re dimîne. Ji ber ku hezkirin, hesret û hevrêtî hesteke pir taybet e. Min dixwest li ser rêya azadiyê heta dawiyê hevrêtiyê pê re bikim, lê nebû. Xakurkê êdî di dilê min de timî weke birînekê ma.

Di şexsê Şehîd Cûma Gever de şehîdên me yên leheng hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim.

* Cûma Gever (Ridvan Atîlla) yê li Colemêrgê ji dayik bû di 3'ê Îlona 2014'an de li Xakurkê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê şehîd bû.