Xewn û xeyalên jineke çiyayî

Çi zor e... çi êş e, çi keder e, çi payîzewareke, çi kêf e, çi şîn e, çi cihê serbilindiyê ye. Niha! Di bin lempeyên bajarekî loş de xeyalên jineke çiyayî radigihînim.

Hemî zeman bi qeremuçkên kûr dide canê me, hemî evîn di dilê xwe de me aş nakin, hemî zeman me nabin despêkeke nû. Niha! Wê her tişt li ber lempeyên bajarekî bê hîs de biherike, di bin çiyayan de bigihijin û biherikin li rawestgeha sibehê. Eger em dildariya welatê xwe dikin, eger em jiyana nû radestî siberojê dikin. Wê li ber pencereya sibehê rûnên û rojeke ji rojan qayil bibin hemî zeman. Tişta ku li dora me dizîvire, xewneke, kêliyeke, jineke, şervaneke, dayikeke, zarokeke, xeyaleke, dozeke, jiyaneke bê dawî ye, li vê rawestgeha çiyayan.

Tenê hinek dikarin bibin lehengên jiyana hev. Ewên ku bi hevre canê xwe didin, ewên ku doza axê dikin, doza welatê xwe, doza paşeroja xwe û azadiya xwe dikin.

Îca tuyê jî, şara şahadeta xwe girê bidî. Tuyê jî bibî emanetek li rex wan dilovanan. Berî ku ez bajarê Şêrko Bêkes biterikînim, xebera şahadeta jineke çiyayî û şoreşger hat. Ew jina li kuçeyên Kobanê şer kiribû. Bi hêviyên xwe jîn û jiyan ji hev derdixist. Heta dawiyê di rêka xwe de çû û xwe gihand Ava Zê, xwe gihand hêviyên xwe yên azadiyê…

Dema ku jinekê xwe gihand strana xwe. Dema ku jina çiyayî dest bi jiyanê dike, dema ku bi tifinga xwe bi çiyayên xwe dibe gotin. Jiyan, têkoşin, şer, hez, welat, hêvî, ji bo wê her tişte.

Wê qûma li çolan, çaviyên çiyayan, teht û rezêzinarên pezkoviyan jî te bi bîr bîne.

Wez hîs û fikra çiyayekî datînim, li ber van kolanên ku tê de min ker dike. Dema bajarek bê hîs dimîne, her tişt xwe ji bîr dike, lal dibin, kefa destên min û dinyaya dawî pir qerebalix dibe. Niha ti kes ne li jineke şerker difikire, ne jî di vê herikînê de kî lehengê jiyana kê ye. Kî çiyayî ye, kî serê xwe, kî gewdeya xwe dide ji bo azadiyê. Amara rojek ji rojan li Kobanê bû. Li Dersimê, li Erziromê destpê dikir rêwitiya wê. Di kolanên Kobanê de çek di dest de bû. Wê xwe caran gihand berfa sar, caran ket li pey rêçên kûr. Belkêm dida li pey yên ku mifteya çiyayan vedikirin, belkêm ji bo bedewî û ji bo bextewariya zemanan digeriya. Niha Amara Ronahî jî çû. Di sînga me de ne birîn bi cih dibin, ne jî ew kevirên ku lingên me li hev dikevin.  Belkêm ji bo jinên çiyayî û belkêm jî borebora vê heyamê ye û ji bo helbestvanê azadî û evînê ye. Berî Şêrko Bêkes bi bîr bînim û berî ku pênûsê bi destên xwe bigrim. Ez ê hewil bidim ji bo Fermandara Jin a Kurd Amara Ronahî re bi çend gotinan wiha rêz bikim. 'Wexta jineke çiyayî li ser kaxizên spî bi bîr dixim, di jiyanê de çelenge, di bedewiya xwe de delal û di azadiya xwe de jî dildar e.

Bihêle û biçe, cihên ku te em lê hiştin. Bihêle û biçe, bêguman wê lingên xezalan her birîn bibin. Wê baskên çivîkan biweşin û bikevin xwarê. Wê her dilê me bê kizirandin, wê civînên me bên rêz kirin, bihêle û biçe, wê biherikin, çavîyên li jora Dersimê'.

Tunebûn gunehên dara berû yê, tunebûn gunehên dara guvîjê, tunebûn gunehên stirîyên dirîreşkan. Her tişt ji bo xewna bilbilan, her tişt bo hevrêyên rêyekî. Her tişt ji bo zimanê pezkoviyan…

Dêmên ku jinek dide li pey xeyalan, li pey xeyalên ku her tiştên xwe ji dest bide û ji nû ve dest bi rêwîtiyekê bike. Tenê ew dikarin bêhna payîzan wer bigrin, tenê ew dikarin, kilamên Kurmanckî li ser dilê xwe dax bikin. Îca di nav van çiyayan de wê kîjan deklanşor we bikşîne, îca hûnê bikevin kîjan kadrajê. Wê kîjan çîrok, destan, bîranîn, çenteyên we vebêje, pênûsa we, cercura we, tifinga we, peyvên we. Wê kî qala we neke. Salên we, siba we, seferên we yên dirêj çiqas hebûn. Ji serpêhatiyên we re wê kî qîrînîyekê bide. Wê kî dilê xwe bikizirîne ku hun caran tenê nin, wê kî li ber dilê we bigere, wê kî ji bo we agirekî pê neyxe û vê heyamê nede hev. Wê kî qevdeyên gulan ji were bîne. Wê kî ji we re çeperan bikole. Wê kî birîna we ya vê sedsalê û di vî şerî de bipêçe..

Berî ku vê Îlonê li dû xwe bihêlim, berî ku bajarê Şêrko Bêkes biterikînim, berî ku di bin van lempeyan de bikevim rêka xwe. Wê Amara Ronahî, wê keça Dersimî,  ji çiyayan re bibe ronahî û heta hetayê bibe, bi hêviya welatê xwe û hêviya paşerojekê…

Tenê çiyayî dikarin, bêrîkirinan, li rex rêze zinaran, li cihên bilind, li cihên asê, li ber perên asîmanan, li ser rûpelên rojnivîsên xwe vebêjin. Birînên xwe, xeyalên xwe  bihêlin û biçin. Tenê çiyayî dikarin, kezeba xwe bidin li ber guleyan, ji bo bikaribin êvaran, li berpalan, şewqa welatê xwe, ji hev derxînin.

Kêfa xwe li çiyayan neqş kirin, şûnûşopên xwe hiştin.Tahmstranên wan hebûn, hêviyên wan hebûn, henekên wan hebûn, hezkiriyên wan, heyranên wan, xwediyên wan hebûn.

Çi zor e... çi êş e, çi keder e, çi payîzewareke, çi kêf e, çi şîn e, çi cihê serbilindiyê ye. Niha! Di bin lempeyên bajarekî loş de xeyalên jineke çiyayî radigihînim.