Li Alanyayê provokasyona AKP'iyan a li dijî Kurdan

Li Alanyayê komek ji AKP'iyan çûn ber maleke Kurdan, fîşek berdan derdorê û hewl dan provokasyonê bikin.

Li taxa Sûgozu ya navçeya Alanya ya Antalyayê, piştî ku Recep Tayyîp Erdogan bû serokkomar, di bin navê 'pîrozbahiyê' de AKP'î li ber maleke Kurdan li hev civiyan, li ber dirûşmên nijadperestî fîşek berdan derdorê. Kurdên li taxê diyar kirin ku fîşek li mala wan ketine û tim û tim dirûşmên nijadperest hatine qîrîn.

Malbatên Kurdan ên li herêmê diyar kirin ku li dijî provokasyonê wan agahî dane polîsan, lê belê polîsan tiştek nekirine.