Noam Chomsky: Abdullah Ocalan divê tavilê bê berdan

Yek ji entellektuelên herî girîng ê cîhanê zimanzan Noam Chomsky xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Ji vê dîlgirtina derveyî mirovahiyê tavilê bê berdan."

Zimanzanê Emerîkî yek ji kesayetên sereke yên Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Noam Chomsky ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û nerazîbûn nîşanî zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd da.

Chomsky got, "Tirkiye timî bi rengekî bêrehm zilm li Kurdan kiriye. Mîna salên destpêkê yên vê sedsalê, ji bo kêliyeke kurt welê bû mîna rewş hinekî diguhere. Lê belê demeke dirêj dewam nekir. Û ji bo Kurdan bieciqîne, her firsendê bi kar tîne."

Chomsky got, "Erdogan di nava sîstema cîhanê de hewl dide ji bo Tirkiyeyê roleke mezin bi dest bixe. Li ber çavên wî dixwaze bibe Xelîfeyekî nû. Eger ev nebe jî dixwaze xwedî roleke welê be ku qet nebe ji aliyê Rûsya yan jî Rojava ve nayê kontrolkirin, lê bi herduyan re jî dixebite, di heman demê de li Asyayê bi Çînê re jî hevkariyê dike û bi vî rengî qada ji bandora Tirkiyeyê fireh bike. Lewma ji aliyekî ve Tirkiye weke endamekî NATO'yê dimîne, li aliyê din jî Erdogan pêşniyara Pûtîn a ji bo avakirina navendeke nû ji bo gaza Rûs li Ewropayê belav bike, bi reva ji bin kontrola NATO'yê û binpêkirina daxwazên DYE'yê bi dilxwazî qebûl dike. Hem ji bo Rûsyayê hem jî ji bo DYE'yê azadiya Kurdan nayê ti wateyê. Bala xwe bidin tenê çend salên derbasbûyî. Salên 1990'î demeke welê bû ku êrîşên giran ên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan zêde bû, yek ji demên herî xera bû, êrîş û zext giran bû. Di demeke wiha de çekên DYE'yê ji aliyê Clinton ve jê re dihate şandin. Di vê mijarê de DYE'yê bi temamî xwe lêdengiyê danî bû. Û îro jî rola DYE'yê ya wê demê qet nayê nîqaşkirin."

Chomsky têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Divê Ocalan ji vê dîlgirtina ku bi gotina derveyî mirovahiyê dikare bê pênasekirin, tavilê bê berdan. Fikrên wî bûn çavkanî ji pêşketin û destketiyên girîng ên li Rojava re. Di heman demê de ji aliyê rejîmên otorîter ên li ser herêmê serwer in, ji aliyê hêzên nerewa ve weke gefekê tên dîtin."