Parlamenta Başûrê Kurdistanê çima li ber dagirkeriyê bêdeng e!

Eger parlamentek li ber êrişên dagirkeriyê yên li ser xak û nîştîmanê deng neke, baş e hebûna wê ji bo çi ye? Wê ji bo çi dengê xwe bike? Gelo çi bibe wê deng bike?

Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê yên li ser hemû beşên Kurdistanê giran e, rojane berdêlên pir giranbiha tê dayîn, hema bêje ji her sazî û partiyên Kurd-Kurdistan, şoreşger, çepgir û dostan hat, lê heta niha Parlamenta Herêma Kurdistanê bêdeng e. 

BÊDENGIYA PARLEMENTOYA KURDISTANÊ BALÊ DIKIŞÎNE

Ev bêdengî pir balkêş e! Çima kes pirs nake bê ka çima Parlamenteke Kurdî ku bi berdêlên giran hatî avakirin, li dijî rejîma Baasê têkoşiya û bi vî rengî hate avakirin, li ber dagirkeriyeke mîna Tirkiye xwe bêdeng kiriye.

Gelek pirs hene ku mirov arasteyî Parlamentê û Seroka Parlamentê bike. Çima Parlamenta Herêma Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriyê kom nabe û dengê xwe li ber dernaxe? Di demekê de parlament vîna gel temsîl dike û nûnerên gel lê ne, gel bi helwest e, çima nûnerên wan xwe li bêdengiyê anîne der? Gelo ma dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê bi qasî bûyereke din a li welatek din, ne girîng e ku Parlament dikare li ser peyam bide, lê li ser dagirkeriya Tirk a bi hevkariya PDK’ê deng nake? Talan û wêraniya sînorê Başûrê Kurdistan û heta dagirkirina wê ji bo wan ne girîng e, nacive? Bi dehan pirsên din hene ku bê kirin, hene.

GEL BI DENG E, NÛNER BÊDENG IN

Ecêbiyek mezin e, çawa heta niha gel li ber vê bêdengiyê ranabe. Nûnerê ku mirov şandî parlementoyê ne li gel dengê ji bo wan hatî dayîn e. Bi ser ve jî ji bo gel nabin deng û helwest.

SEROKA PARLAMENTÊ ÇIMA PARLAMENTÊ KOM NAKE? 

Seroka Parlamenta Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayîq ku bi xwe dayikeke û rojane li ser ekranên televîzyonan vê dagirkeriyê dibîne û zarokên vî gelî ji bo parastina vê xakê canê xwe dide, çima weke dayikek helwesta xwe nîşan nade û parlamentê kom nake? Ev cihê rexneyê ye, ev yek ne layiqî dayike Kurd û seroka Parlamenta Kurdistanê ye. 

BÊDENGIYA PARLAMENTÊ DIBE ŞIRÎKTIYA LI DAGIRKERIYÊ

Xak û nîştîman li ber talan û wêraniyê ye, ewladên vî gelî tên şehîdkirin, mal û serwerta hevpar a neteweyî ya vî gelî tê dizîn. Li ser xwîna vî gelî bazar tê kirin. Parlament deng jê nayê! Ji Dadgeh Federal a Iraqê bigire heta gelek aliyên din li ser vê dagirkeriyê û metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr daxuyanî û nerazîbûn nîşan dan, lê hê jî Parlamenta Kurdistanê deng jê nehatiye. Eger ku parlamentek li ber êrişên dagirkeriyê ya li ser xak û nîştîman deng neke, baş e hebûna wê ji bo çi ye? Wê ji bo çi dengê xwe bike? Gelo çi bibe wê deng bike? Kurdistan bê dagirkirin, ewladên vî gelî bedenê wan bimînin di bin kavilan ve, jin û zarokên vî gelî sêwî bibin wê deng bike! 

Di vê rewşê de êdî rewabûna parlamentê bê qalkirin, wê ne rast be. Erk û mîsyona parlamentê ne bêdengî ye. Ji bo wê di vê rewşê de hemû erk û mîsyona xwe li erdê hiştiye, bûye şirîkê vî şerê qirêj û li ser xwîna zarokên vî gelî tenê mehane diçin mûçeyên xwe werdigirin. 

Ji ber vê yekê divê li benda kesê civak nemîne. Civak bi xwe, jin û ciwan bi erka xwe ya demê şoreşgerî rabe. Divê kes benda kesî nemîne. Ji ber ku dagirkeriya heyî wê bi Başûr sînordar nemîne, Rojava, Bakur û Rojhilat jî bigire ber xwe. Wê Kurd bi windahî û malwêraniyek mezin re rû bi rû bimîne. Wê demê ti destketî namîne.

HESAB JI HEVKARAN BIXWAZIN

Çi hêz, partî û kesayet ên li ber vê asteng in, divê hesab jê bên xwestin û dadgehkirin. Eger ku îro PDK li gel vê cih digire, divê gel li ber vê rabe û vê yekê tehşîr bike. Ji ber ku ev êriş û dagirkerî ziyanê bide me tevan. Erka mezin a gel e. Gel divê vê mîsyona xwe hilde. 

ŞERÊ HEBÛNÊ YE

Bi qasî metirsî li ser Bakur, Rojava deh qatî wê li ser Başûr e. Başûr wê tev winda bike. Gel wê winda bike. Hunermend, rewşenbîr, mamoste, karmed, xwendekar, jin wê winda bikin. Ev şerê gerîla û leşkerên Tirk nîne. Ev şerê Kurd û dewleta Tirk a dagirker e. Ev ne tenê propaganda an jî piştgirîdayîna aliyekê ye. Ev rastî û heqîqet e. Dîrok vê bi dehan car nîşanî me daye. Ji bo wê her bangên tên kirin, bangê girîng in. Bangên pêşîgirtina dagirkeriyê ne. 

Ji bo wê divê di serî de Başûrê Kurdistanê hemû gelê Kurd vê rastî û heqîqetê bibîne, li ber hemû êriş, hevkarî û nokeran bigire. Her sazî û dezgehên hevkarî dike, li ber rabe. 

NIHA PARLAMENT DENG NEKE, KENGÊ DENG BIKE?

Heta bê xwestin parlamenta ku li ber dagirkeriyê bêdeng e, fesih bike û hemû erk û mîsyona wê jê bigire. Di rewşek wiha de parlament deng neke, wê demê ne li cem gel e. Wê demê gel jî wan divê weke nûner nebîne û li ber rabe. 

GEL, GERÎLA, ŞERVAN Û PÊŞMERGE WÊ DAGIRKERAN TÊK BIBE

Vê pêvajoyê dema gel, gerîla, şervan û pêşmerge dagirker têk bir, teqez wê encamên wê ji her qonaxên bihurî mezintir û bi heybetir bin. Wê ji bo gelek pirsgirêkên nav mala Kurdî rêyên çareseriya peyda bibe. Destê dijmin ê navxwe bişkê û pêvajoyek nû ya Kurdan a li qada navneteweyî û cîhan derkeve holê. Dewleta Tirk jî vê wisa dibîne, divê em jî wisa lê binêrin.

Gel û şervanên azadiyê li gel hev bi hêz in. Bi hev re xurt in, bi hev re wê bi ser bikevin.