Pêşeroja faşîzma Erdogan tune

Dema ku Sûriye di bin dagirkeriyê de ye, li herêmên dagirkirî artêşeke alternatîf tê ava kirin û Îdlîb di vê rewşê de be, wê Şam çawa bi Erdogan re rûnê? Ma gelo normal e mirov li ser welatekî din evqasî tasarûfê bike?

Êrîşên dewleta Tirk didome. Li qadên gerîla yên wekî Zap û Metînayê êrîşên berfireh kirin. Bi mehan e bala xwe dane ser vê êrîşê lê nekarîn çeperan hilweşînin. Zivistan tê. Wext li wan teng dibe. Faşîzma Erdogan li derve û hundir, tişta di destê xwe de jî qedandine. Hilbijartin nêz dibe. Ji bo vê pêdiviya wan bi serfiraziyê heye. Erdogan di sala 100’emîn de dixwaze berxwedana Kurdan biqedîne û bibe Ataturkê duyemîn. Ev kesên çil sal in hatine ser desthilatdariyê nekarîne PKK û Kurdan têk bibin, dixwazin rola ‘min ew têk bir’ bi dest bixin.

Erdogan li Sûriyeyê êrîşên xwe zêdetir kiriye. Jixwe ji ser Îxvaniyan dixwest li Rojhilata Navîn bibe xelîfe. Dixwest ‘Bihara Ereban’ wisa bi kar bîne. Rejîm hildiweşiyan û krîz kûrtir dibû. Bi vê atmosferê serserkî xwe avêt nav Sûriyeyê. Beriya her tiştî dixwest Kurd nebe xwedî statu. Digot wê rêveberiya Esat li ber xwe nede, wê wekî Kaddafî û Husnu Mubarek biçe. Wê Îxvan were ser desthilatdariyê û Sûriye têkeve bin kontrola faşîzma Erdogan. Bi van hesaban Sûriye xist nav şerekî navxweyî yê giran.

Erdogan derbeke giran li Sûriyeyê da û hê jî dide. Rojava xistiye hedefa xwe. Diqîre û dibêje em ê korîdora Kurdan hilweşînin, herêma ji Efrîn û Dêrikê heta 30 kîlometreyan têxin bin kontrola xwe. Cewhera vê planê ev e ku gelê Kurd li Sûriyeyê qir bike. Ji ber ku cih û warên Kurdan li ser vî sînorî ye. Wê Kurdan ji wir derxîne, çeteyan, malbatên çeteyan û kesên di bin kontrola xwe de li van deran bi cih bike. Di heman demê de wê hêzên xwe yên leşkerî li van herêman bi cih bike û li hemberî rêveberiya Şamê jî artêşeke alternatîf ava bike. Jixwe heta rêjeyeke mezin ev tişt kiriye.

ROJAVA BÛYE KELEMÊ PÊŞ ÇAVÊ WAN

Faşîzma Erdogan û Bahçelî Rojava wekî hedefeke eşkere daniye ber xwe. Li herêmên wekî Zap û Metînayê nikare serkeftinê bi dest bixe û heke bitengijin wê bala xwe bidin ser Rojava. Heke yek nebe ji bo êrîşa li ser ya din amade ne. Dema ku şerê li dijî Kurdan tê rojevê, jixwe mûxalefet namîne. CHP jî tê de hemû partî, di şerê Kurdan de xwe didin pişt faşîzma Erdogan. Kurd ji Erdogan bûne ‘litûfekî Xwedê’

Rojava bi vî awayî bûye kelemê pêş çavê wan. Ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dan û li ser xwe man. Bi vî awayî li hemberî êrîş û dagirkeriyê xwe amade dikin û diyar dikin wê şer bikin. Rêveberiya Xweser wekî mînaka rêveberiyeke demokratîk bawerî û hêviyê dide gelan. Erdoganê zordest jî xwe amade kiriye ku her tiştî baş û xweş ji holê rake.

SICÎLA ERDOGAN A LI SÛRIYEYÊ NE BAŞ E

Sicîla Erdogan a li Sûriyeyê gelekî ne baş e. Ji qirkirinê heta bi sûcên şer, sûc nemaye ku nekiriye. El Nûsra û DAÎŞ jî di nav de çiqas hêzên dijminê mirovahiyê hebin li herêmên dagirkirî diparêze. Ji wan re cihekî ewle çêkiriye. Li pêş çavên cîhanê bi destê van çeteyan êrîşî gel dike. Rûsya û DYE jî di nav de hêzên din rê didin vê yekê, ji nedîtî ve tên. Ji bo berjewendiyên xwe, li Sûriyeyê rê dan kujerên mîna Erdogan û dagirkerên wî ku karibin xisarê li herêmê bikin û dagirkeriyê dewam bikin.

Li gel van planên ne bi xêr, Erdogan nekarî encama ku dixwest bi dest bixe. Niha jî daye pê Pûtîn û hewl dide ji bo êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya li ser Sûriyeyê destûrê werbigire. Sûriye ne mîna Iraqê ye. Li wê derê PDK bûye hevparê dagirkeriyê û dide pêşiya Erdogan. DYE û NATO'yê piştgirî û destûr dan artêşa Tirk ji bo êrîşê bibe ser gerîla. Lewma pêwîstî pê namîne ku Erdogan ji cihekî destûrê werbigire. Hêzên mîna Rûsya û Çîn jî li pêşberî qetilkirina Kurdan xemsar in. Pêwîstiyê pê nabînin ku di çapemeniya xwe de bikin nûçe.

Niha jî li ser daxwaza Pûtîn, Erdogan hewl dide bi rêveberiya Esad re bibe yek û rêveberiya xweser û Rojava tasfiye bike. Erdogan dibêje, "Me bi Pûtîn re li hev kir, di paqijkirina terorîstan de em ê bi hev re tevbigerin, em ê di nava koordîneyê de bin." Derd û daxwaza wî tunekirina Kurdan e. Ji ber ku li gorî Erdogan El Nûsra û çeteyên din terorîst nînin. Dema ku dibêje teror, qala wan nake. Ji xwe wan naxe rojeva xwe jî.

ŞAM WÊ BI ÇI RENGÎ BI ERDOGAN RE LI HEV BIKE?

Di rewşeke welê de ku Sûriye hatiye dagirkirin, li herêmên dagirkirî artêşeke alternatîf tê avakirin û Idlib di wî halî de ye, gelo Şam wê bi çi rengî bi Erdogan re li hev bike? Erdogan dibêje, 'Ez ji cîhanê re radigihînim; ji Efrînê heta Dêrikê seranserê sînor bi kûrahiya 30 kîlometreyî herêma min ewlehiyê ye'. Dibêje ku wê vê yekê teqez pêk bîne. Gelo tiştekî normal e ku li ser xaka welatekî cuda daxwazeke bi vî rengî bê kirin? Gelo wê rêveberiya Sûriyeyê vê qebûl bike? Cîhan dixwaze ku êdî şerê li Sûriyeyê biqede. Ti cih nemaye ku bi şer re êdî xwe bigihîne. Bala xwe bidinê, ji bilî Tirkiyeyê ti hêz nîne ku amadekariya şer û êrîşan dike.

Eşkere ye ku piştî hevdîtina bi Pûtîn re Tirkiyeyê êrîş zêde kir. Divê Rûsya hîn bêhtir Tirkiyeyê neke belayê serê gelên Sûriyeyê. Gelên Sûriyeyê jî li hemberî van lîstikan divê helwesteke hîn bi bandor û rêxistinî nîşan bidin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest ji destketiyên xwe bernedin. Atmosfereke demokratîk û azad afirandin, berdêl dan. Eger yekîtiya xwe biparêzin û li ber xwe bidin, wê van lîstikan jî têk bibin. Cihekî ku faşîzma Erdogan bigihêje nîne, paşerojeke wê nemaye. Ji bo çavkaniya vê nebaşiyê bê çikandin, çi ji destê kê tê divê bike.