Rojnamevan bi canê xwe rastiyê nîşan didin!

Heta çapemeniya azad hebe, wê ne PDK û ne jî dewleta Tirk karibin sûcên xwe yên şer binixumînin. Ji bo wê di her şert û mercî de xebatkarên çapemeniya azad wê kevneşopiya ji şoreşgerên xwe wergirtî, li ser rêya wan bimeşin.

Berî bi 25 salan PDK’ê bi hevkariya MÎT’a dewleta Tirk a dagirker 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê bi fermana Serokê PDK’ê Mesût Barzan Samî Abdureman hemwext bi çekên giran êriş birin ser nexweşxaneya gerîlayên gazî û birîndar, Navenda Giştî ya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), Rojnameyên Welat û Welatê Roj. Di vê êrişa nemerd de 20 jê rojnamevan bi awayekî giştî 83 kes hatin qetilkirin. 

20 ROJNAMEVANÊN JI ÇAR PARÇEYAN QETIL KIRIN

Di wê demê de weşanên li herêmê û taybet Rojnameya Welat xwedî bandoreke mezin bû. Xwedî xwênerek xurt û dîsa bandoreke mezin li ser rewşa herêmê û civakê dikir. Ji bo wê yekê ji hedefa komkujiya 16’ê Gulana 1997’an bi temamî jinavbirina Rojnameya Welat û rojnamevanên ku kar dikirin. Li gorî şahidan bi çekên giran, navîn û ferdî nêzî 4 saet bê navber êrişî navenda Rojnameya Welat a li Enkawa hate kirin. Di vê êrişê de piranî rojnamevanên Başûr û dîsa çar parçeyên Kurdistanê yên bi navê Mihemed Nadir Gezneyî (Hogir) ji Hewlêr, Azad Mihemed (Kemal) ji Rewanduz, Şiwane Hemelaw (Rêbaz) ji Silêmanî, Idrîs Elî Mihemed (Azad) ji Pêncewên, Receb Mihemed Salih (Goran) ji Kelar, Gelawêj Kemal Hesen (Rewşen) ji Silêmanî, Yusuf Xalid Necîb (Murad) ji Silêmanî, Hamid Berzencî (Kawe) ji Kerkûk, Îsmaîl Ebdullah (Aram Şeqlewa) ji Şeqlewa, Gelawêj Arif Mehmud (Berxwedan) ji Silêmanî, Şêx Kameran Hîranî ji Hîranî, Perî Osman Mihemed (Peyam) ji Silêmaniyê, Nahîde Hemesalih (Rûken) ji Silêmanî, Gunay Geçilmez (Ronahî) ji Pazarcikê, Mêrxas Serêkaniyê ji Serêkaniyê, Ronî Melazgirt ji Malazgirtê, Roza Yusif (Roza Cudî) ji Dirbêsiyê, Ciwan Şêxo (Huner) ji Dêrikê, Serkewt Xaneqînî ji Xaneqînê û Bekir Dogan (Nûman) ji Rihayê di êrişê de şehîd bûn.

JI BO KIRYARÊN WAN NEGIHIN RAYA GIŞTÎ, ÊRIŞ BIRIN SER NAVENDA ROJNAMEYA WELAT

Yek ji sedema êrişa esasî ya li ser Rojnameya Welat û Welatê Roj û weşanên din, ew e ku rastî û heqîqeta dijmin û dîsa noker û hevkaran raya giştî de neyê dîtin bû. Ji ber ku eger wisa nebûna, wê zû êrişa dijmin bihata bihîstin û nerazîbûnên gel ên li ber vê jî wê zêdetir ba. Her wiha wê di raya tiştî ya cîhanî û navxweyî de bihata tehşîrkirin. Em dibînin tim di bûyerên wiha de tim rojnamevan bûne qûrban. 

BÊ NAVBER ÊRIŞ LI DIJÎ ROJNAMEVANAN TÊNE KIRIN

Êrişên PDK’ê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ji wê rojê destpê kir heta niha dawî nebûne. Heman rêveberiyê piştî bi salan sala 2009’an li Hewlêrê Osman Serdeşt û dîsa sala 2016’an li Dihokê Wedat Hesen, sala 2017’an jî li Şengalê Nûjiyan Erhan bûne hedefa çeteyên PDK’ê û dijminên Kurdan, bi hovane hatin qetilkirin. Serdeşt Osman û Wedad Hisên hatin revandin û bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Ev jî tenê wê rastiyê nîşan dide, ji dengê heqîqetê ditirsin û bi vê yekê dixwazin pêşiya rojnamevanan bigirin. 

ROJNAMEVANÊN DIBIN DENG Û HELWESTA GEL BI ÎDÎAYÊN BÊBINGEH GIRTÎ NE

Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên PDK serdest e û desthilate bi ti awayî rê nayê dayîn ku weşanên muxalefet û heqîqeta li herêmê, heqîqeta desthilat, êrişên dagirkeriyê û dengê gel ragihîne, weşanê bike. Nimûneyên vê bi ti awayî rê nade weşanên li ser rêya heqîqetê ya Tevgera Azadî û dîsa rojnamevanên serbixwe li qadê kar bikin. Gelek rojnamevanên ku di raperîna Şêladizê de çalakî dişopandin û dîsa weke çalakvan cih digirtin, dîsa li herêma Behdînanê bûn deng û helwestên gel bi îdîayên endamê rêxistinê, karê îstixbaratê hatin cezakirin. 

Hê jî Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Ayaz Kerem, Qehreman Şukrî û dîsa bi dehan rojnamevan û çalakvanên siyasî bi awayekî der hiqûqî ser malan de girtin û bi îdîayên ne rast tên cezakirin û li girtîgehan tên ragirtin. 

MEDYA PDK’Ê BÛYE PARÇEYEK JI MEDYA NIJADPEREST Û FAŞÎST A QATILÊ KURDAN

Li aliyê din em dibînin PDK li ser medyaya xwe zimaneke êrişkar û sor ku li dijî gerîla, şoreşger û bikar dikin, weşangeriyê dike. Her wiha zimanekî nijadperest û teşwîqê bike, mirov, sazî û nirxên neteweyî dike hedef bikar tîne. Weşangeriyeke bi temamî bi destê MÎT’ê û îstixbarata Tirk tê amadekirin û serwîskirin heye. Ferqa weşanên PDK’ê û nûçeyên servîs dikin ji yên Tirkiye nake. Weşanên Başûr weşangeriya Kurdî ya rejîma Tirk e. 

ÇAPEMENIYA AZAD BI CANÊ XWE RASTIYAN DIGIHÎNE CIVAKÊ Û RAYA GIŞTÎ

PDK li aliyekê dixwaze pêşiya Çapemeniya Azad bigire, li aliyê din bi çapemeniyên xwe yên qirêj, dixwaze ser bûyeran bigire û rastiyê berovajî bike. Rastiyek a xebatkarên Çapemeniya Azad ew e ku di bin çi şert û mercên giran de be, mirin jî li holê be, wê dev ji gihandin rastiya bernede û di oxira wê de can jî pêwîst bike bide û daye jî. Bi dehan rojnamevanên dilsoz ên di rêya gihandin heqîqet û rastiya xiyaneta PDK’ê de canê xwe jî dane hene. 

XEBATKARÊN ÇAPEMENIYA AZADÎ LI MÎRASÊ ÇAPEMENIYA KURDÎ DERDIKEVE

Heta çapemeniya azad hebe, wê ne PDK û ne jî dewleta Tirk karibin sûcên xwe yên şer binixumînin. Ji bo wê di her şert û mercî de xebatkarên çapemeniya azad wê kevneşopiya ji şoreşgerên xwe wergirtî, li ser rêya wan bimeşin.

NE GIRTIN Û KUŞTIN WÊ JI RÊYA WAN NEKIN

Ne girtin, ne kuştin û ne jî tirsandin wê nikare wan ji rêya rastiyê bigire. Ji her demê bêhtir, îro weşangeriyeke rast û dengê gel bi saya Tevgera Azadiya Kurdistanê tê kirin. Rojane Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, Gerîla Tv di serî de gelek weşanên Kurdî çi tv û çi jî ajans û malper rastiya dijmin û nokeran li her derê tehşîr dike.