MŞD’ê êrîşên li ser Xanesorê şermezar kir

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) ji ber êrişa dewleta Tirk a vê sibehê ya li dijî Xanesorê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) de hate bibîrxistin ku bombardûmana îro ya ku bi balafirên şer ên bêmirov hatin kirin, êrişa sêyemîn e ku di nava vê mehê de li dijî Şengalê tê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Erdoganê dîktator û pergala faşîzmê ya Tirkiyeyê di nava mehekê de 3 caran herêma Şengalê bomberdûman kir. Civaka me ya Êzidî û saziyên me divê baş bizanibin ku DAÎŞ projeya Erdoganê dîktator û hêzên navdewletî bû.

Civaka Êzidî bi berxwedana xwe DAÎŞ ji Şengalê paqij kir. Civaka Êzidî bi derfetên xwe Pergala Demokrasiya Konfederal ava kir û gelê me vegeriyan ser axa xwe ya pîroz. Sazî û rêxistinên Êzidiyan divê baş bizanibin ku êrîşên li ser Êzidiyuan li ser rûmet û hebûna Êzidiyan e.

Di daxuyaniyê de durûtiya hêzên navneteweyî hate bibîrxistin û hate gotin, ku bi vê nêzîkatiya xwe dibin şirîkê êrişên Erdogan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa gotin ku tişta li Şengalê rû da jenosîde. Parlamenta Ewropayê di biryara 4'ê Tîrmeha 2018'an de destnîşan kir ku mafê Êzidiyan heye ku serbixwe bin û xwe bi rê ve bibin.

Lewma xuya ye siyaseteke durû dimeşînin û dibin şirîkê êrişên sûcên mirovahiyê. Em wan êrişan weke Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bi tundî şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, DYE'yê dikin ku wan êrişên hovane ên li ser civaka Êzidî rawestînin û qada ezmanî ya Şengalê li balafirên şer qedexe bikin. Banga me ji bo Yekîtiya Ewropayê ew e ku bi lez biryara xwe ya 4'ê Tîrmeha 2018'an ji bo xweseriya Şengalê pêk bîne.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên Êzidiyan dikin ku, bila li hemberî van êrîşan bi ruhê seferberiyê têkevin nav liv û tevgerê.”