Li Hewlêrê xwepêşandanên gel destpê kir

Xelkê Kelekê ya girêdayî Hewlêrê ji bo debar û jiyana xwe li benda kontrolê ya di navbera Hewlêr-Dihokê ya li Kelekê de dest bi xwepêşandanekê kiriye.

Di saet 20:30’ê şevê de rêjeyek zêde ya welatiyên Kelekê daketin derve û li benda kontrolê ya di navbera Hewlêr-Dihikê de dest bi xwepêşandanekê kirin.

Rêya Hewlêr-Dihok a ji Adarê û vir ve ji gel re hatibû girtin, lê belê ji bo bazirgan û tankerên petrolê vekirîbûn. Gel li ser vê li benda kontrolê rê girtin û dest bi xwepêşandanê kirin.

Li ser vê yekê alozî di navbera gel û hêzên ewlekariyê de derket û alozî hê jî dewam dike.

Gel di çalakiyê de daxwaza azadî û mafê xwe yê jiyanê kir. Girseyê anî ziman ku benda kontrolê ji bo bazirgan ên girêdayî PDK’ê vekiriye, lê ji bo gel hatiye girtin. Gel daxwaza vekirina rê dikin.

Her wiha hêzên asayîşê rê nadin ku rojnamevan çalakiyê bişopînin. Hate ragihandin ku gelek rojnamevan hatine destgîrkirin û dest danîne ser amûrên wan.

Hêjmarekî zêde ya hêzên ewlekariya ya ser bi PDK’ê çûn herêmê ji bo mudaxelekirin û xwestin çalakiyê bidawî bikin. Li ser mudaxeleya hêzên ewlehiyê rê hate vekirin, lê alozî û xwepêşandan dewam e.

Hêjayî bibîrxistinê ye qedexeya hatin û çûnê ya di navbera bajaran de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji meha Adarê ve heta niha hatiye girtin rê li ber zehmetiya jiyana welatiyan vekiriye. Her wiha ev demeke ku mûçeyên karmendan jî nehatiye dayîn, ev yek kiriye ku jiyana welatiyên herêmê pir bikeve zoriyê.

Dîsa ji ber şewba Koronayê jî esnaf û karmend nikarin karê xwe bikin. Ev jî jiyan giştî welatiyên herêma Kurdistanê pir zehmet kiriye.

Di demê dawî de gel di serî de li Silêmanî, Germiyan û gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji bo debarmafê jiyanê, li dijî diz û gendeliya hikûmetê di nava xwepêşandanan de ne.