Rastiya jinê ji zayendiyê wêdetir e

Rastiya jinê wêdetirî zayendiyê, xwedî hêlên berfireh ên aborî, civakî û siyasî ye. Tevgera azadiya demokratîk û wekhevîxwaz a li ser zanîna jinê, aşkere ye ku di çareserkirina problemên civakî de wê bi rola pêşeng rabe.

Ji dîroka mêtingeriya li ser jinê heta mêtingeriya di warê ekonomîk, civakî, siyasî û hişî, zelalkirina meseleyê, wê tevkariyê li zelalkirina mijarên din û ya ji bo civaka rojane bike.

Têgeha femînîzmê ya ku mirov dikare wekî ‘Tevgera jinparêziyê’ wergerîne, ji zelalkirina pirsgirêka jinan dûr e û ji ber ku zemînekî ava dike berevajiya wê ‘mêrparêzî’ pêk were, dibe ku meseleyê bêtir şolî bike. Wekî ku bi tenê di bin serweriya mêran de jin tê pelçiqandin. Lê rastiya jinê berfirehtir e. Ji zayendiyê wêdetir, wateyên wê yên ekonomîk, civakî û siyasî heye. Heke em têgeha mêtingeriyê ji çarçoveya welat û netewe derxînin û di nav komên mirovan de binirxînin, em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku pozîsyona jinan wekî mêtingeriya herî kevn pênase bikin. Bi rastî jî di warê ruh û bedenê de tu diyardeya civakî, bi qasî jinê mêtingerî nas nekiriye. Divê were fêmkirin ku sînorê jinê di asta mêtingeriyeke bi hêsanî nayê diyarkirin de ye.

GOTINÊN MÊRAN A KU MOHRA XWE LI HEMÛ ZANISTAN DAYE

Di gotinên mêran de ya ku wekî di hemû zanistan de mohra xwe li zanistanên civakî jî daye, di cihên ku qala jinê dike de, nêzikatiyên propagantîf hene ku qet nêzî rastiyê nabe. Statuya rastîn a jinan jî, bi gotinên wisa çawa ku dîroka şaristaniyê ser çîn, mêtingerî, zext û êşkenceyê digire, belkî çil caran tê nixumandin. Ji dêvila femînîzmê têgeha jineolojiyê dibe ku zêdetir bergîdaniyê pêk bîne. Diyardeyên ku wê jineolojî derxîne holê, wê ne dûrî ‘loji’yên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedagojî û bi kurtasî li ser gelek beşên sosyolojiyê bin. Bêyî nîqaş mirov dikare bibêje jin him xwezaya civakî û him jî di warê fîzîkî û wateyê de jî, beşa herî berfireh digire. Nexwe çima vê parçeya xwezayê ya civakê zêdetir di zanistê de cih negire? Sosyolojî ya ku heta bi pedagojiya wekî terbiye û perwerdekirina zarokan li beşan belav bûye û nikare jineolojiyê ava bike, ji xeynî hêmaneke ku ji ber gotina mêran e, nayê îzahkirin.

Heta ku xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê xwezaya civakî jî baş neyê ronîkirin. Heke xwezaya jinê bi awayekî berfireh û rastî were ronîkirin, wê xwezaya civakê jî bi awayekî rastîn û berfireh ronî bibe. Ji mêtingeriya li ser jinan heta mêtingeriya di warê ekonomîk, civakî, siyasî û hişî, ji bo ku mesele were fêmkirin, ji bo ku mijarên din ên dîrokê û civaka rojane jî bi her awayî were zelalkirin, wê tevkariyê bike.

Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxeke meseleyê ye. Şaxê wê yê girîngtir derbarê pirsgirêka rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareserkirina pirsgirêkê hê zêdetir girîng e. Gelek caran tê gotin, asta azadiya giştî bi asta azadiya jinê re di nav rêjeyekê de ye. Ev gotin rast e, lê ya girîng ew e, wê nava wê çawa were dagirtin. Azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û azadiya jinê diyar nakin. Ji bo vê hewcedarî bi teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê hene. Ji vê jî girîngtir, xuya dike ku siyaseta demokratîk a bê jin nikare bibe, heta polîtîkvaniya çînî jî wê kêm bimîne, aştî û hawîrdor jî wê neyên parastin. 

NEMERDIYÊN KU LI SER NAVÊ EVÎNÊ TÊN KIRIN

Divê mirov jinê ji statuya ‘dayika pîroz, namûsa esasî, ya dest jê nabe, hevaleke bêyî wê nabe’ derxe û weke tevahiya obje-sûbje bixe ber lêkolînê. Bêguman beriya her tiştî divê mirov van lêkolînan ji qeşmertiyên bi navê evînê biparêze. Heta şaxê herî girîng ê lêkolînê divê nemerdiyên mezin ên di bin navê evînê de (di serî de destavêtin, kuştin, lêdan, dijûnên yek ji ya din sosrettir) hatine veşartin, pêşkêş bike. Gotineke Heredot heye dibêje “Tevahiya şerên Rojhilat-Rojava ji bo jinê çêbûne.” Ev gotin bi tenê dikare rastiyekê rave bike. Ew jî ev e, weke mêtingeh bi nirx bûye, ji lewra jî dibe sedema şerên girîng. Jixwe dîroka şaristaniyê wisa bû, lê modernîteya kapîtalîst hezar qatî ji wê girantir û bi awayekî piralîbûyî mêtingehkirineke jinê temsîl dike. Mêtingehkirinê li nasnameya wê kolaye. Dayika tevahiya kedan, xwediya keda bêheqdest, karkera xwedî heqdesta herî kêm, ya herî zêde bêkar, çavkaniya bê sînor a arezû û zordestiya mêr, makîneya zarokanînê ya nîzamê, pîrika mezinkirina zarokan, amûra reklamê, amûra seks û pornoyê, bi vî awayî mêtingehkirin dikare were dirêjkirin. Kapîtalîzmê bi qasî ku di ti mêtinkariyê de mekanîzme pêş ve nebiriye di mêtinkariya jinê de mekanîzma bi pêş xistiye. Herçiqasî bi dilê me nebe jî her û her em li statuya jinê vedigerin û ev êşê dide me. Lê ji bo yên mêtinkarî li ser wan dimeşe zimanê rastiyan bi awayekî din nabe.Tevgera femînîst li ber roniya van rastiyan bêguman divê tevgera herî radîkal a dijberê sîstemê be. Tevgera jinê bi rewşa wê ya modern em dikarin reh û kokên wê bibin bispêrin Şoreşa Fransayê û piştî çend qonaxan karîbûye heta roja me ya îro bê. Di qonaxa pêşî de li pey wekheviya hiqûqê bûye. Ev wekheviya zêde maneyê îfade nake di roja me ya îro de bi awayekî berfireh pêk hatiye. Lê divê mirov baş zanibe ku naveroka wê vala û pûç e. Mîna mafê mirovan, ekonomîk, civakî û mafên siyasî di mafên din de jî pêşketineke şeklî heye. Bi awayê xuya dike jin jî bi qasî mêran xwedî azadî û wekheviyê ye. Lê ya rastî, xapandina herî girîng jî di vî şêwazê azadî û wekheviyê de veşartiye. Ne bi tenê di dema modernîteyê de, di tevahiya demên hiyerarşîk û şaristaniyan de jin di hemû çaviyên civakî de ji aliyê hişî û bedenî ve dîl hat girtin û bi koletiyeke pir kûr hat xebitandin. Ji bo azadî, wekhevî û demokrasiya vê jinê hewcedarî bi xebatên teorîk ên berfireh, têkoşîna îdeolojîk, xebatên programatîk û rêxistinî, ji van jî girîngtir pêdivî bi çalakiyên bi hêz heye. Bêyî van, xebatên jinê û femînîzmê wê ji xebatên jinê yên lîberal ên ber dilê sîstemê xweş dikin wêdetir, ti maneyê îfade nekin.

GEŞBÛNA ZANISTAN JINAN

Eger zanista jinê pêş bikeve, mirov çareserkirina pirsgirêkan bi mînakekê rave bike wê têra xwe me hîn bike: Divê mirov zanibe ku ajoya hundir a cinsîtiyê yek ji şêweyên herî kevin a hînbûnê ye. Bersivê dide pêdiviya cinsê mirov ji bo zuriyeta xwe dewam bike. Ji ber ku derfet û îmkanên ferd ê jiyana bêserûbinî nîne, xwe neçar dibîne weke potansiyela zêdebûnê xwe dubare di yekî din de pêk bîne. Ya jê re ajoya cinsî tê gotin, ev e. Kengî ev potansiyel şert û mercên di cih de dibîne xwe zêde dike û jiyanê dewam dike. Bi awayekî li beramberî tehlûkeya qirbûn û mirinê dibe çare. Mîna dabeşbûna pêşî ya şaneyê ye. Şaneya yek e, xwe pir dike û bi vî awayî xwe nemir dike. Eger em hê bi awayekî giştî bibêjin bûyer ev e, gerdûn li dijî valatî û tinebûna dixwaze wê daqurtîne, xwe timî bi cûrbicûrkirinê zêde dike û bi vî awayî meyla xwe ya bêserûbinîbûnê di jiyana zindî de dewam dike.

Fer an jî ferda ev bûyera gerdûnî ya bi cinsê mirov dewam dike, zêdetir jin e. Zêdebûn û pirbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola mêr di vê bûyerê de têra xwe di rêza dawiyê de ye. Ji lewra di dewamkirina zuriyetê de bi tevahî berpirsiyarî ya jinê ye û ev ji aliyê zanistî ve jî xusûsek e, tê fêhmkirin. Jixwe jin bi tenê cenînê di zikê xwe de hilnagire, mezin nake û nazê. Hema hema heta bi mirina xwe jî li zarokên xwe miqate dibe û bi awayekî xwezayî bi vê berpirsiyariya xwe radibe. Hingê encama pêşî ya divê em ji vê bûyerê derxin ew e, divê di tevahiya mijarên têkiliyên cinsî de ji sedî sed jin xwediyê gotinê be. Ji ber ku her têkiliya cinsî ji bo jinê bi awayekî potansiyel rê li ber pirsgirêkên giran ên nikaribe ji binî rabe vedike. Divê mirov baş fêhm bike ku jineke deh zarokan bîne ji aliyê fizîkî ve heta ji aliyê rûhî ve dikeve rewşeke heft xwezî bi mirinê. 

NÊRTINA MÊRAN A LI SEKSUALÎTEYÊ BÊBERPIRSYARÎ YE

Nihêrtina zilam li seksualîteyê hê zêdetir berevajî û bêberpirsiyarî ye. Di vê de korkirina  desthilatdariyê û cehalet di dereceya yekê de diyarker in. Her weha bi hiyerarşî û dewleta  xanedaniyê re bûyîna xwediyê pir zarokan ji bo mêr tê maneya bi hêzbûneke dest jê nabe. Pirzarok ne bi tenê dewamkirina zuriyetê, her weha weke desthilatdarî û dewletmayînê jî misoger dike. Bi awayekî, ji bo dewleta tê maneya yekdestdariya milk ji dest neçe, divê xanedanî mezin be. Bi vî awayî, hem ji bo hebûna biyolojîk, hem jî ji bo hebûna desthilatdarî û dewletê, jinê dikin amûrê anîna pir zarokan. Ji bo jinê bingehê xeternak ê mêtingehkirinê bi xwezaya yekemîn û duyemîn ve girêdayî, bi vî awayî tê amadekirin. Mirov hilweşîna jinê bi van herdu xwezayan ve girêdayî analîz bike gelekî girîng e. Hewce nake ku mirov zêde rave bike, di bin statuya vê xwezaya duber de mumkîn nîne ku jin ji aliyê rûhî û bedenî ve demeke dirêj zindî û nehilhilî li ser piyan bimîne. Hilweşîna rûhî û bedenî di zikhev de pêk tên û ev jî dihêle ku jin ji bo jiyana yên din dewam û têkûz bike, di berdêlê de jiyanê bi qehr, kin û bi cefa bi dawî dike. Gelekî girîng e ku mirov dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingehê vê rastiyê analîz bike û binirxîne.

PRENSÎBA KARÊ YA ŞARISTANÎ Û MODERNÎTEYÊ

Em wehameta pirsgirêkê ji aliyê jinê ve li aliyekî bihêlin. Şaxekî din ê pirsgirêkê heye ew jî pirsgirêka zêdebûna nifûsê ye. Polîtîkaya piranîna zarokan bandora xwe bi awayekî giran li ser tevahiya xwezaya civakî û hawîrora ekolojîk dide hîskirin. Çi ji aliyê zanista jinê ve, çi jî ji aliyê tevahiya zanistên civakî ve yek ji dersên herî bingehîn ên divê were girtin ew e, divê nifûs bi rêbaza ‘hînbûna ajoyan’ dewam neke, neyê mezinkirin û ji bilî hin rewşên îstîsnayî neyê biçûkkirin. Bi rêbazên zanistî yên ku tevahiya dîroka şaristaniyê hatine pêşdebirin, destekkirina bi rêbazeke herî paşvemayî ya mîna ajoyên nava mirov dewamkirina zuriyetê, sedema sereke ya zêdebûna bêhed a nifûsê ye. Cinsê mirov weke xwezaya civakî, bi tenê bi rêyên ajoyên nava xwer, nexasim jî bi ajoyên cinsî hebûna xwe dewam bike, rewşeke gelekî paşvemayî îfade dike. Asta mejî û çandê ji bo hebûnên civakî bi naverokên pêşketîtir bên dewamkirin potansiyelên hînbûnê pêşkêş dike. Ferd û kom bi mejî û çandên xwe, bi saziyên xwe yên felsefî û polîtîk xwedî wan îmkanan in ku xwe demeke dirêj dewam bikin. Ango bi rêya ajoyên nava xwe dewamkirina zuriyetê û pirbûna mirov bi vî awayî maneya xwe namîne. Mejî û çanda mirov ji mêj ve ji vê rêbazê bihuriye. Ji lewra ji vê paşvemayînê bi awayekî bingehîn şaristanî û prensîba karê ya modernîteyê berpirsiyar e. Hîç şik û guman têde nîne ku pirbûna zêde ya nifûsê DESTHILATDARÎ Û YEKDESTDARIYA ZÊDE ye; ew jî tê maneya KAR’a herî zêde û mezin. Tevahiya dîrokê cinsê mirov bi pir zêdebûna xwe ne bi tenê civak, hawîrdor û xwezaya xwe jî aniye ber tinekirinê û ji sedî sed ev encama DANEHEVA DESTHILATDARÎ Û SERMAYEYA KUMULATÎF e, û ev jî tê wê maneyê encama QANÛNA KARA ZÊDE ye. Sedem û tesîrên din hemû di dereceya talî û duyemîn de rol digirin.

AZADÎ Û WEKHEVIYA TAM A JINÊ

Wê wextê ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê ya ji niha ve bi qasî çiyayan mezin bûye û pêşîgirtina li hilweşîna ekolojiyê, berê pêşî divê pirsgirêka demografiyê were çareserkirin, û di vê de  berpirsiyariya bingehîn divê ya jinê be. Ji bo vê jî şertê pêşî divê jin tam azad û wekhev be; mafê wê yê tam ê siyasetkirina demokratîk hebe; di tevahiya têkiliyên bi cinsiyetê re pêwendîdar de gotin û îradeyeke tam heqê wê ye. Ji derveyî van rastiyan, bi temamî wekhevî, azadî û rizgariya jinê, civakê û hawîrdorê pêkan nîne. Bi heman awayî bigewdebûna siyaseta konfederatîf û siyaseta demokratîk jî mumkîn nîne.

Jin her wiha weke hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, li ber roniya azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ji aliyê etîk û estetîka jiyanê ve bi roleke heyatî radibe. Zanista etîk û estetîkê parçeyekî zanista jinê ye ya ku mirov nikare jê veqetîne. Ji ber berpirsiyariyên wê yên giran ên di jiyanê de jin ê di tevahiya mijarên etîk û estetîkê de hem weke hêza fikir û hem jî weke hêza bicihanînê rê li pêşketin û gavavêtinan veke û guman ji vê nayê kirin. Têkiliya jinê bi jiyanê re li gorî mêr hê bêtir berfireh e. Asta pêşketina mejiyê hisî têkiliya xwe bi vê re heye. Ji lewra estetîk weke bedewkirina jiyanê ji aliyê jinê ve mijareke hebûnî ye. Ji aliyê etîkî ve jî (Teoriya exlaq, teoriya estetîk = bedewî) berpirsiyariya jinê berfirehtir e. Aliyên çê û xirab ên perwerdeya mirov, girîngiya jînê û aştiyê, xeternakî û xirabiya şer, nirxandina pîvanên mafdarî û dadê, diyarkirin û gihiştina biryarê, ji aliyê civaka exlaqî û polîtîk ve jin ê bi awayekî hê rasttir û bêhtir bi berpirsiyarî tevbigere. Ji ber ku ev li gorî xwezaya wê ye. Bêguman ez behsa jina kûkla û siya mêr nakim. Li vir a ez behsa wê dikim ew jin e ku azadî, wekhevî û demokratîkbûyîn dawerivandiye hinavê xwe û qebûl kiriye.

EKONOMÎ JI BO JINÊ TÊ WATEYEKE GIRÎNG

Zanista ekonomiyê weke parçeyekî zanista jinê were pêşdebirin wê hê zêdetir rast be. Ekonomî hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku jinê bi awayekî bingehîn tê de rol girtiye. Ji ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye, ekonomî ji bo jinê wateyeke xwe ya heyatî îfade dike. Jixwe maneya peyva ekonomiyê di Yewnaniyê de “qanûnên malê, pîvanên debara malê” ye. Bi vê jî eşkere ye ku ekonomî karê bingehîn ê jinê ye. Ekonomî ji destê jinê hatiye stendin û ketiye destê tefekar, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatdar-dewlet û rayedarên mîna axayan tevdigerin. Ev bûye derbeke mezin li jiyana ekonomiyê ketiye. Ekonomiya ket destê hêzên dijberê ekonomiyê, bi lez bû hedefa bingehîn a desthilatdarî û mîlîtarîzmê û tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê bû sedema sereke ya şer, pevçûn, pêxîrtengî û bihevketinên bê sînor. Di roja me ya îro de ekonomî, ji aliyê kesên têkiliya xwe bi ekonomiyê re nînin, bi lîstikên kaxizan, ji rêbazên qumarê xirabtir kirine qadeke lîstikê, bi awayekî bê sînor nirxên civakî desteser dikin. Pîşeyê pîroz ê jinê ku ew bi xwe bi temamî li derveyî vê qadê hiştine, veguherandine pîşeyê makîneyên şer, amûrên trafîkê yên ku kirine jiyan li hawîrdorê nebe, îmalatxaneyên berhemên bêkêr ên ji bo karê û ti têkiliya xwe bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re nînin, lîstikên borsa, buhabûn û faîzê.

TEVGERA AZADÎ Û WEKHEVIYÊ YA KU FEMÎNÎZM JÎ DI NAV WÊ DE HEYE

Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya xwe dispêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Divê mirov qîma xwe bi rexnekirina tevgerên jinan ên rabihuriya nêz neyîne, bêtir bi ser dîroka şaristanî û modernîteyê de biçe, lewra wan jin kir rewşekê weke nasnameyeke tinebe. Eger di zanistên civakî de mijara jinê, pirsgirêka wê û tevgerên wê hema hema tine bin, berpirsê vê yê bingehîn avahiyên çandî yên maddî û hişî yên hegemonîk ên modernîte û şaristaniyê ne. Bi nêzîkatiyên teng ên wekheviyê yên hiqûqî û siyasî belkî alîkariya lîberalîzmê were kirin; lê bi nêzîkatiyên bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkê bidin aliyekî, weke diyarde jî nikare were veçirandin. Mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên heyî ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberê sîstemê, ev ê ev bibe xwexapandin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên femînîzmê ev e, eger weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike, şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt wan analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe bide rêyên çareseriyê yên manedar.

Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn zanibe û di vê çarçoveyê de hem pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.

Ji pirtûka bi navê ‘Sosyolojiya azadiyê’ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye wergirtin.