BI DÎMEN

Qirkirina Ermeniyan: Li Erîvanê merasîma bîranînê

Di salvegera 109’an a Qirkirina Ermeniyan de, li paytexta Ermenistan Erîvanê merasîmeke bîranînê ya bi heybet hate lidarxistin. 

Bîranîna bi êş a Qirkirina Ermeniyan a ku di 24'ê Nîsana 1915'an de dest pê kir, îsal bi çalakiyên bîranînê nehat jibîrkirin.

Bi hezaran kes beşdarî merasîma fermî ya dewletê ya li Qada Tsitsernakabert hat lidarxistin bûn. Serokomarê Ermenistanê û rayedarên din ên dewletê û nûnerên gelek deverên welêt beşdarî merasimê bûn.

Piştî merasîma fermî ya dewletê gel heta Bîrdariya Tsitsernakabert meşiyan, li vir qurnefîl û çeleng danîn ser agirê bîranînê.

Kurd jî ji bo parvekirina êşa gelê Ermenî hatin gel hev. Hevserokên Komîteya Kurdistanê Îlya Tamosyan û Silo Dirboyan û endamê Komîteyê Mîlo Kalaşiyan jî beşdarî merasîmê bûn.

Dirboyan di axaftina xwe de Qirkirina Ermeniyan şermezar kir û diyar kir ku weke Komîteya Kurdistanê weke her sal îsal jî ji bo bîranîna komkujiya Ermeniyan li hev civiyan.

Îlya Tamosyan destnîşan kir ku divê komkujî neyê jibîrkirin û divê civak vê bûyera bi êş dubare nebe bi bîr bîne.

Li aliyê din Mîlo Kalaşiyan bang li dewleta Tirk kir ku dest ji polîtîkayên şer ên li dijî gelê Ermenî berde û destnîşan kir ku divê Qirkirina Ermeniyan bê naskirin.