Kurd divê PDK'ê jî ji vê rewşê xilas bikin

Dewleta Tirk ji nû ve berê xwe da êrişa xwe ya dagirkeriyê ya ku sala 2021´ê bi bin ketibû. Dewleta Tirk sibata 2021´ê hewl dabû bikeve Gareyê.

Dewleta Tirk ji nû ve berê xwe da êrişa xwe ya dagirkeriyê ya ku sala 2021´ê bi bin ketibû. Dewleta Tirk sibata 2021´ê hewl dabû bikeve Gareyê.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê dixwest li Gareyê çîrokeke serketinê ava bike û bi wî rengî bikeve hilbijartinê. Jixwe, Tayyip Erdogan gotibû, ez ê çend rojên din mizgîniyekê bidim we. Lê belê berxwedana bi pêşengiya fermandar Şoreş Bêşebab kir ku ew şevekê, bêyî ku li pey xwe jî binihêrin, birevin biçin. Gava ku li Gareyê ti encam bi dest nexistin, hingê xwestin Zê, Metîna û Avaşînê dagir bikin û wiha bikevin hilbijartinê. Lê belê siwar hatin û peya çûn! 

Desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ilehî hewceyî çîrokeke serketinê ye. Ji ber vê jî, ev desthilat derfet û çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo ku desthilat bimîne, li şerî xerc dike. Bêguman ji armancên wan e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd jî tesfiye bikin. Gava ku ev her du armanc jî dibin yek, tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê tevahiya polîtîkayên xwe li gorî şer û dagirkeriya li dijî Kurdan eyar dike. PDK jî hem ji ber dijminahiya beramberî PKK´ê û hem jî ji ber ku bibinketina AKP´ê weke bibinketina xwe dibîne, bi awayekî eşkere pişta êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk digire.  

Dewleta Tirk di dijminahiya beramberî Kurdan de pêşeng e. Kurdistanê di nava sînorên “mîsaqa millî” de dibîne û îdîa dike ku heqê wê li ser heye. Ew dixwaze ji erdên Împaretoriya Osmanî, qet nebe Kurdistanê bike meydana belavbûna netewebûna Tirk. Stratejî û siyaseta sereke ya neteweyî ya dewleta Tirk ev e. Ji ber vê yekê, mirov fêm dike ka çima dewleta Tirk êriş dike. Lê belê, herçî polîtîkayên PDK´ê ne, ji bilî hevalbendên wê yên kêm û hindik, pirraniyeke mezin a Kurdan van polîtîkayan qebûl nakin. 

Tevî ku PDK desthilat e, tevahiya amûrên zextê û yên aboriyê bi kar tîne, nikare dengê ji sedî 20´ê miletê Başûrê Kurdistanê jî wergire. Lewma, polîtîkayên PDK´ê li dijî berjewendiyên Kurdan û Kurdistanê ne. PDK ji bo ku li du-sê bajaran bibe desthilat, bibe xwediyê derfetên van deveran, ji sedî 85´ê Kurdistanê feda dike. Ji ber vê yekê ew hem li ber qirkirina Kurdan li Bakur ranabe, hem jî dibe hevparê van polîtîkayên qirkirinê.

Dewleta Tirk ji ber ku PDK destekê dide û hevparê wê ye, xwe li van dagirkeriyan diqewimîne. Ne wisa bûya, wê newêriya yekê ji van êrişan jî bike. Lewma her êrişa ku PDK destekê nediyê, wê şikestî û bibinketî be. Dewleta Tirk niha esasê êrişên xwe bi xwesipartina herêmên PDK´ê dike. Dewleta Tirk bi vî awayê dixwaze ji bakur û başûr ve dorê li gerîlayan bigire. Jixwe, li gelek deveran PDK´ê bi xwe dor li gerîlayan girtiye. Ji ber vê yekê, hevalbend û çapemeniya PDK´ê çi dibêje bila bibêje, PDK hevparê vê êrişa dagirkeriyê ye. Çi bike bila bike, wê nikaribe vê hevpariya xwe veşêre.

Miletê Kurd jî ji ber pratîka wê ya bi dehan salan, hevkariya PDK´ê ya bi dijminên Kurdan re baş nas dike, baş pê dizane. Li dijî têkoşîna azadiyê ya miletê Rojhilatê Kurdistanê, tevî Îranê tevgeriyaye. Li Rojava hevkariya dewleta Tirk û çeteyên wê dike. Li Bakur jî, êdî kerr û kor jî hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a qirker re dibînin. Gelê Başûrê Kurdistanê jî bi xisleta PDK´ê ya hevkariya bi dijminên Kurdan re gelekî baş dizane. Em li Hewlêr a ku ew îro lê desthilat e binihêrin; PDK´ê bi hevkariya bi Sedamê her zilm li Kurdan kirî û artêşa wî re Hewlêr bi dest xistiye. Tevahiya dîroka PDK´ê bi hevkariyên wiha qirêj mişt û tijî ye. PDK guhê xwe nade Kurdan, ew guh dide hêzên ji derve. Li şûna ku xwe bisipêre Kurdan û hebe, PDK ji bo hebûna xwe xwe disipêre hêzên ji derve.      

PDK roja me ya îro bi rola xwe ya herî bêqidoş radibe. Ew di nava têkiliyeke xiyanetê de ye, ya ku dibe ku tevahiya dîroka Kurdan tarî bike û bi qirkirina Kurdan bi encam bibe. Heger polîtîkayên PDK´ê neyên astengkirin, zerareke berê nedîtî wê li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê bibe. Heta, dibe ku encamên mirov nikaribe careke din zerarên wan jê bibe, derkevin holê. Ji ber vê yekê, lazim e mirov PDK´ê jî ji vê rewşa ku nikare encaman bibîne, derxe. Gava ku PDK radibe bi pêşengê dijminahiya beramberî Kurdan yanî TC´ê re hevkariyê dike, ev yek gelê Kurd dibe ber werbûna ji kendalekê; lê PDK bi polîtîkayên xwe her wiha xwe jî dikuje, karûbara nemana xwe jî dike. Lewma jî gelê Kurd û dostên wî divê rabin ser piyan, û ji vê hevkariyê re bibêjin êdî bes e; ev hevkariya hanê di ber çend derfetên rojane de dibe ku bi qirkirina gelê Kurd bi encam bibe. 

Ez bawer dikim ev êrişa dewleta Tirk wê bike ku welatparêziya Kurdan xurt bibe û bike ku li Kurdistanê hevkariya bi dijminan re bi dawî bibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA