Tecrîda giran a li Îmraliyê û 'mafê hêviyê' yê desteserkirî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 18 meh in agahî jê nayê girtin, li Îmraliyê di nava sîstemeke tecrîd û êşkenceyê de tê hiştin. Dewleta Tirk a ku qîma xwe bi vê nîne, dixwaze 'mafê hêviyê' jî desteser bike.

Afirînerê Şoreşa Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenya Naîrobiyê, bi komployeke navneteweyî ya hêzên global, ku gelek dewlet bi rengekî çalak tevlî bûn, hate revandin û dîl hate girtin. Rêberê Gelê Kurd ji hingî ve li girtîgeheke bi 'ewlekariya bilind' a li girava Îmraliyê tê girtin ku girtîgeh bi taybetî hatiye amadekirin.

Rêberê Gelê Kurd di nava şert û mercên giran de ku li cîhanê mînakeke wê nîne, 23 sal in li girava Îmraliyê di nava rûtûbet, îzolasyon û tecrîda girankirî de ji bo jiyanê têdikoşe. Girtîgeha bi Tîpa Taybet a Îmraliyê, ku ji hêmanên esasî yên mîna deng, reng, aso, hawirdorê bêpar hatiye hiştin, bi 'Rejîma Înfazê ya bi Ewlekariya Bilind a Girankirî' tê birêvebirin.

Ev rejîma ku li dijî Rêberê Gelê Kurd hatiye amadekirin çawa ava bû, tecrîda li Îmraliyê salên dawî gihîştiye kîjan astê û Tirkiye peymanên hiqûqê yên ku mohra xwe daniye binî çawa binpê dike?

KIRYARÊN TAYBET ÊN LI ÎMRALIYÊ

Rojek piştî ku Abdullah Ocalan birin Îmraliyê, Desteya Wezîran a dewleta Tirk di 17'ê Sibata 1999'an de bi biryara bi hejmara '1999/12408' Îmraliyê di asta duyemîn de weke herêma qedexekirî ya leşkerî ya bejahî, deryayî û hewayî ragihand. Piştre jî rejîma Enqereyê destûra xwe ya bingehîn û qanûnên xwe binpê kir û erkên têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ji Wezareta Edaletê wergirt û radestî Buroya Pêwendiya Krîzê ya Bendergeha Mûdanyayê kir, ku Navendeke Rêvebirina Krîzê ye.

Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê jî radestî Navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîrtiyê hate kirin. Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlekariya Milî ku wan salan leşkerên li nava artêşa Tirk wezîfekirî tayîn dikir, karê koordînekirin û rêvebirina navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîrtiyê dimeşand û bi vî rengî ji Girava Îmraliyê berpirsyar bû.

Bi vî rengî biryarên têkildarî Îmraliyê hemû radestî leşkerên Tirk hatin kirin, Girava Îmraliyê jî di statuya 'Girtîgeha Yek Kesî' de ji hemû esasên sivîl hate paqijkirin. Girav û derdora wê bi statuyeke taybet a ji tedbîrên ewlekariya taybet hate destnîşankirin. Hîn jî di wê statuyê de ye ku heta 5 mîlan xwe nêzîkirina ji derya û hewayî ya li giravê, qedexe ye.

Personel û rêveberên girtîgeha Îmraliyê jî di pratîkê de girêdayî Serokatiya Fermandariya Giştî ya dewleta Tirk xebitîn. Li gorî benda 3'an a Xala 15'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, rejîma li Îmraliyê ku li derveyî peymanê ye, diviyabû ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re bihata ragihandin. Lê belê dewleta Tirk heta niha ragihandineke bi vî rengî nekiriye.

ÎMRALI: TEMAMIYA BÊHIQÛQIYAN

Dewleta Tirk ku cezayê îdamê yê 29'ê Hezîran 1999'an hate birîn nekarî bi cih bîne, di nava salên derbasbûyî de li pêş çavên tevahiya cîhanê şert û mercên girtîgehê xerab kir, êrîşên psîkolojîk dewam kir, rêberekî ku gelek jê re dibêje 'îradeya min e' ji hemû mafên xwe bêpar hişt û bi vî rengî kiryareke mîna îdama demdirêj xiste meriyetê. Rayedarên dewleta Tirk di nîqaşên li meclîsê de bi rengekî eşkere li xwe mikur hatin û gotin 'Em van hemûyan bi taybetî li dijî Abdullah Ocalan dikin'. Bi vî rengî mohra xwe danîn binê 'qanûnan' ku di rastiya xwe de eleqeya xwe bi ti qanûn û nirxên civakî re nîne.

Dewleta Tirk di 1'ê Hezîrana 2005'an de li xala 47'an a bi sernavê 'cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî' hin guhertin kir. Nav lê nehatibe kirin jî guhertin li dijî Rêberê Gelê Kurd bûn. Lewma hiqûqnasan navê 'Qanûnên Ocalan' li vê rastiyê kirin.

Li gorî vê xala nû ya qnûnî, "Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, heta dawiya emrê hikumxwar dewam dike û li gorî rejîma ewlekariyê ya ku di qanûn û rêziknameyê de hatiye diyarkirin, tê bicihanîn." Di benda duyemîn a heman qanûnê de jî hate ragihandin ku mafê berdana bi şert nîne û hate gotin, "Heta bimire wê rojê 22-23 saetan li odeya yek kesî bê hiştin."

Dewleta Tirk bi vê guhertinê re li girava Îmraliyê tecrîd û êşkenceyeke taybet li dijî Rêberê Gelê Kurd xiste meriyetê. Ev rejîma ku derfetê berdana bi şert ji holê radike û heta mirinê girtinê ferz dike, gelek detay jî ji nû ve nirxand.

Bi vê guhertinê re ferz kir ku dema Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, wê karmendekî ji aliyê dadgehê ve hatiye wezîfedarkirin li wan guhdarî bike û qeyd bike. Li gel vê yekê wê parêzer karibin bikevin ber lêpirsînê. Bi vî rengî derb li mafê hevdîtina azad a girtî ya bi parêzeran re hate xistin.

Derketina hewşa girtîgehê berê 2 saetan bû, piştre bi saetekê hate kêmkirin. Her wiha tevî ku li pêşiya mafê telefon û televîzyonê astengiyeke qanûnî nîne, bi guhertina dawî re mafê bikaranîna televîzyon û telefonê yê Rêberê Gelê Kurd bi biryarên îdarî hate qedexekirin.

18 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN

Sala 2013'an ev qedexe ji hin aliyan ve hatibe rakirin û televîzyona tneê ji hin qenalan hatibe dayin jî mafê wî yê telefonê hîn jî hatiye desteserkirin. Abdullah Ocalan yekemcar piştî 21 salan yanî di 7'ê Nîsana 2020'î de karîbû bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive. Axaftina duyemîn a bi telefonê jî di 25'ê Adara 2021'ê de hate kirin, lê belê nîvco hate hiştin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê dema axaftina dawî ya bi telefonê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parêzeran herî dawî 7'ê Tebaxa 2019'an karîbû biçe Îmraliyê. Ew jî di encama berxwedana greva birçîbûnê de pêk hat ku bi mehan li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dewam kir. Parêzeran wê salê karîbû tenê 4 caran hevdîtinê bikin.

ÊŞKENCEYA SPÎ: CEZAYÊN HUCREYÊ

Di vê navberê de piştî ragihandina qanûnên 1'ê Hezîrana 2005'an, li hemberî Rêberê Gelê Kurd ku ji xwe ji sala 1999'an û vir ve li girtîgeha giravê ya yek kesî tê girtin û li hucreya yek kesî tê hiştin, 'cezayê hucreyê' gelek caran hate birîn. Bi hinceta nêrîn û tespîtên wî yên têkildarî qirkirina çandî, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, parastina rewa, agirbest, çareseriya aştiyane û demokratîk û rewşa siyasî ya rojane cezayê hucreyê hatin birîn.

Bi rêya van cezayan hevdîtina Rêberê Gelê Kurd a bi malbatê re hate qedexekirin, radyo, pirtûk, rojname û kovar jê hatin standin, bi kurtasî bi dîwarê rût û tazî re rû bi rû hate hiştin ku weke 'êşkenceya spî' tê pênasekirin. Têkildarî van cezayan ti agahî ji parêzeran re nehate dayin.

ASTA NÛ YA TECRÎDÊ: QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE

Salên dawî bi bahaneyên pûç, di bin navê 'qedexeya hevdîtina bi malbatê re' tecrîda li Îmraliyê hatiye ş idandin. Tevî ku qedexeya hevdîtinê ya sala 2021'ê di 18'ê Mijdara 2021'ê de bi dawî bû, ji bo serlêdanên malbatê yên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ti bersiv nehate dayin. Parêzeran jî di 28'ê Adara 2022'an de gelek caran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan, xwestin ku astengiyên li pêşiya serdana malbatê bêne rakirin û hevdîtin bêne kirin. Dadgeriyê di 29'ê Adara 2022'an de bersiv da û serlêdan red kir. Ji bo vê redkirinê jî cezayekî dîsîplînê weke hincet nîşan da.

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan piştî ku di 7'ê Hezîranê de bi dawî bû, careke din ji bo hevdîtinê serlêdan hate kirin û lê belê dadgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Dadgeriyê îdîa kir ku 'cezayên dîsîplînê hînê dewam dikin' û biryara redkirinê da. Parêzeran li ser vê yekê di 15'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê îtiraz kirin.

Dadgeha dewleta Tirk di 23'ê Hezîrana 2022'an de bersiv da û cezayekî nû yê dîsîplînê yê 3 mehan weke hincet nîşan da û îtiraz red kir. Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd di 2'ê Îlona 2022'an de careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, lê belê hîn jî bersiv ji vê serlêdanê re nehatiye dayin.

PIRSGIRÊKÊN GIRAN ÊN TENDURISTIYÊ RÛ DAN

Dewleta Tirk bi vê rêbazê xwest ku Îradeya rêberê gelekî bişikîne. Ji ber van kiryarên dewleta Tirk di tenduristiya Abdullah Ocalan de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû dan. Heta 15'ê Sibata 1999'an tenê nexweşiya sînuzîtê pê re hebû. Lê belê bi salan re ji ber tecrîd, îzolasyon û êşkenceya li Îmraliyê, ev nexweşiya Abdullah Ocalan di demeke kurt de veguherî anjîn, faranjît, rînît a alerjîk û astimê. Her wiha gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê rû dan.

'KORÎDORA MIRINÊ' YA LI ÎMRALIYÊ

Şert û mercên bi vî rengî yên li Îmraliyê, li hemberî Rêberê Gelê Kurd weke 'mirina bi demê re' hatin amadekirin. Dewleta Tirk ji bêdengiya Konseya Ewropayê sûdeke mezin wergirt û ev konsepta xwe meşand. Di ser vê yekê re, cezayê îdamê yê sala 1999'an bi binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) veguherand cezayekî tê wateya 'korîdora mirinê'.

DMME'yê di gelek biryarên xwe yên beriya niha de hikum da ku di serî de ji bo Abdullah Ocalan ji bo girtiyan hemûyan nabe ku 'mafê hêviyê' ji wan bê standin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 30'ê Mijdarê-2'ê Kanûnê de biryarên DMME'yê yên têkildarî Abdullah Ocalan, her wiha Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan nirxand û ji Tİrkiyeyê xwest ku heta dawiya meha Îlonê ya sala 2022'an bersivekê bide.

Herî dawî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 9'ê Tebaxa 2022'an de ji bo bicihanîna biryara 'mafê hêviyê' serlêdaneke nû li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir. Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku hemû hewldanên hiqûqî yên ji bo berdana Abdullah Ocalan hatine redkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê jî beriya çend rojan bersiv da. Rejîma Enqereyê bi vê hincetê hewl da hincetekê jê re bibîne ku Abdullah Ocalan ji 'mafê hêviyê' bêpar tê hiştin: "Berdana bi şert a hikumxwarên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn pêkane, lê belê hin îstîsna li derveyî vê yekê ne."

BAYIK: DIXWAZIN RÊBER APO BIDIN JIBÎRKIRIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di bernameyeke Stêrk TV de li ser mijarê ev nirxandin kiribû:

"Siyaseta ku niha li hemberî Rêber Apo tê meşandin li ser bingeha tolhildanê ye. Ji ber ku Rêber Apo xizmeteke mezin ji gelê Kurd, gelan û mirovahiyê re kir û hîn jî dike. Lewma tolê jê hiltînin. Polîtîkaya li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin beriya niha li dijî Ermen, Asûrî, Suryanî, Elewî û Êzidiyan hate meşandin. Yanî polîtîkaya qirkirinê ye, polîtîkaya tunekirinê ye. Ev siyaset tê meşandin.

Berê digotin 'keştî xerabe ye'. Digotin ji ber rewşa hewayê nebaş e, hevdîtin nikare bê kirin. Êdî vê nabêjin. Çi dibêjin? Dibêjin me cezayê dîsîplînê dan, lewma hevdîtin nabe. Li gorî xwe qaşo nîşan didin ku hiqûqê bi cih tînin. Bi vî rengî dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo timî be, têkiliya Rêber Apo bi mirovan, gelan, tevgerê re qut bikin.

Dixwazin Rêber Apo bi temamî bêdeng bikin, bidin jibîrkirin. Yanî dixwazin ku kes Rêber Apo nîne bîra xwe, pê re dilsoz nemîne, ji bîr bike. Ev nepêkan e. Ne tevgera me, ne gelê Kurd, ne jî kesekî bi nirxên mirovahiyê re dilsoz e vê yekê qebûl dike."