Parastina hebûn û azadiyê bi şerê gel ê şoreşgerî dibe

Em gelê Kurd pêwîst dike ku stratejiya me jî diyar be. Stratejiya me şerê gel ê şoreşgerî ye. Em rastiya gelê şerker biafirînin û tevahî jiyana xwe li gor şer rêxistin bikin, kesayetên xwe ava bikin. Wê demê em ê bikaribin hebûn û azadiya xwe biparêzin.

Tevahî hêzên navdewletî, mêtinger û dagirker ji dîrokê heta îro bi her awayî û her tiştê xwe tên ser me, da ku me biujin, qir bikin û tune bikin. Ji me re dibêjin, tu qîmetekê we nîne, mafê we yê jiyanê jî nîne, hûn tenê mirin, kuştin, belengaztî û bênasnametiyê heq dikin. Dijmin nefesê li me diçikîne, her roj me bi bombe û çekên kîmyasalê dikuje, me direvîne û di sûkên dewletan de difiroşe, li ber çavê hemû kesan tecawizî me dikin, me jehrî dikin. Bi tenê rêyek dimîne rêya mirinê. Ji me re dibêje, hûnê bênamûs bin, bê şeref bin û xwefiroş bin. Ev e nasnameya we. Ev sed sal in ji bo ku gelê Kurd bi qirkirinê re derbas bikin tiştekî ku pêk neanîne nemaye. 

Lê ev pêncî sal in Rêber Apo şerekî mezin dimeşîne. Hesabê raboriya bi lenet yê hezar salan ji dijminên me dixwaze. Bi tenê naxwaze, em ji nû ve afirand, em bûn xwedî keramet û rûmet. Di gelê Kurd de rêxistineke mezin ava kir. Ew Kurdê ku ji siha xwe ditirsa, jixwe direviya, bê rêxistin û bê fikir bû,  bi saya Rêber Apo û şehîdên leheng gihiştiye wê astê ku îro rêxistinbûyîna xwe ava kiriye, bûye xwedî fikrek çêker û pêşengtiyê ji tevahî mirovahiyê re dike. Em ji bîr nekin ku di tu sed salan de gelê Kurd weke vê sedsala ku tê de dijî bi wate, bi nirx û bi qiymet nejiyaye. 

Dijminên me yên mêtinger, desthilatdar, faşîst û noker tehemmûla wan ji Kurdên bi îrade, Kurdên bûne aîdê xwe, bi zanist bûye, êdî ji xwe dijî û xwe rêxistin dike, nemaye. Ji ber vê yekê ye ku ewqasî bi dijwarî bi ser gelê Kurd û destkeftiyên wê ve tê. Ji ber vê yekê ye ku tevahî hêzên navdewletî, hêzên NATO, PDK cihê xwe di nava vê şerê topyekûn yê qirkirin, îmha û tunekirinê de digire. Armancê wê ev e ku Komploya Navdewletî ya di 9'ê Cotmeha sala 1999'an de li ser Rêber Apo tê pêkanîn encam bigirin. Planê wan yê topyekûn û paralel ew e ku bi vê komployê şerê li ser hebûn û azadiya gelê Kurd tê meşandin encam bigrin. Ev 50 sal in ji hêla dewleta Tirk ya mêtinger, qirker ve li hember têkoşîn û berxwedaniya Tevgera Azadiya Kurd ya ji bo hebûn û azadiyê tê meşandin şerekî qirkirinê dimeşîne. Îro gerîlayên azadiyê û tevgera azadiyê ji bo me şer dikin, ji bo em rast bijîn, azad bijîn, bi nasname, ziman, çand, dîrok û bi heqîqeta xwe re bijîn.

Îro gerîlayên azadiyê şerekî mezin yê serdemê dimeşîne. Li hember zalim û xwînxwaran, li hember Dehaqên hendem, li hember Sargonên sedsala 21’emîn. Di nava ev şerê sedsalê de ya ku cihê xwe bi awayekî çalak digire jî PDK ye. Stratejiya ku hikumeta AKP - MHP û hevkarê wê PDK zelal in. Dixwazin me qir bikin, îmha û tune bikin. Bi taybetî jî PDK ger ku qandî misqalek jî li gelê Kurd bifikire, wê bi dijminên gelê Kurd yên ku dixwazin me qir bikin û tune bikin hevkarî nedikir û piştgirî neda siyaset û şerê wan yê qirkirinê. Rastiya PDK û mala Barzanî li hember gelê Kurd diyar e. PDK niha tevahî rol û mîsyona şerê taybet yê dewleta Tirk hikûmeta faşîst ya AKP-MHP daniye ser milê xwe bi her awayî êrişî tevgera azadiyê dike. Bûye yek ji saziyên dewleta Tirk yê dezhehê şerê taybet. Bêguman êrişên ji hêla PDK’ê ve li ser tevgera azadiyê tê kirin, li ser tevahî destkeftî, azadî û nirxê gelê Kurd tê kirin. Çawa ku hikumeta faşîst, qirker û dagirker sond xwarine ew ê Kurd, Kurdistan û hemû destkeftiyên qir bikin, PDK jî xwedî heman hişmendiyê ye. PDK ji dîroka ku ava bûye heya roja me ya îro bi ti awayî tiştekî ji bo xêra gelê Kurd nexwestiye û naxwaze jî. Êdî ev rastî eşkere ye û berçav e. 

Em gelê Kurd pêwîst dike ku stratejiya me jî diyar be. Stratejiya me şerê gel ê şoreşgerî ye. Em rastiya gelê şerker biafirînin û tevahî jiyana xwe li gor şer rêxistin bikin, kesayetên xwe ava bikin. Wê demê em ê bikaribin hebûn û azadiya xwe biparêzin. 

Em gelê Kurd pêwîst e em di wê ferqê de bin, vê dema ku em tê re derbas dibin demeke gelek stratejîk e û awarte ye. Ji bo em bikaribin hebûn û azadiya xwe biparêzin yekane rê di pêngava şerê gel ê şoreşgerî re derbas dibe. Şerê 50 salî vê rastiyê dadixe berçavên me, heya ku em dijminên xwe yên faşîst û qirker bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî têk nebin û bin nexin, em ê nikaribin di warên cihê de jî gavan biavêjin. Em baş dizanin ku li hemberî me felaketeke mezin a qirkirinê heye. Ji bo vê yekê em nikarin weke berê bijîn. Em tevahî jiyana xwe li gor şer rêxistin bikin, bi rihê gerîlayên serdema nû ya Kurdan fikir, pergala xwe ava bikin, bi hêz bikin û çalakiyên xwe pêk bînin. Em bi rihê demê re tevlî pêngava şerê gel ê şoreşgerî bibin.