Têkiliya yekîtiya neteweyî û têkoşînê

Gelo çima PDK li her çar parçeyên Kurdistanê xwebirêxistin dike lê PKK li her çar parçeyan nikare xwebirêxistin bike? Diyar e ku PDK xwe wekî tekane partiyê dibîne û heke qaweta wê hebe, ew ê partiyên din tune bike û bi tenê ew bimîne!

Di nivîsa berê de em li ser ‘têkiliya yekîtiya neteweyî û demokrasiyê’ sekinîbûn. Me dîtibû ku yekîtiya neteweyî aştî û agirbestê bi xwe re tîne, aştî jî bi demokrasiyê pêk tê. Di navbera yekîtiya neteweyî û demokrasiyê de girêdanên xurt hene. Yekîtiya neteweyî ya bê demokrasî tê wateya hin gotinên vala û bêwate. Yekîtiya neteweyî li ser rêgezan tê kirin, ew rêgez jî rêgeza demokratîk e. Dema ku xwe bispêre rêgezên demokratîk wê demê mirov dikare qala yekîtiya neteweyî bike. Nexwe divê yekîtiya neteweyî ya Kurdan xwe bispere demokrasiya Kurdan.

Heke em bi nêrîneke berevajî li meseleyê binihêrin, rêgeza yekemîn a demokrasiya Kurdan jî dibe ‘rêgeza neteweyîbûn’ê. Ji ber ku wekî di nav PDK’ê de feraseta malbat, qebîleyê û teng gelekî xurt e. Li pêş me rastiyek heye hê nebûye gel û netewe. Ji ber ku hegemonyaya modernîteya kapîtalîst a global Kurdistan parçe kiriye û li ser Kurdan qirkirin pêk aniye, ev rewş kûrtir dibe. Sermesele malbata Barzaniyan a ku rêveberiya PDK’ê jî dikin, parçeyê Başûrê Kurdistanê ya ku di şerê cîhanê yê yekemîn de hatiye parçekirin wekî milkê bavê xwe dibîne ku pergala modernîteya kapîtalîst daye wan. Xwe dişibîne melîkên li qada Ereban.

BARZANÎ BAŞÛR WEKÎ MILKÊ XWE DIBÎNE

Sermesele Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî di daxuyaniya dawîn a li ser PKK’ê de dibêje ‘Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve’. Çima? Ji ber ku Mesût Barzanî Başûrê Kurdistanê wekî milkê bavê xwe dibîne. Ji ber vê jî bi hêsanî dibêje ‘Bila PKK ji nav milkê min derkeve’. Di vir de mirov dikare bibêje ku gotinên Mesût Barzanî yên ji bo PKK’ê dişibe gotinên Tayyip Erdogan ku ji bo gelê Kurd dibêje. Ji ber ku feraseta wan milkparêz û despotîk e, normal e ku gotinên wan were heman wateyê. Gotinên Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî di giştî wekî ‘PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e’ tê dîtin. Heke kesek li cihekî mêvan be, nexwe xwediyê malê jî heye. Baş e, heke PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan be, xwediyê malê kî ye? Ev pirseke bênîqaş , xwediyê malê PDK û malbata Barzaniyan e! Ev fikir xwe dispêre çi? Tê gotin ‘PKK li Amedê hate avakirin, nexwe rêxistina Bakur e’. Baş e heke hinceta mêvanbûna PKK’ê ev be, PDK li Mehabadê nehate avakirin? Nexwe divê were gotin ku divê PDK biçe Rojhilatê Kurdistanê.

PERGALA BAŞÛR PKK’Ê NAS DIKE?

Tê gotin ku PKK pergala Başûrê Kurdistanê nas nake! Lê gelo pergala Başûrê Kurdistanê çiqasî PKK nas kir û qebûl kir ku PKK’ê ev red kir? Ya ku PKK’ê qebûl nake û jê re dibêje ‘Rêxistina terorê ye’ PDK bi xwe ye. Dibêjin PKK li Bakur hatiye avakirin nexwe rêxistineke Bakur e, nexwe divê biçe Bakur û bi tenê li Bakurê Kurdistanê xwebirêxistin bike! Lê PDK a ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin, li wî parçeyî namîne. PDK’yiyên ji malbata Barzanî fermanê distînin, li her çar parçeyan hene û xwe birêxistin dikin. Li her parçeyî ne bi tenê yek e, li her parçeyî çend PDK hene. Gelo çima PDK li her çar parçeyên Kurdistanê xwebirêxistin dike lê PKK li her çar parçeyan nikare xwebirêxistin bike? Diyar e ku PDK xwe wekî tekane partiyê dibîne û heke qaweta wê hebe, ew ê partiyên din tune bike û bi tenê ew bimîne!

Bila şaş neyê fêmkirin bi van gotinan re em dixwazin nakokiyên feraseta PDK’ê deynin holê. Em feraseta PDK’ê ya malbatparêz û qebîleparêz rast nabînin. Ev feraset, feraseta hê nebûye netewe, milkparêz, nijadperestê paşverû, herêmî, malbatî û qebîleyî ye. Ji ber vê jî li pêşiya netewebûn û demokrasiya Kurdan dibe astengiyeke gelekî mezin. Nexwe rêgeza pêşîn a demokrasiya Kurdan, ‘rêgeza netewebûnê’ ye. Ev jî tê wateya ku bi qasî ku feraseta malbatî û eşîrparêziyê nayê qebûlkirin, divê rastiya pergala modernîteya kapîtalîst a ku Kurdistan kiriye çar parçeyî neyê qebûlkirin. Divê yekparetiya Kurdistanê beriya her tiştî be. Nexwe parçebûna Kurdistanê, şertekî feraset û siyaseta qirkirinê ye û ji aliyê netewebûna Kurdan nabe ku meşrû were dîtin. Ji ber vê jî nikare ji partiyeke Kurdan re bibêje ‘Ev parçe milkê bavê min e, tu ji vir biçî’. Hemû partiyên Kurdan dikarin li her parçeyan xwe birêxistin bikin û bixebitin, şertê demokratîkbûnê ev e.

DIXWAZIN AZADIYA FIKR Û RAMANÊ JI HOLÊ RAKIN

Rêgeza duyemîn a yekîtiya neteweyî ya Kurdan û demokrasiya Kurdan divê bibe azadiya fikr, raman û rexneyê. Azadiya fikr û ramanê, azadiya xwebirêxistinkirinê bingeha feraset û siyaseta demokratîk e. Ev jî bi pergala rexne û xwerexneyê dikare pêk were. Sermesele, PKK feraseta û siyaseta PDK’ê rast nabîne,ji bo hebûn û dahatûya demokratîk û neteweyî ya Kurdan wê xeter dibîne û ji ber vê jî rexne dike. Dixwaze ew dev ji feraset û siyaseta şaş berde, bide ser rêçika feraset û siyaseta rast. PDK jî vê rewşê wekî dijminatiya li dijî xwe dibîne, tu rexneyan qebûl nake.Dixwaze pergala rexne û xwerexneyê tune bike, azadiya fikr û ramanê ji holê rake.Gelekî eşkere ye, pergaleke ku bi tenê rêvebirên xwe rast dibîne û pesnê wan dide, nabe ku bibe pergaleke demokratîk. Lê PDK dixwaze wisa be û vê rewşê li ser hemû Kurdistanê ferz dike.

YEKÎTÎ BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E

Rêgeza sêyemîn a demokrasiya Kurdan jî dibê ‘têkoşerî’ be. Ji ber ku wekî Rêber Abdullah Ocalan diyar dike, zimanê demokrasiyê çalakî ye. Demokrasiya bê çalakî, dişibe tiştekî bêziman ku nikare xwe îfade bike. Tiştekî wisa jî nabe hebûn. Ji aliyê din jî Kurdistan hatiye parçekirin, di sed salên dawîn de qirkirineke hov li ser wê heye. Feraset û siyaseta mêtinger û qirker tunekirina civaka Kurdan ji xwe re kiriye hedef û 24 saetan vê êrîşa îmhakirinê bi rê ve dibe. Ji bo civakeke di bin dagirkeriyeke wisa azad bibe, divê 24 saetan çalak be. Nexwe ji bo yekîtiya demokratîk divê têkoşîna azadiyê ya bênavber hebe.

Nexwe yek ji rêgeza sereke ya yekîtiya neteweyî û demokrasiya Kurdan jî têkoşerî ye, têkoşîna ji bo azadiyê ye. Heta ku mirov têkoşîna azadiyê neyne asta ku wê feraset û siyaseta qirker hilweşîne, demokrasî û yekîtiya neteweyî pêk nayê. Nexwe du xalên sereke yên yekîtiya neteweyî azadiya fikr û ramanê û azadiya xwebirêxistinkirinê be, xala sereke ya sêyemîn jî têkoşerî ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê li ser xeta yekîtiya demokratîk û têkoşeriyê be.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ LÊ ÇAWA

Em çima van tiştan li vê derê eşkere diyar dikin? Gelekî eşkere ye carinan yekîtiya neteweyî ya Kurdan şaş tê nirxandin. Bênavber qala yekîtiya neteweyî tê kirin, yekîtiya neteweyî tê fetîşîzekirin, wekî dermanê her tiştî xuya dike, lê pirsa ev tişt wê çawa pêk were, naveroka wê bi bersivên xurt nayê dagirtin. Dema tê gotin ‘Yekîtiya neteweyî hewce ye’ wekî ku her tişt çêbûye. Heke derbarê awayê wê fikreke me tunebe, wekî ku bê yekîtiyeke neteweyî ya bê demokrasî û azadî pêk were, şaşiyeke wisa tê kirin. Ferasetên şaş derdikeve holê ku wekî wê yekîtiyeke neteweyî were avakirin ku wê li dijî dagirkerî û qirkirinê şer neke. Bi kurtasî hemû bêtêkoşerî û pasîfîzm xwe di pişt têgeha ‘yekîtiya neteweyî’ de vedişêre. Wekî ku dema tê gotin dermanê her tiştî yekîtiya neteweyî ye, rewşeke wisa derdikeve holê ku peywira sereke ya welatparêziyê hatiye kirin.

Gelekî zelal e heta ku feraseta yekîtiya neteweyî û li ser vî esasî têkoşîna azadiyê neyê kirin, wê yekîtiya neteweyî pêk neyê û pêşiya nakokî û şerên navxweyî jî nayê girtin. Belkî jî nakokiya herî mezin a Serokê PDK’ê Mesût Barzanî di vir de ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA