Li ser hin meseleyên tên nîqaşkirin -Selahattîn Erdem

Vê carê jî em li ser hin bûyer û nîqaşên aktuel bisekinin. Yek ji van bûyeran tarza rêveberiya pergala kapîtalîst e ya ku mirov şaş dimîne.

Vê carê jî em li ser hin bûyer û nîqaşên aktuel bisekinin. Yek ji van bûyeran tarza rêveberiya pergala kapîtalîst e ya ku mirov şaş dimîne. Ji bo ku mirov kapîtalîzmê baş fêm bike û li dijî wê bi serkeftî têbikoşe divê mirov vî tarzê rêveberiyê bibîne. Ne wisa be mirov li ser hev şaş dimîne, di dawiya dawîn de mirov dikeve pey rojeva rêveberiya pergala modernîteya kapîtalîst.

Sermesele di destpêka sala 2020’an de DYE generalê Îranê Kasim Suleymanî kuşt. Ev bûyereke seyr bû. Tu kes ne li benda tiştekî wisa bû. Kî dibêje ‘Ez li hemberî vê bûyerê şaş nemam’ bizanibin ku ew rast nabêje. Lê rêveberiya DYE ya ku jendirmetiya pergala modernîteya kapîtalîst dike, ev tişt kiriye ya ku tu kes ne li bendê bû. Çima? Gelekî zelal e ku ne ji ber ku Kasim Suleymanî yekî kesekî bi bandor bû û ji bo jê rizgar bikin ev tişt kir. Ji bo hemû kesan şaş bihêlin ev tişt kirin. Heta asteke girîng jî bi ser ketiye.

Dîsa di serê sala 2020’an de mîkroba bi navê Koronavîrusê ji Çînê ji nişka ve li hemû dinyayê belav bû. Hemû kesan hewl didan meseleya Kasim Suleymanî fêm bikin, ji nişka ve ketin ber pêla êrîşên koronavîrusê.Hê bûyer baş nehatibû fêmkirin, bi weşanên zindî yên mirinê yên li ser televîzyonan û bi bîlançoyên mirinê, bi tirs û fermana ku hatibû dayin, mirovan xwe vekişandin malên xwe û rêvebirina jiyanê ket destê desthilatdarî û dewletê. Li ser vî esasî dîktatoriyên paşverû û faşîst zext û mêtingeriya ku berê nikaribûn bikirina, a niha zêdetir kirine.

Niha jî dibêjin ‘Em vedigerin jiyana normal’ û wekî ku tiştek nebûye, tiştên berê dikirin a niha yeko yeko radikin, ev jî dibe sedema şaşbûnan. Heta duh jî qedexeyên herî giran dihate kirin û dinya ji bo mirovan dikirin girtîgehek. Kesên rayedar diyar dikirin ku ev rewş dibe ku salekê, du salan û belkî pênc salan jî bidome. Lê wekî ku tiştek nebûye ev gotin ji holê rabûn. Kesên ku xwe amade kiribûn bi salan di bin pêkanînên koronavîrusê de bijîn, dîsa şaş man. Kesên berê di malan de asê bûbûn, niha jî îtîraz dikin ku ji malan dernekevin. Di van rojên biharê de mirov dixwazin li malan bimînin, ma ev ne seyr e?

Ev seyrbûn ji ber çi pêk tê? Gelekî zelal e ku ji ber şaşbûna ku tarza rêveberiya pergala kapîtalîst e. Diyar e ku wê pergala kapîtalîst vî tarzê rêveberiyê bidomîne û zêdetir bike. Ji ber ku di her gava xwe de encamek stend û mirovan dan pey wê. Birjûwaya biçûk a ku gelekî ketibûn fikaran, çi hate ber wan, wan jî ew tişt xwarin. Pênc mehê dawîn divê mirov wisa binirxîne û bi xwerexnekirinê divê mirov xwe rast bike.

Niha jî em werin ser meseleya duyemîn û nîqaşa populer a rojên dawîn bipirsin. Li Tirkiyeyê wê darbe pêk were yan na? Ev nîqaş gelekî bi şox û şeng xuya dike. Lê bi tenê kesek jî tuneye ku bibêje jixwe li Tirkiyeyê her roj darbe pêk tê, siyaseta li Tirkiyeyê bi metoda darbeyê didome, wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje li Tirkiyeyê mekanîka darbeyê heye. Sermesele her axaftina şefê faşîst Devlet Bahçelî, dişibe ‘mûxtiraya’ darbekarê 12’ê Adara 1971’an General Menduh Tagmac. Her biryarnameyeke Tayyip Erdogan, her biryara wî ya di wê kêlîkê de dibe wekî darbeyê.

Ji aliyekî ve li ser darbeyê nîqaş tên kirin ji aliyê din ve jî gelekî diyar e ku desteserkirina şaredariyên Îdir, Sêrt û şaredariyên din ên HDP’ê darbe ye. Her girtin û qetlîama li Kurdistanê, qanûna înfaza nû ya ku qatil û tecawizkaran ji girtîgehê derdixîne, darbeyek in. Darbe ne bi tenê leşkerî ye û ji aliyê artêşê ve nayê kirin. Dibe ku darbeyeke sivîl jî were kirin, hemû kesên ku di destê wan de çek û hêz hene , ew jî dikarin hewl bidin darbeyê bikin. Lê serketin û têkçûna wê meseleyeke din e. Qaîdeya darbeyan jî wisa ye, heke tu bi ser bikevî tu yê bibî serokê dewletê, lê heke tu bi ser nekevî tu yê werî daliqandin! Darbekar divê li gorî vi tiştî tevbigerin.

Niha em werin ser meseleye sêyemîn. Gelo wê HDP were girtin an na? AKP wê hilbijartineke pêşwext bike yan na? Diyar e ku AKP bixwaze dikare di rojekê de HDP’ê bigire. Di 11’ê Kanûna 2009’an de DTP negirt? Çawa DTP girt dikare HDP’ê jî bigire. Eşkere ye ku ji meclîsê dikare vê piştgiriyê werbigire. Di vir de tişta girîng ev e ku AKP dixwaze HDP’ê bigire yan na. Jixwe bi zext û girtinan endaman, ji girtina partiyê wêdetir xistiye nav rewşeke giran. Jê pê ve AKP dizane, ango wê girtin were hesabê wê yan na. Jixwe girtin jî wê bandoreke zêde li HDP’ê neke. Ji ber ku rewşa niha ji girtinê girantir e.

Meseleya ku AKP wê hilbijartineke pêşwext bike yan na, nîqaşeke cîddî ye. Ji ber ku ne mumkun e ku AKP di hilbijartineke bêyî fen û fût de, dîsa bibe desthilatdar. Li Tirkiyeyê hilbijartineke bi fen û fût jî ne hêsan e. Ji ber ku çavê dinyayê li ser Tirkiyeyê ye. AKP heke bawer bike ew ê di hilbijartinê de bi ser bikeve û bi qasî ku bi ser bikeve wê fen û fûtan bike, wê demê AKP dikare hilbijartineke pêşwext bike. Bi vî awayî wê HDP’ê bigire, astengiyan derxe pêşiya partiyên din û wê hilbijartineke pêşwext li dar bixe. Lê rêveberiya AKP’ê ji me zêdetir bi van tiştan dizane. Ji bo xapandinê car caran qala hilbijartinê bike jî, tişta esasî ev e ku bêyî hilbijartinê hikum li ser desthilatdariyê bike. Jixwe meseleya qeyyûman û girtina parlementeran jî hilbijartina li Tirkiyeyê jî bêwate kiriye.

Piştî van tiştan em werin ser gotina Erdogan a ku ji bo HDP’ê gotibû ‘Em ê li ser sindoqan HDP’ê têk bibin’ Dema mirov van gotinan dibihîze, gotina ‘kîjan sindoq’ tê bîra mirov. Hemû kesên hatine hilbijartin , bi du gotinan ji peywirê biavêje, wan bigire û têxe zindanê û piştre ji bo hilbijartinê bangî HDP’ê bike! Ma ew ê nebêjin ‘ne fen be, ev çi ben e’ Bi rastî jî ma mirov dikare guh bide gotinên wan? Diyar e ku mirov guh nadê. Bi van gotinan re yan alîgirên xwe bi hêsanî dixapîne û yan jî rojevê diguherîne û dixwaze hinek tiştan veşêre. Piştî van tiştan nabe ku mirov gotinên wan cîddî bigire.

Herî dawîn min ê qala gefên Tayyip Erdogan û Suleyman Soylû bikira ku digotin ‘em ê PKK’ê biqedînin’ lê cih nema. Nexwe ne hêja ye ku mirov bersivê bide vê gefê. Suleyman Soylû qala ‘qedandina gerîlayên li çiyayan’ dike lê li deşt û bajaran, li Kurdistan û Tirkiyeyê artêşên gerîlayan hatine avakirin. Ne hewce ye mirov dirêj bike, ez vî tiştî dibêjim: Heke hûn dixwazin tiştên rast bibînin li hosteyên xwe Tansû Çîller û Mehmet Agar binihêrin! Hûn dev ji Cizîr, Botan û Serhedê berdin, li Stenbol û Enqereyê binihêrin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka